Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Nirxandineke giştî li ser pandemîya koronayê

Berîya ku mirov li ser pandemîya koronayê nirxandinekê bike, hewcedarî bi pênasekirinekê heye. Şewba koronayê nexweşîyeke vîral e û vîrusa bi navê Sars-Cov-2 bûye sedema wê. Ji vê re Covîd-19 jî tê gotin. Wekî pir nexweşîyên vîral mirov nexweşîyê ji hev vedigire ango nexweşîyeke vegir, têger e.

Li ser şewba koronayê pir xebat û tişt çêbûn. Em kêm-zêde ji torên civakî û medyayê pir taybetîyên vîrusa koronayê û nexweşîyê, şêweyên xweparastinê û girîngîya pêşîgirtina berbelavbûna nexweşîyê, gazincên sereke yên nexweşîyê dizanin. Şewba koronayê ji 11ê Adara 2020î ve ye ji alîyê rêxistina tendirustîyê ya cîhanê ve wekî pandemî hatîye binavkirin. Em ê bi giştî nirxandinekê li ser vê pandemîya koronayê bikin. Rewşa niha ya herêmê û bi taybetî ya Amedê jî em ê binirxînin.

[emember_protected]

Bi rastî jî koronayê bandoreke mezin li ser jîyanê kir. Bi vê pandemîyê re em li pir tiştan hayil bûn û me bala xwe da cuda cuda tiştan. Di despêkê de qedexeyên derketina derve hebûn. Mirov bi piranî li malên xwe diman û baldarîyek mezintir û kelecanek pirtir hebû. Tiştên komî hate qedexekirin, mirov bêyî destûr ji bajarekî nikarîbû biçûya bajarekî din û hwd… Piştî sistkirina îzolasyonê û kêm-zêde asayîbûna jîyanê, her çiqas di serî de pir ne xerab bû jî paşê li Amedê û tevahîya herêmê hejmara nexweşan pir zêde bû. Nexweşî li pir bajar û welatan cuda cuda xwe da der û hejmara nexweşan û rewşa pergala tendirustîyê jî li gora bajar û welatan guherî.

Di dêmên îzolasyonê de pir rewşên cuda hate dîtin. Bi piranî me ji ser torên civakî mirov û derûnîya wan şopand. Pir kes hînî mayîna li malê nebûbûn. Ji bo pir kesan ev yek bû sedema acizî û xemgînîyê, ji bo pir kesan jî bû sedema xebatan û kêfxweşîyê. Pir kesan ev pandemî di serî de wekî rewşeke pêkenî û sivik dîtin. Li malên xwe tiştên bi vî rengî parve dikirin. Lê piştî girîngî û xetereya rewşê rind dîtin, nêrînên wan jî guherî û hê baldartir bûn. Pir kes di malên xwe de xwarin çêkirin. Tiştên hevîrokî û bi rûn zêde çêkirin, zêde xwarin xwarin û tevnegerîyan û qelew bûn. Mirov xwe bi tiştên wan motîve dikir re eleqedar dibûn. Hin kesan bi awayekî têkûz û xurt xwe avêtin nava behra xebatan. Li ser xwe hûr bûn. Xwendin, temaşekirin, werzîş û egzersîzên biçûk û hwd… kirin. Bi taybetî kesên wekî memûrên serê sibê diçûn kar û êvarî dihatin malê û herwisa dixebitîn, di navbera xwe de karên xwe beş kirin û bêtir li malên xwe man. Bêtir dem ji xwe re veqetandin. Tiştên dixwestin bikin pir ketibûn ser hev û bi vê rewşê re jî fersendeke baş ket destê wan. Yanê bi giştî di rewşa îzolasyon û baldarîya mezin de du tişt derket holê, serketin û têkçûn. Mixabin kesên xwe di deryaya dîjîtalîzasyonê de wenda kirin û tiştek li xwe zêde nekirin, ji alîyê derûnî û laşî, fizîkî ve nebaş bûn. Berovajî vê yekê kesên li ser xwe û xebatên xwe hûr bûn, hem ruh û gîyanê xwe û hem jî laşê xwe hêzdar û baştir kirin.

Di vir de ez dixwazim li ser înternet û medya civakî, torên civakî jî bisekinim. Pir kar û xebat li ser torên civakî û bi rengekî din rû da. Hunermendan li ser torên xwe yên civakî civîn çêkirin, hunerên xwe pêşkeş kirin, perwerdeyên xwe yên teorîk û xwendinî kirin. Ji ber ku eywanên şano û sînemayê hate girtin mirov ji hunerê bêpar man. Me di vê rewşê de girîngîya hunerê ya di rehabilîtasyona mirov û civakê de pir xweş dîtin. Pir hunermendan xebatên xwe yên berê, çi şano çi jî fîlm û hwd.. li ser kanalên xwe yên youtubê bar kirin û bi vî awayî jî parve kirin. Weşanên zindî pir çêbûn. Çi bi mêvanan re çi jî bi tena serê xwe hunermendan di weşanên zindî de bernameyên xweş û hêja çêkirin. Ne tenê di beşên hunerê de, di pir waran de weşanên zindî çêbûn. Li ser meselê; me bi xwe jî bi zimanê me yê dayikê yê şêrîn kurdî, li ser koronayê weşanên têr û tije kirin. Me hem rewş dinirxand û çarçove dîyar dikir hem jî pirs û fikrên şopîneran hildigirt û dibersivand. Em bi tenê bi koronayê nehatin ser û me ji bo nexweşîyên di civakê de pir tên dîtin jî xebat meşand û me bingeha xebatên xwe yên tendirustîya bi kurdî xweş danî. Lê tenê alîyê înternet û torên civakî yên erênî çênebû. Ji alîyê neyinî ve jî bandor li pir kesan kir. Pir kes ji ber ku zêde diketin torên civakî û ji ber ku zêde serê xwe nediêşandin û wekî nexweşîyeke hemdemî bi wan re çêbûbe, xewa wan xera bû û zêde dem di medyayên civakî de derbas kirin û pir tiştek li xwe zêde nekirin. Yanê em dikarin li ser înternet û torên civakî vê nirxandinê bikin ku bi awayekî baş bê bikaranîn xizmetek mezin dike ji mirov re, lê bê kontrol û nebaş bê bikaranîn jî bi heman awayî bandoreke nebaş li ser mirov çêdike. Di demên îzolasyonê yên koronayê de me ev yek bi awayekî eşkere dît.

Li hin bajar û welatan ji kesên îzole re pakêt hate şandin. Di wan dever û herêmên pêşketî de ji wan pakêtan; kolonya, destmal, hin xwarin û vexwarin, alavên tibî derketin. Bi saya teknolojîyê re ji dûranî ve taya nexweş hate pîvandin, muayene hate kirin, li qirik û gewrîyê hate nêrîn, lêdana dil hate pîvandin û hwd… di siberojê de ev tiştên teknolojîk dibe ku tendirustî û qadên din jî beralî bike. Ango di demên asayî de jî bi pêşketina teknolojîyê re li malan bi rêya axaftina bidîmen wê pir kes ji alîyê pizîşk ve were nirxandin û tedawî were destpêkirin. Dibe ku bi awayekî pergalî û aborî jî li vê meseleyê bê nêrîn û kesên ji dûr ve xebata tendirustîyê bigirin heqekî bide wê sazî û dezgeha tendirustîyê û xebatkarên li malên xwe dixebitin li dinyayê zêde bibe. Yanê ev hê nîna ye… di siberojê de bi guherînên teknolojîk re em ê hê pir tiştan bibînin. Bi hêvîya ku ev tiştên nû jîyanê xweştir û aramtir bike.

Me di vê pandemîyê de girîngîya pergala tendirustîyê pir eşkere û zelal dît. Li her derê lijneyên zanistî û rêveberîyên wan deran ketin nava hevkarîyekê. Hin der di têkoşîna li hemberî pandemîyê de pir serketî bûn û berovajî wê jî hin ji wan di vê babetê de pir serketî nebûn. Rewşa welatan a aborî û tevdîrên wan ên ji berê de standine, bandoreke mezin li ser vê yekê kirin. Li pir deran nexweşî ew qas berbelav bû ku pergala tendirustîyê xetimî û rûxîya. Mixabin pir nexweş ji ber kêmanîya xizmeta tendirustîyê çûn ser dilovanîyê. Jixwe bi vê re jî xebatkarên tendirustîyê jî pir zehmetî û tadehî kişandin. Pir ji wan bi nexweşîyê ketin û mixabin yên jîyana xwe ji dest dan jî ne hindik bûn. Em naxwazin navan bidin lê pir welatên tevdîrên xwe zêtir stendibûn û pergala xwe ya tendirustîyê qewîn û saxlem kiribûn zêde tadehî ji vê rewşê nedît. Bi gelemperî pandemîya koronayê dersek mezin da dinyayê û ew ê pir bajar û welat ji bo di siberojê de xwe ji pandemîyên cuda re amade bikin, wê têkevin nava hewildanan.

Ji bo siberojê pir nêrînên me guherî. Em hînî pir tiştan bûn. Bi taybetî ji bo zanyarîyên tendirustîyê balek xweş çêbû. Mirovan pir zanînên nû û kêrhatî xistin nav jîyana xwe. Li ser meselê; maske… Mirovan fêm kirin ku maske ji bo astengkirina pir nexweşîyên têger ên bi taybetî jî bi rêya hewayê belav dibin, çi qas girîng e. Di demên asayî û normal de jî dema mirov bi nexweşîyekê bikeve dikare maske bi kar bîne. Maske dê nehêle nexweşî belavî derve bibe û derbasî mirovên din bibe. Berê em xebatkarên tendirustîyê carinan nexweş biketana me maske bi kar dianî û hin nexweşan şaş fêm dikir. Digotin qey nexweşîyek wan a nebaş heye ku pizîşk an jî kedkarên tendirustîyê ji ber vê maskeyê didin ber dev û pozê xwe. Lê ya rast ew bû ku ji bo em wan ji nexweşîyan xwe biparêzin û barê wan zêde nekin me maske dida ber devê xwe. Êdî bi şewba koronayê re dê nexweş ango kesên serî li nexweşxaneyan bidin vê pirsê nekin û ji ber vê rewşê nekevin gumanê.

Dîsa bi heman awayî girîngîya mesefeya fizîkî derket holê. Yanê mirov di nexweşîyên vegir de herî kêm 1,5 metre navberê têxin nava xwe û xwe ji hevûdu vegirin dê belavbûna nexweşîyan kêmtir bibe. Bi saya pandemîyê ji gel û civakê re me bi awayekî eşkere û vekirî zêde zêde ev mijar jî vekola û girîngîya wê da zanîn. Di demên asayî de jî, bi xêr piştî qedandina pandemîya koronayê jî hewce ye mirov di demên nexweşîyan de bala xwe bidin vê xalê û zêde nêzî hev nebin, pir nerin mêvandarîyan û heta ji wan were heta ku baş bibin divê li malên xwe bimînin.

Xaleke sereke jî paqijîya destan e. Em hema hema di her karî de destên xwe bi kar tînin. Em destên xwe pir li der û doran didin. Bi taybetî jî berîya xwarinê û piştî xwarinê hewce ye dest bên şuştin. Lewra pir nexweşî bi rêya destên qirêj dikevin nava xwarinan û em ji ber vê jî nexweş dikevin. Ne tenê bi rêya xwarinan, dema em destên xwe li der û doran dikin û bêyî şuştin dibin ser rû, çav û pozê xwe, em rê li ber xetere û talûkeyan vedikin. Mixabin, bi van awayan mîkrob û nexweşî dikeve canê me û heke hêz û qaweta laşê me jî nebaş be em nexweş dikevin. Heke em li destên xwe miqate bin û wan paqij bigirin dê nexweşî kêmtir bibin bela serê me û em ê jîyanek hê bi tendirust û aram bijîn.

Hêzdarkirina pergala parastina laş ango sîstema bergirîyê jî hate dîtin ku di pêşîgirtina li nexweşîyan de çiqas girîng û kêrhatî ye. Di zanista tibê de em ji vê re îmmunîte [bergirîya laşî] dibêjin. Ev bi rastî jî hem ji bo mirov zêde nexweş nekeve û hem jî piştî nexweşîyê bikaribe zûtir baş bibe ango kêmtir xisarê ji nexweşîyê bibîne pir girîng e. Di pandemîya koronayê de bala pir mirovan çû ser vê xalê. Hewce ye mirov kêm-zêde heşt saetan razê, sê-çar lîtreyan avê vexwe, xwarinên bi proteîn û vîtamîna Cyê bêtir bixwe, tiştên hêşinayî û meywe-sebze pir bixwe, xwarinên hevîrokî û şêrîn kêmtir bixwe, werzîşê bike û bimeşe, heke werzişa li derve ne mimkin be, li malê jî mirov dikare li gora derfetên xwe hin temrîn û egzersîzan bike û li odeya xwe, li şaneşîne, li hewşê bimeşe, ji stres û qehr, kul û derdan dûr bimîne, kêf û moral û enerjîyeke baş li ser meriv be û hwd… di pandemîya koronayê de kesên li van tiştan baldar bûn sûd û fêdeyek berbiçav ji vê yekê dîtin. Mixabin ev yek jî heye ku derfetên her kesî ne wekî hev in. Em li ser civaka me kurdan li rewşê binêrin; xizanî û hejarî têra xwe heye. Mirov tevî dê û bav, kalik û pîrikan bi hejmareke mezin di malekê de dijîn. Pir caran nirxandinên giştî ji bo tevahîya gel û civakê derbasdar nabin. Ev yeka hanê bi rastî meseleyeke gird û giran e. Ez bixwe ji vê yekê pir aciz im û hêvîya min ew e civaka me ji her cûre nebaşî û nexweşîyan dûr bimîne û rewşa her kesî têra jîyaneke asayî bike. Hem ji alîyê aborî û hem jî ji alîyê civakî ve hewce ye her kes bigihêje hizûr û aramîyê. Divê mirov ji bo jîyaneke bi vî rengî bijî û bixebite.

Rewşa niha ya nexweşîyê li pir cîyan cuda ye, lê mixabin ji bo Amedê û herêma me em bi giştî di rewşek xerab de ne. Di vê yekê de her çiqas bandora pir tiştan hebe jî xemsarîya gel û civakê serî dikşîne. Mixabin em ji pir tiştan namînin. Mêvandarî, şîn û şahî û hewarî û hwd… tiştên komî pir nesekinîne. Ji wê jî wêdetir em zêdetir li dawet û mêvandarîyê sor bûne. Mixabin, di cihên wisa komî û xetereya wê zêde de tevdîr pir nayên girtin. Tu kes bi xweşikî maske bi kar nayne û mirov xwe ji hev venagirin. Ev jî rê li ber berbelavbûna nexweşîyê vedike. Hewce ye em kesî wekî nexweşîya koronayê pê re hebe tevbigerin. Lê mixabin, ev yek tê jibîrkirin. Halê hazir tedawîya herî mezin pêşîgirtina belavbûna nexweşîyê ye. Heke em li ser vê yekê baş bisekinin em ê xisar û tadehîya pandemîya koronayê kêm bikin.

Wekî tê zanîn hê parzaya (aşî) nexweşîya koronayê û dermanekî wê yê ji bo wê xisûsî, spesîfîk, taybet nehatîye dîtin. Zanist ji bo parzayê her çiqas ji bo dawîya sala 2020î û serê sala 2021ê hêvîdar be jî em ji sedî sed nikarin bibêjin ku ew ê parza bê dîtin. Herwisa dibe ku tedawî jî neyê dîtin. Lê ji % 50-70ê civakê bi nexweşîyê bikeve dê nexweşî bibe yek ji wan nexweşîyên ku em wan nas dikin û pê re dijîn û dê mirov êdî vê vîrusê nas bikin. Lê ya girîng ev e ku ev yek hêdî hêdî biqewime. Heke tevdîr baş neyên girtin wê nexweşî pir berbelav bibe û biteqe û bi vê re jî wê pergala tendirustîyê bixetime, birûxe. Wê nexweşxane tije bibin û xebatkarên tendirustîyê jî wê têra xizmetê nekin. Ev jî dikare bobelatekê bi xwe re bîne. Heta piranîya civakê bi nexweşîyê bikeve û vê vîrusê nas bike hewce ye pergala tendirustîyê li ser xwe bimîne. Ji bo vê jî hewce ye mirov pir baldar bin û li hemberî nexweşîyê tu carî tevdîran sist nekin. Em hêvî dikin mirov dê baldar û haydar bin, rojek berî rojekê jî em hêvî dikin parza û derman bê dîtin.

Bi rastî mirov dikare nirxandinê hê berfireh bike, lê çarçoveyeke bi vî rengî bes e li gora min. Tenê ez dixwazim qala mijareke pir girîng bikim û hûnandina nirxandina xwe bi dawî bikim.

Ji bo kurdî û kurdan bi awayekî cuda jî girîngîya nexweşîya koronayê heye. Ji ber ku çavkanîya xebatên kurdî bêtir ji çanda devkî tên û ev çand û kultura devkî jî ji mezinên me derbasî nifşên nû dibe, hê bêtir watedar e. Ziman, meselok, çîrok, mijarên çand û kulturî, gotinên pêşîyan, tevna zimanî ya bi tam û çêj, ruhê kurdewarîyê bi van mezinên me re ne. Şewba koronayê jî bêtir tadehîyê li kesên temenê wan mezin û xwedî nexweşîyên kronîk in dike. Lewre wekî tê zanîn ev nexweşî di kesên qaweta laşê wan qels de ango yên pergala parastina laşê wan nebaş de girantir xwe dide der û mixabin di wan kesan de mirin zêdetir çêdibe. Di wexta îzolasyonê de mezinên me baştir li xwe nêrîn û zêde tadehî li wan nehat. Lê mixabin, niha rewş ne ewqasî baş e. Berovajî wê pir xerab e û hema hema roja ku mezinek neçe rehmetê tune ye. Ev jî pelên dara kurdî diweşîne û mixabin mamosteyên me yên zimanê kurdî yên resen jî kêmtir dibin. Hema tenê ji bo vê xala girîng û hêja be jî hewce ye em kurd pir li ser şewba koronayê bisekinin û tevdîran sist nekin. Li gora min divê em her neferek bi têkoşerîyeke dîrokî li mezinên xwe xwedî derkevin. Mixabin, ciwan û kesên din ên malbatê hinekî sersar in di têkoşîna li hemberî koronayê de û nexweşîyê ji mezinên xwe re dibin. Ew kesên ku tenê bi kurdî xewnan dibînin ji ber sistbûna me ji nav me koç dikin û rêya asîmîlebûna kurdan bêtir vedibe. Ez tika dikim em vê yekê asteng bikin. Em xwe li ber wan bikin mertal û em wan biparêzin. Em dilê wan nehêlin û her bi wan re di têkilîyê de bin. Mirov neçe cem wan jî bi rêya axaftinên bi deng û dîmen, em hewce ye li têla reha dilê wan bidin.

*Pisporê Pizîşkîya Malbatê
[/emember_protected]

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial