Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelDOKTRÎNA BI COTKEVÎ
Nächster ArtikelÎCADKIRINA PIRSGIRÊKAN

RUHÊ REXNEGIR Û LÎSTIKA KOMPÛTERÊ

Çawa Komara Federal a Almanyayê hevalbendeke pir girîng a Îsraîlê bû, berevajîyê wê, Komara Demokratîk a Almanyayê (KDA) jî alîyê filistînîyan girtibû. Vê hevahenga bêkêmasî ji parçebûnên şerê sar zêdetir tişt îfade dikirin.

Piştî ku qismekî lîstikê bi naskirina vê gerdûnê derbas dibe, lîstikvan dê bi tercîhan re were rûbirûkirin. Ew ê yan xwe bi ava karkeran berde bi rîtma wan biçe, yan jî ew ê wekî mînak bisekine da ku guh bide muzîkjenekî li ser rê, pê re jî xwe bide ber wê rîska derengmanê – gaveke ber bi rexekî ve, destpêkeke gumanbirinekê… Mosaic dûrî lîstikên aksîyonê ye, ji efektên muhteşem bêpar e, ew xelkê vedixwîne da ku bibin mêvanê şiroveyeke sîyasî ya dinyaya raberkirî.

Li gorî doçentê Lêkolînên Sînematografîyê û Dengûdîmen li Zanîngeha Parîs 3yê, Alexis Blanchet ev bizavek e “ku di salên 2000î de bi pêş ket bi gihîştina hev a çêkerên [lîstikan] ên serbixwe û polîtîzebûyî yên wekî Molleindustria û kolektîfeke lêkolînerên pêşî yên game studies yên ku vîzyoneke li derveyî pîşesazîyê ya medyayê diparêzin.” (2) Ev lêkolînerên zanistên civakî, yên ku şifreyên çerx û strukturên vegotinê ji hev derdixin, carinan bi xwe jî çêkerên lîstikan in, wekî Gonzalo Frasca tevî September 12th (Newsgaming, 2010), li ser şerê duyê yê li Iraqê.

Molleindustria yek ji pêşengan bû. Ev studyoya çêkerên lîstikan ên ji Mîlanoyê, di sala 2003yan de hat damezrandin, bi awayekî zelal projeyeke jinûvekirina malê xwe ya lîstikên kompûterê bû û bangeke radîkalkirina çanda populer îfade dikir. Bi rêya guherandina berê vê tişta dawî û aktualîteyê, Molleindustria xwegihandineke serbest û belaş a lîstikan pêşkêş dike. Mijarên wan di nav gelekan de xwe digihînin cihana kar – nabe ku em behsa Everyday the same dreama Mosaic nekin (3) –, şertûmercên hilberînê yên şirketên pirneteweyî, skandalên dermansazîyê, destavêtina zarokan li dêran û herwekî din. Lîstik vediguhere amûreke rexnekirinê.

Çapemenîya li ser mijarê pispor xwe jê dûr digire: Li ser malpera rexneyê ya ku referans e, Gamecult.com nota dayî Mosaicê 3/10, û hîna girseya mezin kêm pê hesîyaye. Lê belê, çawa ku Alexis Blanchet bi grîngî îşaret pê dike, hilberînên mezin dikarin bikin ku mirov xwendineke sîyasî bike. “Lîstikeke holên lîstikê yeke wekî Paperboy [ew belavkerekî rojnameyan ên bi bisiklêt datîne ser sehnê yê ku hewl dide ji astengîyan û dijûnên mişterîyan xwe bide alî] dikare wekî rexneyeke pîşeyên piçûk ên di bin şertûmercên pir giran de bê analîzkirin.”

Ji roja damezrandina xwe û vir ve ku salek di ser re bihurî, yek ji kovarên giştî L’1nterview bala xwe gelekî dide ser vê mijarê (4). Di hejmara xwe ya yekê ya derveyî rêzê de ew pirsan li ser motîvasyonên wan ji 111 çêkerên lîstikan dike. Damezrênerê Molleindustria Paolo Pedercini dibêje, ew “lîstikên kompûterê çêdike, ji ber ku li ser vê medyayê li gorî hemû meydanên şerî yên çandî, li dijî dîskursa kapîtalîst ti carî kesî nav di xwe nedaye (…)”. Ew vê îdîayê jî dike: “Nabe ku em bihêlin [ew] bibin amûrên besît ên desthilatê. Me gelekî behsa Phone Story (5) kir ji ber ku Appleê ew sansur kir”. Vê jî “kir ku li ser şertûmercên kar ên li pişt hilberîna telefonên destan ên biaqil minaqeşeyek dest pê bike”. Lîstika kompûterê – ku piranîyeke mezin a kesên pê dilîzin ji bilî anîna kêfa xwe, tu daxwazeke wan a din bi piranî nîne – çawa ku Pedercini bi kurtî dibêje, nexwe dikare bibe “awayê populertir û bêhtir mirov karibe xwe bigihînîyê yê hizirîna li ser sîsteman”. Malpera wî îro pêşnîyaz dike ku mirov bi lîstikê “bibe serokê pêşî yê sosyalîst ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê”.

(1) Mosaic, Krillbite Studio (çêker), Raw Fury (edîtor), 2019, bi 20 euroyan ji bo kompûterên şexsî (PC).

(2) Binihêre li, Philippe Blanchet, Les jeux vidéo au cinéma (Lîstikên kompûterê li sînemayê), Armand Colin, Parîs, 2012.

(3) Everyday the same dream (Her roj eynî xewn), Molleindustria, 2009, belaş (Licence Creative Commons).

(4) “Pourquoi faites-vous des jeux vidéo (Hûn çima lîstikên kompûterê çêdikin)”, L’1nterview, Derveyî Rêze Hejmar 1, Kanûna 2019ê, La Plaine Saint-Denis, 8,50 euro.

(5) Phone story, Molleindustria, 2011, belaş (Licence Creative Commons).

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial