Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Redkirina Sartre

Di 19ê nîsana 1980yî de, binaxkirina Jean-Paul Sartre, weke ya Victor Hugo ya berî li dor sedsalekî gel xiste nava tevgerê. Bi mirina Sartre, serdemeke girêdan û redkirina korse / piştên bedewiyê weke ku bidawî dibû. Teşhîrkirina medyayî yan jî silûkbûna akademîk du qutbên cîhana entelektueliyê karekterîze dikirin. Her du jî, yek ji ya din dûrtirî modela sartirî bûn.

PIŞTÎ MIRINA WÎ BI ÇIL SALÎ NEFRETEKE NEDÎTÎ JI FELSEFEYÊ

Paradokseke Sartre heye. Ewê ku dibe sembol ji bo «ronakbîriya total, amade li tevahiya eniyên ramanê, fîlozof, rexnekar, romanvan, mirovê şanoyê » (1) pir serê xwe diêşîne ji bo peydekirina ciyekî piştî-mirinê yê layiqê vî navî li welatê xwe. Paradoks bi bandora hê jî çalak a ramana wî û nivîsên wî li welatên din tê destnîşankirin. Ya rastî Fransa niha bi lembeyên konformîzma lihevhatinî, ku pê (pseudo-) guftugoyên televîzyon an jî radyoyê nikarin xapînokiya nefeseke lerzonek jî bidin der, tê ronîkirin.

Mejîteng û nejidil pir dûr ketine ji wî yê ku, piştî şerê duyemîn ê cîhanê, bê rawestan di nava têkoşînê de bû, xwe davêt meydana cengê, xwe dida ber xetereyan.
Derdoreke Întellîgentsiyayê di Sartre de statuya wî ya nûneriya ronakbîriya girîdayî ya «a al franga» red dike. Yekane berhema der barê wê de hemfirkirbûn heye, Les Mots (1961). Revekirin û şîrove naqedin der barê «berhema girîng a nivîskar » de, û ev yek ne tesadufî ye: ev jînenîgariya li ser zaroktî û ciwaniya wî kesî bêzar û nerihet nake. Pênaseya ramana yekane ya hem çep hem jî rast ew e ku ev berhem dihêle ew xwe ji nefretkirina yekalî ya ronakbîr rizgar bike, û di heman demê de, wî ji nû ve têxe nava «maxazaya xişrûxemlan» a kevinbûyî, demlêbihûrî. (Bn. Dossier Sartre, Ewrûpa, Parîs, cotmeh 2013.)

Demlêbihurî û kevinkirî heta sîsika mejiyê şaşiyê. Ji ber ku têra xwe ji me re gotin, Sartre hertim wê xelitî be. (2) Bi wî şertî ku ev sûcbarî li dijî xwediyên xwe venegere. Ev gotinên Guy Hocqenghem ên çend sal piştî mirina nivîskarê Rêyên azadiyê, neynika nêrînên me ne: «Giyanên we yên çavbirçî û belengaz, ên we purîten û teorîsyenan, xwest sed caran Sartre bikuje; û hûn çiqas wî înkar dikin, hûn wî ewqas zindî dikin. Hûn çi qas wî daf didin, ew ewqas we himbêz dike, ew we bi xwe re kaş dike nava mirinê. Sartre ê birra direve ji gora hurmetê ya înkar û îxanetê ku we xwestibû wî têde defin bikin.» (3)

Ji 1980yî dema mirina wî ve, pir kêm tişt hatine kêmkirin ji kesê di zindîbûna wî de, em ê bibizdîyana pê re rû bi rû bimînin. Goya Sartreê fîlozof wêjeyê xirab dinivîse. Sireyên xwendkaran demeke dirêj ji ber van henekên şagirtan xur kete wan –vê yekê heta sireyên zanîngehê ku bi awayekî fiîlî meşrûîyeteke zanistî dida wan, dewam kir. Di wêjeyê de, bi awayekî zelaltir mirov bibêje, zêde li ser Sartre nayê xebitîn. Ka em careke din bala xwe bidin romana wî ya pêşî La Nausée (Dilxelîn, 1938), berhevoka çîrokên wî Dîwar (1939), trîolojîya wî ya bi awayekî neheq nenas ma û zêde paxaf pê nehat kirin, Le Mur (Rêyên Azadîyê, 1945-1949). Ev xebateke baş a cihêreng e bi stîl û vegotina xwe ku «xîtabî» herkesî dike, têra xwe jî bi kêrî perwerdeya ronakbîrî û şexsî tê: nîşaneke berhemên gewre. Îca şanoya wî? Cihêreng, ew jî, afirîner…bi tiştên nû dagirtî. Ji bilî Huis clos (Li Pişt Derîyan, 1944), Les Mains sales (Destên Gemarî, 1948), lîstikên wî yên herî navdar û herî zêde di roja me de hatine lîstin, hêza betalkirina Nekrassov (1955) û Séquestrés d’Altona (Veqetandîyên Altona, 1959) hê jî xwe diparêze: ji bo ya pêşî, ya mîstîfîkasyona agahdarkirin û wegirtina kar, ji bo ya duyemîn, a armanc û amûran li serdemên bi şîdet ên dîrokê.

Herî dawî jî, bêguman, nivîsarên wî yên sîyasî hene. Ji ber ku yên herî diêşînin ew in: Sartre hê jî aciz dike, ji ber ku ew xwedî «helwest» bû. Di Les Temps Modernes de sala 1945an wî weha digot: «Nivîskar di serdema xwe de divê xwedî helwest be: her gotin dengvedanên wê hene. Her bêdengî jî. Ez Flaubert û Goncourt berpirsîyar dibînim ji zexta ku li Communeê hat kirin, ji ber ku wan ji bo pêşî lê bigirin rêzek jî nenivîsand. Wê bê gotin, ew ne karê wan bû. Baş e, ma doza Calas karê Voltaire bû? Cezabirîna li Dreyfûs, gelo karê Zola bû? Rêveberîya Kongo, ma karê Gide bû? Her yek ji van nivîskaran, di rewşeke jîyana xwe de, berpirsîyarîya xwe ya nivîskarîyê pîvaye.» (5)

Şer wê bibe zemîna destpêkirina angajebûna Sartre. Di îlona 1939an de seferber dibe, di hezîrana 1940î de tê girtin û wî dişînin kampeke li Trèvesê. Li wir, hevaltî û biratîyê nas dike; lîstikeke Noelê, Bariona, an jî Kurê dengê ewran dinivîse û dertîne ser dikê. Dema di adara 1941ê de tê berdan dikeve dirûvê sivîlekî, vedigere Parîsê, biryardar e tiştekî bike. Bi Maurice Merleau-Ponty re koma bi navê «Sosyalîzm û azadî» ava dike, vê yekê dike ji bo li herêma serbest biçe cem Andre Gide û Andre Malraux û tevgereke berxwedanê saz bike. Pîyesa wî Mêş(an) li Parîsa dagirkirî xwedî hewayeke berxwedanê ye. Di 1943-1944an de, kete nava xebata Les Lettres Françaises, weşana Komîteya Neteweyî ya Nivîskaran a ji alîyê Jacques Decor û Jean Paulhan ve bi dizî hatibû avakirin. (6)

Hevrêyê Partîya Komunîst

Lê belê wê tenê ev be girêdana wî… Ew ne bû Georges Politzer, ne jî Claude Bourdet. Berîya şerê duyemîn ê cîhanê, tiştê balkêş, nebûna her asoyeke sîyasî ye. Simone de Beauvoir çi dibêje bila bibêje û tevî nûçeya «Dîwar» jî, ew xwe dûr digire ji tiştê li Spanyayê rû dide. (7) Gava mirov hev-nivîsandinên wî yên li gel Beauvoir le «Castor» dixwîne, mirov şaş dimîne ku ew cara pêşî du meh berîya Munîhê di tîrmeha 1938an de behsa sîyasetê dike. Û ew ji Enîya gel jî zêde tiştekî tênagihin. Ev dûrbûna sîyasî ya navbera du şeran dê wî di tevahîya jîyana wî de bida meşandin li tenişt xeyaletê Nîzan, hevalê wî yê ciwantîyê ku, ji dawîya salên 1920î û şûn ve bi temamî angaje bû.

Sartre di sibata 1948an de dikeve nava komîteya rêveber a Lihevkombûna Demokratîk a Şoreşger (RDR), ku projeya wê hê ji berê ve ji alîyê rojnamevanan û ronakbîrên çep û çepê tundrew ên wekî David Rousset ve hatibû amadekirin. RDR bi veqetîna Sartre re (çirîya pêşîyê 1949), dipelişe û ev ê bibe yekane tevlîbûna wî ya di partîyeke sîyasî de. Ji nîvê sala 1952an heta dawîya 1956an, dibe rêhevalekî Partîya Komunîst a Fransî (PKF), ya di bin zexta polîs û dadgerîyê de bû, tevî ku heta hingê ev partî bi dijwarî bi ser de diçû. Bi wê çendê ku serokê Yekîtîya nivîskarên sovyetîk di 1948an de ew wekî «keftarê daktîlograf» bi nav kiribû. Di çirîya paşîya 1956an de dema serhildana macaran ji alîyê Moskowê ve hat perçiqandin, ew ji partîyê bi temamî dûr ket. Wekî ku hercar wê wisa bûya, feraseta wî ya rojnamevanîyê xwe dispart mijarên tematîk û ferhengoka hevalên ku wî bi xwe tercih kir. Wekî nivîsarên wî yên çapbûyî di sala 1955an de li Fransa-Sovyetê, ku zêde jî nedişibîyan hevoksazîya komunîstên ortodoks. Li gel vê yekê jî nivîsarên sartrîyen ên vê serdemê hertim dibin neynika ramaneke rojane li ser mîstîfîkasyona lîderan û çapemenîyê: «Hemû xwendevanên me dizanin ku em sîyaseta hikûmetê zirardar dibînin û zilamên îlhamê ji vê polîtîkayê werdigirin jî em wan ketî dinirxînin: lê belê wezîfa me jî ew e em vê yekê bê navber nîşan bidin. Em ancax bi nîşandanê dikarin hêvî bikin ku em bi kêrî tiştekî tên. Em ê vê yekê bidomînin: Eger wekî sûcdar binavkirina Bidault qedexe be jî, em ê her bibêjin ew sûcdarekî mezin e; eger mafê behskirina ji xwîna bi destê wî ve li me were qedexekirin, em ê behsa polikên li ser çavên wî bikin. Ev tenê karekî termînolojîyê ye.» (8)

Çend mehên dawî yên rêhevaltîya Sartre li gel PKFê, rastî seferberîya wî ya li dijî şerê Cezaîrê tên. Ev bû şerê wî yê mezin.(9) Û sedema ku hê jî hin kes lê naborin, ev e: dijkolonyalîzma wî ya jidil, tûjbûna axaftina wî ya ku berpirsîyarîyên fransîyan ên dîrokî, ronakbîrî û sincî datîne ber wan: «masûmîyeta sexte, rev, dilxirabî, tenêtî, xwekerkirin, hevparîya sûc a redkirî û tev bi hev re, qebûlkirî, ev e ku di 1945an de me navê berpirsîyarîya kolektîf lê danî. Divê, wê demê, civaka alman îdîa nekira ku haya wê ji kampan tunebû.. Me digot: “We dît! Wan hertişt zanibû!!” Em mafdar bûn, wan hertişt zanibû û ancax îro em dikarin vê yekê têbigihin: lewre em jî hertiştî zanin. (…) Gelo em ê hê jî biwêrin wan şermezar bikin? Em ê hê jî biwêrin xwe ji gunehên xwe bişon?» (10)

Hin kes, gelek caran heman kes, çavên wan bar nade li hevaltîya wî ya li gel psîkîyatr û eseyîstê martînîkî Franz Fanon, ku wê demê hema hema tecrîtkirî bû. Wî pêşgotinek nivîsand ji bo Lanetkirîyên vê cîhanê (1961), berhema Fanon a bijarte di ramanparêzîya cîhana sêyem de. Pêşgotineke ku lanetê dibarîne derewa neteweyeke qure ku tenê ji sîya xwe pêk tê: «Çi galegalên mezin: azadî, yeksanî, biratî, evîn, rûmet, welat, ez çi zanim? Ev yek dîsa jî nedibû asteng ku em di heman demê de axaftinên nijadperest ên wekî zencîyê pîs, cihûyê pîs, meymûnê pîs bikin.» (11)

Tundrewî û îtîraza Sartre bi mezinahîya nefreta ku wî îlham daye xwedîyê mekanên wêjeyî û rojnamevanîyê tê pîvandin. Heta, li hemberî Ferdinand Celîne jî ku bi rexneyeke bi bahaneya stîla wî rizgar bû, em zêde ne rihet in. Ji ber ku ne dijberî cihûyan bû, Sartre şaşîya mezin kir bi biratîya kesên li dijî zilma fransî serî hildan. Îftîra dewam dikin. Yek ji van şûrkêşên salonan hê jî şerm nake û paşde gav navêje ji sûcbarîya ecêb a wekî «hewldana Sartre a suîkasta li dijî Camus». Ev giş, helbet, li ser tevna paş a şerê Cezaîrê, zîyafeta «fîlozofekî [Camus] ku ti caran şaşî nekirîye» careke din ji me re tê îkramkirin. (12) Li ser navê tevlîhevîya rewşa wî ya şexsî, em helwesta şaş a nivîskarê bîyanî bi awîrê mijarên wê kêlîya dîrokî mafdar nîşan didin; em têkoşîneke wêrek û xeternak biçûk dixin: mala Sartre bû hedefa êrişeke bi plastîk ya rasta tundrew ji ber parastina mafê gelan a bi destê xwe dîyarkirina qedera xwe. Û medya hertim wê sûdê jê wergire, ji bo tinazê xwe bike bi Sartre li Billancourt, têkildarî serdema rêhevaltîya wî ya di 1970î de li gel maoîstên çepê proleter.

Berî çend mehan, di Fîgaroyê de, endamê Akademîya fransî, Jacques Julliard, ku enkarnasyona ronakbîrîya resmî, dezgehî û lihevhatinî qedandîye, biryara xwe ya der barê Sartre de weha dida   : «Romannivîsê xirab, nivîskarê lîstikên nayên lîstin, fîlozofê hilberîner lê ji orjînalîteyê bêpar, azadîxwaz bi wê çendeyê ku bi pesindanî behs kirîye ji hemû dîktatoran û hemû komkujîyên wan mafdar nîşan dane, bi şertê ku xwe sosyalîst ragihandibin. (…). Ew sextekarî wisa dilpak e ku berê tûjbûna xwe, carna jî hêrsa xwe ya har tenê daye ser rejîmên lîberal. Wî bi mazereta rihetîya ronakbîrî, temsîla wijdana xirab ya nivîskarîyê kirîye. Ev yekane qad e ku wî lê şagirt bi gewde kirine heta roja me.» (13) Çima, mel’ûn ev çi pîvana te ya mirovî ye?

Ji bo xwe gihandina «parastina sîyasî ya Sartre», (14) ya herî baş li ber çavan girtina berhema wî ya Helwest e, ji bo bi qasî briqînerî, biryardarî û aktûelbûnê, ewqas jî şaşî, zêdegavî û qelsîyên wî jî werin wezinandin. Aktuelî? Eger ev çeşnê ronakbîrî îro êdî demlêbuhurî be, ev yek ne cihê kêfxweşîyê ye. Di 1983an de, sê sal piştî mirina Sartre, Pierre Bourdieu îzah dikir ku bi rastî jî «mercên konjonkturel, lê belê herweha strukturel, yên (…) hiştin bibe [ronakbîrê nimûne], îro êdî li ber windabûnê ne: zextên burokrasîya dewletî û cazîbeyên çapemenîyê û hebûnên çandî, ku tên cem hev ji bo kêmkirina xweserîya qada ronakbîrî û dezgehên xwe yên xwezêdekirin û perestinê tehdîd in li ser tiştên hebûna wan kêm û hêjatir di modela sartriyen a ronakbîrî de û bi rastî jî zêdetir nakok in li gel her cure çerxên “bûrjûwa”: redkirina desthilatîyan û îmtîyazên cîhanî (xelata Nobelê li vir wê mijara gotinê be) û erêkirina hêz û îmtîyaza ronakbîrî ji bo bikaranîna mafê ‘na ji hemû hêzên demkî re’.» (15)

Redkirina Sartre ya em dibin şahidên wê, rûyê din ê lojîk ê madalyonê ye. Wijdana xirab a ronakbîrên salon û ekranan, Sartre ew kes e ku tîne bîra me (wan) ku ronakbîrek dibe hêjayî vî navî bi ramana xwe, bi xebatên xwe, bi berhema xwe, bi biryardarîya xwe û ne bi hevalên xwe yên desthildar û bi xuyabûnên xwe yên di medyayan de. Ji bo pratîsyenên ji fikirînê re amade yên wê dubare bikin ku dem û dewran guherîne, têkoşîn û daxwazên sîyasî tenê di çarçoveyên sînorkirî de dikarin bên qebûlkirin, bi dijberî em dikarin bibêjin ku her guherîneke ji bo feydeya hevpar ne bi pistepisa «erê», lê bi dengê gurr ê «na» destpê kirîye. Li destpêka têkoşînê, her tim red heye. Ronakbîr û rojnamevanên li dijî Sartre radibin vê yekê zanin, tam berevajîyê îdîaya axaftina xwe pêşkêşî me dikin. Bi awayekî girseyî berevajîkirin û fetisandina gotina sartriyen, bend danîna pêşîya azadîya me ya dijberîya li hemberî zilma peymanan û desthilatan. Ev, bi me danbawerkirin e ku hemû peyv wekî hev in û ji me xwestina bênirxkirina wan e, tevî ku berpirsîyarîya ronakbîr, carna bikaranîna wan e, wekî ku Sartre bi xwe jî digot, eynî mîna «debançeyên fîşek li ber dev».

*Doçenta wêje û rojnamevaniyê li zanîngeha Lorraine, birêvebera kovara Adenê.

(1) Pierre Bourdieu, “Sartre, afrandina giştî ya entelektuelî”, Libération, Paris, 31ê adara 1983yê; di Agone, n° 26-27, Marseille, 2002yê de careke din çap bûye.

(2) Cf. Dossier Sartre, Europe, Paris, octobre 2013.

(3) Cf. Claude Imbert, « Sartre, la passion de l’erreur », Le Point, 14 janvier 2000.

(4) Guy Hocquenghem, Lettre ouverte à ceux qui sont passés du col Mao au Rotary (1986), coll. « Contre-feux », Agone, Marseille, 2003.

(5) Jean-Paul Sartre, « Présentation des Temps modernes », Les temps modernes, 1er octobre 1945 (repris dans Situations II, Gallimard, Paris, 1948).

(6) Cf. Michel Contat et Michel Rybalka, Les Écrits de Sartre, Gallimard, Paris, 1970 ; cf. également Annie Cohen-Solal, Sartre, Gallimard, Paris, 1985.

(7) Cf. Anne Mathieu, « Jean-Paul Sartre et l’Espagne : du “Mur” à la préface au Procès de Burgos », Roman 20-50, juin 2007.

(8) Jean-Paul Sartre, « À nos lecteurs », Les Temps modernes, mai 1954.

(9) Lire « Jean-Paul Sartre et la guerre d’Algérie », Le Monde diplomatique, novembre 2004.

(10) Jean-Paul Sartre, « Le colonialisme est un système », Les Temps modernes, mars-avril 1956 (repris dans Situations V, Gallimard, Paris, 1964).

(11) Jean-Paul Sartre, Préface à Frantz Fanon, Les Damnés de la terre, « Cahiers libres », Maspero, Paris, 1961 (repris dans Situations V, op.cit.).

(12) Michel Onfray, « La tentative d’assassinat de Sartre contre Camus », Le Point, 5 janvier 2012 ; « Le philosophe qui ne s’est jamais trompé. Comment Sartre a tenté de le tuer », ibid.

(13) Jacques Julliard, «Pourquoi les intellectuels n’aiment pas la liberté», Le Figaro, 1er juillet 2019.

(14) Cf. Ian H. Birchall, Sartre et l’extrême gauche française, La Fabrique, Paris, 2011.

(15) Pierre Bourdieu, « Sartre, l’invention de l’intellectuel total », art. cit.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial