Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Mînaka Kırmanckî (Zazakî)

Wekî li jorê jî hat dîyarkirin, lêkolînvanên xatirşînas ên dinyaya zanistê hem ji bo civakan hem jî ji bo kultura dinyayê roleke mezin didin zimanan. Lê gelek ji van zimanan ne di ewlehîyê de ne. Li gorî lêkolînan tê texmînkirin ku ji zêdetirî nivê 6000-7000 zimanên ku îro li seranserî dinyayê tê axaftin dê di sedsala pêşîya me de wenda bibin.

Ev sîstem, amûra ku bingeha wê nasnameya hevpar e û ji alîyê nivşan ve bi berdewamî tê domandin (Assmann, 2015, r. 148). Li gorî Russell fonksîyona bingehîn a ziman, birêkûpêkkirina têkilîyên me yên bi dinyayê re ye. Em têkilîya xwe ya yekem a bi rastîyê re bi rêya ziman diafirînin (Özcan, 2014, r. 171-196). Sosyolog Pierre Bourdieu jî, zimanî li gorî şêwaza xwe ya xwerû, wekî şêwazeke sermayeyê ya sembolîk, bi qasî malên konkret ên hêja terîf dike (Nettle & Romaine, 2001, r. 149). Li gorî Chambers jî ziman berî her tiştî amûreke avakar a kulturî ye û kesayetîya têgehê diafirîne (2014, s. 41). Meriv bi zimanî rabirdûyê dibihîze û hîs dike. Zimanê ku ji hebûna nifşên berê diherike û tê, bêdawîbûna takekesan derbas dike û şop, deng û nefesên wan jî hildigire.

Zimanê grubekê, bi şêwaza nêrîna wan a dinyayê re ji nêzîk ve têkildar e. Awayê  jîyana takekesekî/ê û nêrîna wî/ê ya din-yayê bi piranî ji alîyê zimanê wî/ê ve tê dîyarkirin. Li gorî Whorf her ziman, di şekilgirtina têgihiştina dinyayê ya merivên ku wî zimanî bi kar tînin de roleke girîng dilîze. Meriv dinyayê li gorî xetên zimanê xwe yê zikmakî analîz dike. Ziman ji derekî dîyar û li ser navê yekî/ê dipeyive; cihekî dîyarkirî, hawîrdorekî dîyarkirî û hesta aîdîyeteke dîyarkirî ava dike (Chambers, 2014, r. 43). Ji ber vê yekê zimanê her civatê di nav xwe de ruhê wê civatê jî dihewîne û ziman di nav hemû aîdîyetên ku meriv di nav xwe de dipejirîne de, pirî car bûye ya herî dîyarker. Di dîyarkirina nasnameyê de bi qasî dîn ku ji ra-birdûyê heta îro raqîbê wî yê sereke ye û car caran jî hevalbendê wî ye, bi tesîr bûye (Maalouf, 2018, r. 108).

[emember_protected]

Wekî li jorê jî hat dîyarkirin, lêkolînvanên xatirşînas ên dinyaya zanistê hem ji bo civakan hem jî ji bo kultura dinyayê roleke mezin didin zimanan. Lê gelek ji van zimanan ne di ewlehîyê de ne. Li gorî lêkolînan tê texmînkirin ku ji zêdetirî nivê 6000-7000 zimanên ku îro li seranserî dinyayê tê axaftin dê di sedsala pêşîya me de wenda bibin.

UNESCO di derheqê zimanên di metirsîyê de ne lêkolînan dike. Li gorî Atlasa Zimanên Metirsîdar ên Dinyayê (2009) a UNESCOyê, li Tirkîyeyê li gorî hin krîter û pîvanan 18 zimanên di metirsîya wendabûnê de hatîne tesbîtkirin. Ji 18 zimanên di nexşeya zimanên metirsîdar a Tirkîyeyê de cih digrîn 3 ziman wenda bûne, 15 ziman jî di astên cihêreng de bi tehlûkeya wendabûnê re rû bi rû ne (Moseley, 2010). Kirmanckî (zazakî) jî wekî yek ji zimanên di metirsîya wendabûnê de ye, bi navê ‘’zazakî’’ di lîsteyê de cih girtîye. Divê em vê yekê bêjin; zimanê  mijara vê xebata me, ango kirmanckî (zazakî) yek ji zaraveyên kurdî ye. Hin lêkolînvanên ku kirmanckîyê wekî zimanekî serbixwe yê li derveyî kurdî dihesibinin jî hene. Ji ber ku civata bi kirmanckî dipeyive xwedîyê kultureke kevn a nivîskî nîne û hebûna xwe ya civakîyê zêdetirîn bi kultura devkî didomîne, girîngîya hebûna kirmankîyê wekî zimanekî zîndî hîn jî zêdetir dike.

Mirina zimanan, îro wekî kêşeyeke gerdûnî derdikeve pêşberî me. Zanyarên ku li ser vê mijarê lêkolînan dikin, wekî têgeheke gelemperî vê yekê qebûl dikin: wendabûna zimanan wekî wendabûna celebên din ên ekosîstemê pirrengîyê kêm dike û zemîna homojenbûnê amade dike. Ji tesbît û lêkolînên navborî tê fêmkirin ku wekî parçeyek vê kêşeya gerdûnî, li Tirkîyeyê jî gelek ziman bi tehlûke û metirsîya wendabûnê re rû bi rû ne. Di encama van lêkolînan de tê çavdêrîkirin ku tu ewlehîya kirmanckî jî tuneye û di bin metirsîya wendabûyînê de ye, di warê ragihandina navbera nîvşan û veguhestina kulturî de jî her diçe qelstir dibê û bi nîsbeteke mezin hînî zarokan jî nayê kirin. Valahîya ku ji sedema tunebûna têkilîyên zimanî yên di navbera kal û zarokan de pêk tê, di serî de ji bo axaftvanên kirmanckî û mîrata kulturî ya dinyayê wekî wendahîyekê tê nirxandin.

Ji ber vê yekê, li Mamekîyê (Tunceli) ku navenda Dersîmê ye, me lêkolînek herêmî kir, tê çavdêrîkirin ku li wê derê kirmanckî di nav têkçûneke bi lez de ye. Me hewl da ku bi xebata xwe ya ji bo teza doktorayê ya bi sernavê ‘’Wendabûna Zimanên Civatî û Ragihandin (komunîkasyon): Mînaka Kirmanckî (Zazakî)’’, kirmanckî li Mamekîyê di çalakî û pratîkên jîyana rojane de û di warê jîyana kulturî û sosyalî de ji alîyê kîjan nivşan çiqas tê bikaranîn tesbît bikin. Li gor vê yekê di vê xebatê de;

-Kirmanckî bi kê re, li ku derê, kengî, di kijan rewşan de û çiqas tê peyivîn,

-Qebîlîyeta peyivîn û têgihiştinê ji nivşa yekem heta nivşa sêyem rê û rêbazek çawa dişopîne,

-Gelo di navbera nivşê kal û nivşê ciwan de ragihandin û têkilîyên zimanî dikare bê sazkirin û di kîjan merhelê de ye,

-Li gorî temen û cinsîyetê li bersivên van pirsan hat gerîn; zimanê têkilîyên navmalbatê kîjan e, di jîyana xebat û sosyalî de kîjan ziman tê peyivîn, bikaranîn û zindîtîya  ziman a di jîyana rojane de çawa ye.

Ev xebata bi navê ‘’Anketa Bikaranîna Zimanî’’ li Mamekîyê bi 402 kesên 15-75 salî re hat kirin, encam û daneyên anketî hat analîzkirin û encamên balkêş derket holê. Hin encamên vê xebatê bi kurtasî wisa ye:

Di Çarçoveya Sosyo-Demokratîk de Asta Bikaranîna Kirmanckî

Grafîk 1. Temenê Beşdarvanan

 Ji 402 beşdarvanên anketa ziman bi nîsbeta %27,8 ji kesên 31-45 salî pêk tên. Gruba duyem %26,0 ji ciwanên 18-30 salî pêk tê. Zarokên ji 18 salî biçûktir jî bi nîsbeta  % 17,8 gruba sêyem pêk tîne. Li du wan jî bi ferqek biçûk %16,5 gruba kesên 46-55 salî tê. Ji %12,0 beşdarvanên vê anketê jî ji kesên 56 salî û mezintir pêk tên. Bi giranî ciwan û merivên temen navîn beşdarvanên vê anketê ne.

Grafîk 2. Zimanê zikmakî yê Beşdarvanan

 %71,9 beşdarvanên anketê zimanê xwe yê zikmakî wekî kirmanckî, %28,1 jî wekî tirkî îşaret kirine. Tiştê ku ji zimanê zikmakî bê fêmkirin wekî zimanê yekem yê ji dayik hatîye fêrbûn,  tê  qestkirin. Zimanê zikmakî yê hemû beşdervanên anketê û yê dêûbavên wan kirmanckî ye. Kesên ku zimanê wan kurmancî ye li derveyî anketê hatine hiştin. Ji %28,1 kesên ku zimanê xwe yê zikmakî wekî tirkî dest nîşan kirine, piranîya wan, beşdarvanên ji 18 salî biçûktir in.

Grafîk 3. Binavkirina Bawerîya Dînî

Di anketê de hatibû dîyarkirin ku kesên beşdarvan ger bixwazin dikarin bersiva vê pirsê nedin. Ji beşdarvanan %47,1 alternatîfa îslamê, %40,2 alternatîfa elewîtîyê, %12,7 jî alternatîfa ateîst/bêdînîyê îşaret kirine. Dema li temamîya anketê bê nêrîn, tê dîtin ku piranîya kesên dînê xwe wekî îslam îşaret kirine ciwan in û heman grub bi piranî etnîsîteya xwe jî wekî ‘’Tirk’’ dîyar kirine.

Grafîk 4. Binavkirina Etnîsîteyê

Ji beşdervanan %71,5 tercîha kurd (kirmanc, kurmanc) îşaret kirine. %19,6 xwe wekî tirk, %4,5 jî xwe wekî zaza dest nîşan kirine, %4,5 ji tercîha ‘’yê din’’ îşaret kirine û nasnameya xwe ya etnîkîyê veşartine. Tê fikirîn ku kesên nasnameya xwe ya  etnîkîyê wekî tercîha ‘’yê din’’ îşaret kirine kurd in lê ji tirsa dewletê vê yekê vedişêrin an jî xwe aîdî tu etnîsîteyê nabînin.

 

Meyildarîya Nifşên Cuda bo Kirmanckîyê

Grafîk 5. Bi Kê re Kîjan Ziman Tê Peyivîn

Dema li grafîkê bê nêrîn tê dîtin ku di çarçoveya lêkolînê de  piranîya beşdarvanan  komunîkasyona bi dêya xwe re  %55,8 bi tirkî, bi bavê xwe re %60,9 bi tirkî, bi xwişk û birayên xwe re %72,5 bi tirkî û bi hevjînên xwe re %60,2 bi tirkî dipeyivin. Li gel vê yekê hatîye tesbîtkirin ku beşdarvanên anketê bi dapîrên xwe re %59 bi kirmanckî, bi bapîrên xwe re %57,4 kirmanckî dipeyivin. Wekî di grafîkê de jî tê dîtin temen çiqas mezin bibe nîsbeta axaftina kirmanckî jî zêde dibe. Li vê derê xalek din yê balkêş jî tê ditîn; nîsbeta axaftina kirmanckî a bi jinan re ji yê axaftina bi mêran re zêdetir e.

Grafîk 6. Sewîyeya Fêmkirina Kirmanckî

Dema sewîyeya axaftina kirmanckî yê beşdarvanên lêkolînê tê nirxandin tê ditîn ku %46 pir baş fêm dikin, %25,9 piranîya axaftinê fêm dikin, %17,6 hin peyvan fêm dikin û %10,6 jî qet fêm nakin. Hema hema hemû kesên ku kirmanckîyê qet fêm nakin ji 18 salî biçûktir in.

Grafîk 7. Sewîyeya Axaftina Kirmanckî

%36ê beşdarvanan kirmanckîyê bi awayekî herikbar diaxifin, %21,2 dikarin biaxifin lê carnan zehmetî dikşînin, %14,9 nikarin baş biaxifin, %15,1 tenê hin peyvan dizanin lê nikarin hevokan saz bikin, %12,8 jî qet nikarin biaxifin. Di grafîkan de tê dîtin ku sewîyeya axaftinê ji sewîyeya fêmkirinê kêmtir e.  Ev jî dest nîşan dike ku wendabûna ziman ewilî di peyivînê de dest pê dike û dû re jî wendabûna fêmkirinê tê. Dîsa dema hemû lêkolîn bê nirxandin, tê dîtin ku %12,8 beşdarvanên ku qet nikarin kirmanckîyê biaxifin ji ciwanan pêk tê.

Di Helwesta li Hember Zimên de Ferqa Temenê

Grafîk 8. Helwesta li Hember Zimanî

%55,7ê beşdarvanan dibêjin zanebûna kirmanckî ji bo me gelek girîng e, nêzîkî %20î beşdarvan jî zanebûna kirmanckîyê zêde girîng nabînin. Gruba ku girîngî nade zanebûna kirmanckî dîsa ji gruba ciwanan pêk tê.

Grafîk 9. Daxwaza Fêrbûna Kirmanckîyê

Ji kesên ku beşdarî lêkolînê bûne û difikirin ku kirmanckîyê nizanin %72,6 dixwazin kirmanckî fêr bibin, %13,0 jî ne bawer in ka dixwazin kirmanckî fêr bibin an fêr nebin. Tê fêmkirin ku  %14,3yê beşdarvanan -ku nîsbeteke ne kêm e- naxwazin kirmanckî fêr bibin. Dema encamên ku li gorî temenê gruban hatine bidestxistin bên berhevdan, tê fêmkirin ku ev grub ji ciwan û zarokên ji 18 salî biçûktir û tu hesteke wan a bi kurmanckîyê re tuneye pêk tê. 

Analîza Ki-Kare ya Daneyên Di Grafîkan de Tê Dîtin:

Tablo 1.  Analîza beşdarvanên lêkolînê derheqê têkilîya di navbera grubên temenî û zimanê wan ê zikmakî de.

Temen

 

Zimanê zikmakî

 

X2

sd

p

 

Kirmanckî

Tirkî

Yekûn

Ji 18 salî biçûktir

n

30

41

71

45,443

4

,000*

%

42,3

57,7

100,0

18-30 salî

n

72

31

103

%

69,9

30,1

100,0

31-45 salî

n

85

24

109

%

78,0

22,0

100,0

46-55 salî

n

54

10

64

%

84,4

15,6

100,0

56 salî – mezintir

n

43

5

48

%

89,6

10,4

100,0

Yekûn

n

284

111

395

%

71,9

28,1

100,0

Hatîye tesbîtkirin ku zimanê zikmakî yê beşdarvanan bi nîsbeta %57,7 ji yên18 salî biçûktir tirkî, %69,9 yên 18-30 salî kirmanckî, %78 yên 31-45 salî kirmanckî, %84,4 yên 46 -55 salî kirmanckî û  %84,4 yên 56 salî û mezintir jî kirmanckî ye. 

Wekî ji tabloyê jî tê fêmkirin tenê di gruba bin 18 salî de yên ku zimanê wan ê zikmakî tirkî ye ji yê kirmanckî zêdetir in. Di hemû grubên din de li gorî paralela mezinbûna temenê, nîsbeta zimanê zikmakî a kirmanckî zêde dibe û digihîje %89,6.

Tablo 2. Analîza têkilîya etnîsîte û grubên temenê yê beşdarvanên lêkolînê.

Temen

 

Etnîsîte

X2

sd

p

 

Kurd (Kirmanc)

Tirk

Zaza

Yê din

Yekûn

Ji 18 salî biçûktir

n

30

25

3

5

63

33,472

12

,001*

%

47,6

39,7

4,8

7,9

100,0

18-30 salî

n

70

21

7

2

100

%

70,0

21,0

7,0

2,0

100,0

31-45 salî

n

80

19

4

5

108

%

74,1

17,6

3,7

4,6

100,0

46-55 salî

n

55

5

2

2

64

%

85,9

7,8

3,1

3,1

100,0

56 salî – mezintir

n

38

5

1

3

47

%

80,9

10,6

2,1

6,4

100,0

Yekûn

n

273

75

17

17

382

%

71,5

19,6

4,5

4,5

100,0

# Ji sedî (%) li gorî rêzikan hatîye dayin.

*p<0.05

Hatîye tesbîtkirin ku %47,6 yên ji 18 salî biçûktir kurd (kirmanc), %70 yên 18–30 salî kurd (kirmanc),  %74,1 yên 31–45 salî kurd (kirmanc), %85,9 yên 46-55 salî kurd (kirmanc) û %80,9 yên 56 salî û mezintir kurd (kirmanc) in. Li gorî vê yekî ji gruba 18 salî %39,7 nasnameya xwe ya etnîkî wekî tirk dest nîşan dikin. Ji hêla din ve ji gruba 46-55 salî %85,9 xwe wekî kurd (kirmanc) bi nav dikin. Di gruba 56 salî û mezintir de yên ku xwe wekî kurd (kirmanc) bi nav dikin ji gruba berî xwe hindiktir e. Ev helwest jî bi bîr tîne ku di mijara xwe wekî kurd (kirmanc) dîtinê de hin endîşeyên vê grubê heye û hîn bêtir dîqet dikin.

 

Di Helwesta li Hember Zimên de Ferqa Temenê

Tablo 3. Analîza di çarçoveya grubên temenî yên beşdarvanên lêkolînê  û agahdarîya wan a di derheqê kitêbên kirmanckî hatine nivîsîn de.

Temen

 

Derheqe kitêbên ku bi kirmanckî hatine nivisîn de agahdarî

 

X2

sd

p

 

Erê

Na

Yekûn

Ji 18 salî biçûktir

n

24

47

71

17,559

4

,002*

%

33,8

66,2

100,0

18-30 salî

n

33

71

104

%

31,7

68,3

100,0

31-45 salî

n

54

56

110

%

49,1

50,9

100,0

46-55 salî

n

38

28

66

%

57,6

42,4

100,0

56 salî – mezintir

n

15

33

48

%

31,3

68,8

100,0

Yekûn

n

164

235

399

%

41,1

58,9

100,0

# Ji sedî (%) li gorî rêzikan hatîye dayin.

*p<0.05

Hatîye tesbîtkirin ku ji beşdarên lêkolînê bi nîsbeta %66,2 yên ji 18 salî biçûktir, bi nîsbeta %68,3 yên 18-30 salî, bi nîsbeta %50,9 yên 31-45 salî û bi nîsbeta %68,8 yên 56 salî û mezintir di derheqê kitêbên kirmanckî hatîne nivîsîn de ne agahdar in. Tenê ji beşdarvanan bi nîsbeta %57,6 yên 46-55 salî di derheqê pirtûkên kirmanckî de agahdar in.

Tablo 4. Analîza derheqê hestyarîya beşdarvanên lêkolînê ya di çarçoveya navbera grubên temenî û  tiştên bi kirmanckî hatîye nivîsîn de. 

Temen

 

Hestê li hember tiştên bi kirmanckî hatîye nivîsîn tê hîskirin

X2

sd

p

 
 

Ez pir ecêbmayî mam ku tiştek bi kirmanckî dikare bê nivîsîn

Pir kêfxweş û hestîyar bûm

Min tu tiştek hîs nekir.

Min wekî hewleke bê wate dît.

Yê din

Yekûn

   

Ji 18 salî biçûktir

n

18

19

27

2

0

66

151,278

16

,000*

%

27,3

28,8

40,9

3,0

,0

100,0

18-30 salî

n

20

41

25

2

0

88

%

22,7

46,6

28,4

2,3

,0

100,0

31-45 salî

n

15

65

19

0

0

99

%

15,2

65,7

19,2

,0

,0

100,0

46-55 salî

n

12

41

5

2

0

60

%

20,0

68,3

8,3

3,3

,0

100,0

56 salî & mezintir

n

8

18

1

4

14

45

%

17,8

40,0

2,2

8,9

31,1

100,0

Yekûn

n

73

184

77

10

14

358

%

20,4

51,4

21,5

2,8

3,9

100,0

#Ji sedî (%) li gorî rêzikan hatîye dayin. 
*p<0.05

 
             

Hatîye tesbîtkirin ku ji beşdarvanên lêkolînê bi nîsbeta %40,9 yên ji 18 salî biçûktir dema hebûna tiştekî bi kirmanckî hatîye nivîsîn dibihîsin tu tiştekî hîs nakin, bi nîsbeta %46,6 yên 18-30 salî pir kêfxweş û hestyar dibin, bi nîsbeta %65,7 yên 31-45 salî pir kêfxweş û hestyar dibin, bi nîsbeta %68,3yên 44-6-55 salî pir kêfxweş û hestyar dibin û bi nîsbeta %40 yên 56 salî û mezintir jî kêfxweş û hestyar dibin.

Tablo 5. Analîza derheqê têkilîya temenê grûbên beşdarvanên lêkolînê bi giringîya zanebûna kirmanckîyê re

Temen

 

Gelo kirmanckî zanîn ji bo we girîng e?

X2

sd

p

 
 

Pir girîng e

Girîng e

Ferq nake

Qet ne girîng e

Yekûn

   

Ji 18 salî biçûktir

n

21

18

27

5

71

56,692

12

,000*

%

29,6

25,4

38,0

7,0

100,0

18-30 salî

n

54

30

14

6

104

%

51,9

28,8

13,5

5,8

100,0

31-45 salî

n

65

29

15

0

109

%

59,6

26,6

13,8

,0

100,0

46-55 salî

n

44

13

9

0

66

%

66,7

19,7

13,6

,0

100,0

56 salî & mezintir

n

37

8

1

1

47

%

78,7

17,0

2,1

2,1

100,0

Yekûn

n

221

98

66

12

397

%

55,7

24,7

16,6

3,0

100,0

#Ji sedî (%) li gorî rêzikan hatîye dayin.

*p<0.05

 
            

Hatîye ditîn ku ji beşdarvanên lêkolînê bi nîsbeta %38 yên ji 18 salî biçûktir pirsa ‚‘Kirmanckî zanîn ji bo we girîng e?‘‘ bersiva ‚‘Ferq nake‘‘ dane. Bi nîsbeta %51,9 yên 18-30 salî zanebûna kirmanckîyê pir girîng, bi nîsbeta %59,6 yên 31-45 salî pir girîng, bi nîsbeta %66,7 yên 46-55 salî pir girîng, bi nîsbeta %78,7 jî yên 56 salî û mezintir pir girîng dibînin.

Tablo 6.  Analîza derheqê têkilîya temenê grûbên beşdarvanên lêkolînê bi zanebûna zimanê dê û bavan re.

Temen

z

Gelo fêrbûna zimanê dê û bavan giring e?

X2

sd

p

 
 

Belê girîng e

Qismî girîng e

Na ne girîng e

Yekûn

   

Ji 18 salî biçûktir

n

41

25

4

70

54,668

8

0,00*

%

58,6

35,7

5,7

100,0

18-30 salî

n

92

8

4

104

%

88,5

7,7

3,8

100,0

31-45 salî

n

99

7

2

108

%

91,7

6,5

1,9

100,0

46-55 salî

n

61

4

0

65

%

93,8

6,2

,0

100,0

56 salî & mezintir

n

44

2

1

47

%

93,6

4,3

2,1

100,0

Yekûn

n

337

46

11

394

%

85,5

11,7

2,8

100,0

#Ji sedî (%) li gorî rêzikan hatîye dayin.

*p<0.05

 
           

Hatîye tesbîtkirin ku ji başdarvanên lêkolînê bi nîsbeta %58,6 yên ji 18 salî biçûktir, bi nîsbeta %88,5 yên 18-30 salî,  bi nîsbeta %91,7 yên 31-45 salî, bi nîsbeta %93,8 yên 46-55 salî û  bi nîsbeta %78,7 jî yên 56 salî û mezintir gotine zanebûna zimanê dê û bavan girîng e.

Tablo 7. Analîza derheqê têkilîya temenê grûbên beşdarvanên lêkolînê bi bersiva pirsa ‚‘fêrbûna zarokên we ya zimanê we girîng e?‘‘ re

Temen

 

Gelo fêrbûna zarokên we ya zimanê we girîng e?

X2

sd

p

 
 

Belê girîng e

Qismî girîng e

Na ne girîng e

Yekûn

 

Ji 18 salî biçûktir

n

37

18

14

69

56,591

8

0,000*

%

53,6

26,1

20,3

100,0

18-30 salî

n

90

7

7

104

   

%

86,5

6,7

6,7

100,0

31-45 salî

n

100

5

3

108

%

92,6

4,6

2,8

100,0

46-55 salî

n

58

5

1

64

%

90,6

7,8

1,6

100,0

56 salî & mezintir

n

41

2

3

46

%

89,1

4,3

6,5

100,0

Yekûn

n

326

37

28

391

%

83,4

9,5

7,2

100,0

# Ji sedî (%) li gorî rêzikan hatîye dayin.

*p<0.05

 
           

Hatîye tesbîtkirin ku ji beşdarvanên lêkolînê yên ji 18 salî biçûktir bi nîsbeta %53,6 fêrbûna zimanê xwe ya zarokan girîng dibînin bi nîsbeta %20,3 jî girîng nabînin. Bi nîsbeta %86,5 yên 18-30 salî, bi nîsbeta %92,6 yên 31-45 salî, bi nîsbeta %90,6 yên 46-55 salî û bi nîsbeta %89,1 jî yên 56 salî û mezintir fêrbûna zimanê xwe ya zarokan girîng dibînin.

 

Helwesta li Hemberî Zimên bi Têkilîya Aîdîyeta Dînî re

Tablo 8. Analîza temenê grûbên beşdarvanên lêkolînê derheqê têkilîya di navbera ziman û dinê wan de

Zimanê zikmakî

 

Dîn

X2

sd

p

 

 

Elewî

Îslam

Bê dîn/Ateîst

Yekûn

   

kirmanckî

n

78

78

22

178

3,783

2

0,151

%

43,80

43,80

12,40

100,00

Tirkî

n

20

37

9

66

%

30,30

56,10

13,60

100,00

Yekûn

n

98

115

31

244

%

40,20

47,10

12,70

100,00

# Ji sedî (%) li gorî rêzikan hatîye dayin.

 

Hatîye tesbîtkirin ku ji beşdarvanên lêkolînê piranîyeke mezin yên ku zimanê wanê zikmakî kirmanckî ye bi nîsbeta %43,80 xwe wekî elewî û bi nîsbeta %43,80 jî xwe wekî îslam dibînin, piranîya ku zimanê wanê zikmakî tirkî ye bi nîsbeta %56,10 dînê xwe wekî îslam dîyar kirine. Li gorî tabloyê kesên ku zimanê wanê zikmakî kirmanckî ye nîsbeta yên xwe elewî dibînin û yên xwe îslam dibînin wekhev e. Lê tê fêmkirin ku yên zimanê wanê zikmakî tirkî ye bi piranî xwe wekî îslam dibînin. Meriv dikare bibêje li gorî van daneyan bi ziman re binavkirina dînê jî vediguhere. Li gorî hemû daneyên din, tê ditîn ku wendabûna nasnameyê bi taybetî di nav grûba ciwanan de pêk tê.

 

Têkilîya Aîdîyeta Etnîkî bi Binavkirina Bawerîya Dînî re

Tablo 9. Analîza di derheqê têkilîya etnîsîte û dînê beşdarvanên lêkolînê de

Etnîsîte

 

Dînê we

X2

sd

p

 

 

Elewî

Îslam

Bê dîn/Ateîst

Yekûn

 

Kurd (Kirmanc, Kurmanc)

n

78

66

22

166

27,819

6

0,000*

%

47,00

39,80

13,30

100,00

Tirk

n

9

38

4

51

%

17,60

74,50

7,80

100,00

Zaza

n

5

5

1

11

%

45,50

45,50

9,10

100,00

Yê din

n

3

2

4

9

%

33,30

22,20

44,40

100,00

Yekûn

n

95

111

31

237

%

40,10

46,80

13,10

100,00

#Ji sedî (%) li gorî rêzikan hatîye dayin.

*p<0.05

 
           

Hatîye tesbîtkirin ku ji beşdarvanên lêkolînê yên etnîsîteya wan kurd in xwe bi nîsbeta %47 elewî, yên etnîsîteya wan tirk in xwe bi nîsbeta %74,5 îslam, yên etnîseteya wan zaza ne xwe bi nîsbeta %45,5 elewî û bi nîsbeta %45,5 jî xwe wekî îslam nîşan didin. Yên etnîsîteya xwe wekî ‚‘yê din‘‘ nîşan dane jî bi nîsbeta %44,4 xwe wekî ateîst dibînin.

Di vê tabloyê de tê ditîn ku yên gotine etnîsîteya me kurd (kirmanc) e, bi piranî dînê xwe wekî elewî, yên gotine etnîsîteya me tirk e, bi piranî dînê xwe wekî îslam, yên gotine etnîsîteya me zaza ye jî, dînê xwe bi nîsbeteke wekhev wekî elewî û îslam nîşan dane.

Li vê derê tê dîtin ku kurdbûn zêdetir bi elewîtîyê re , tirkbûn jî zêdetir bi îslamê re têkildar e û nîsbeta tirkbûna beşdarvanan çiqas zêde bibe nîsbeta îslambûnê jî zêde dibe.

 Têkilîya di Navbera Daxwaza Fêrbûna Kirmanckî û Aîdîyeta Etnîkî de

Tablo 10. Analiza beşdarvanên lêkolînê ya derheqê daxwaza fêrbûna kirmanckî û aîdîyeta etnîkî

Hûn dixwazin kirmanckî fêr bibin?

 

Etnîsîteya we

X2

sd

p

 
 

Kurd (Kirmanc, Kurmanc)

Tirk

Zaza

Yê din

Yekûn

   

Belê

n

118

24

9

9

160

50,827

6

0,000*

%

73,80

15,00

5,60

5,60

100,00

Ne bawer im

n

11

15

0

1

27

%

40,70

55,60

0,00

3,70

100,00

Na

n

8

22

1

1

32

%

25,00

68,80

3,10

3,10

100,00

Yekûn

n

137

61

10

11

219

%

62,60

27,90

4,60

5,00

100,00

#Ji sedî (%) li gorî rêzikan hatîye dayin.

*p<0.05

 
            

Ji tabloyê tê fêmkirin kesên ku dixwazin kirmanckî fêr bibin bi piranî etnîsîteya xwe wekî ‘’kurd (kirmanc)’’, yên naxwazin bi kirmanckî fêr bibin jî bi piranî etnîsîteya xwe wekî ‘’tirk’’ bi nav dikin. Li vê derê tê ditîn ku di navbera aîdîyeta etnîkî û daxwaza fêrbûna kirmanckî de têkilîyek heye. Yên xwe wekî ‘’tirk’’ dibînin naxwazin kirmanckîyê fêr bibin.

Di çarçoveya hemû van daneyan de encamên ku hatine bidestxistin ev in:

Giranîya yên ku zimanê xwe yê zikmakî wekî kirmanckî dipejirîne yên 56 salî û mezintir in, yên ku zimanê xwe yê zikmakî wekî tirkî dipejirînin jî bi giranî gruba 18 salî û yên biçûktir in. Ev encam dest nîşan dike ku nivşê ciwanan wekî zimanê yekem tirkî fêr dibe.

Disa tê fêmkirin ku di nav gruba ciwanan de %42,3 yên ku zimanê xwe yê zikmakî wekî kirmanckî dîyar kirine ji nivîyê zêdetirê wan kirmanckî nizanin an jî tenê fêm dikin û nikarin bipeyivin. Kesekî/ê  ji nivşên ciwan yên bi fêrbûna tirkî dest bi jîyanê bike, ligel têgihîştin û pejirandina wî/wê ya tirkî wekî zimanê zikmakî, rewşek xwezayî be jî, dîyar e ku dê ji bo fêrbûna kirmanckî jî meyîl neke. Ligel ku kirmanckîya ji dêya xwe ya zimanê wê yê zikmakî kirmanckî ye fêr nebûye, çîrok, stran, lîstik û meseleyên tarîxî jî nikare fêr bibe.  Ev jî pêşbînîya me ya di derheqê jiholêrabûna veguhastina zimanan a di navbera nivşan de dibe sedema nêzîkbûna têkçûna sîstema agahîyên mirovahîyê jî piştrast dike.

Beşdarvanên ji 18 salî biçûktir, bi giranî aîdîyeta xwe ya etnîkî wekî tirk, zimanê xwe yê zikmakî wekî tirkî û dînê xwe jî wekî îslam dîyar dikin. Ev encam jî dest nişan dike ku nivşê nû ligel bidest-nexistina kirmanckî, nasnameya vê civakê nikare bi dest bixe.

Ligel ku gruba 18 salî û biçûktir li malê bi piranî tirkî dipeyivin gruba 56 salî û mezintir jî bi piranî kirmanckî dipeyivin. Di her du gruban de jî ziman bi heman nîsbetî cih guhertine. Ev jî raman û hîpoteza me ya di derheqê mijara veguhestina kirmanckî a di navbera nivşan de palpişt dike.

Nêzîkî temamîya gruba 18 salî û biçûktir bi malbata xwe re tirkî dipeyivin, yên gruba 56 salî û mezintir jî kirmanckî dipeyivin

Beşdarvanên 18 salî û biçûktir bi axaftina tirkî xwe baştir dikarin îfade bikin, yên 56 salî û mezintir jî bi axaftina kirmanckî xwe baştir îfade dikin. Ev rewş serdestîya tirkî ya di jîyana rojane de dîyar dike. Jixwe di cihên fermî û giştî de bikaranîna kirmanckî ne gengaz e, ligel vê yekê tê dîtin ku di jîyana taybet de jî bikaranîna kirmanckî her diçe kêmtir dibe û cihê xwe ji tirkî re dihêle.

Axaftina kirmanckî a beşdarvanên 18 salî û biçûktir ji destpêkirina xwişk û birayên re her ku paşve diçe, bi dê û bavan re û bi navşên kevn re bi awayekî rêkûpûk û sîstematîk zêde dibe.

Nîsbeta axaftina kirmanckî di navbera cînsîyetan de cuda cuda ye. Nîsbeta axaftina kirmanckî a ciwanan bi dêyan re ji axaftina bi bavan re du qat zêdetir e. Ferq bi nîsbetek ewqas mezin nebe jî heman tişt di axaftina bi dapîr û bapîran de jî tê dîtin. Dema hemû encamên lêkolînê bê berbiçavkirin, dê bê dîtin ku di warê axaftina kirmanckî ya jin û mêran de jin bi kêmasî 5 puan li pêş in. Ev rewş dîyar dike ku jinên ji alîyê mijarên wekî nîsbeta xebatê, sewîyeya perwerdeyê, şaristanî û bikarnîna qadên giştî bi dezavantaj in, dikarin zêdetir zimanê xwe biparêzin.

Zimanê zikmakî yê dê û bavên hemû beşdarvanên 56 salî û mezintir kirmanckî ye. Ev nîsbet  di gruba 18 salî û biçûktir de gelek kêm dibe.

Hema hema temamîya beşdarvanên 56 salî û mezintir li malên xwe zimanê ku dê, bav û mezinên wan bi wan re dipeyivîn kirmanckî ye. Di mijara bikaranîna kirmanckî ya jîyana rojane de ferqa mezin a di navbera gruba 18 salî û biçûktir û gruba 56 salî û mezintir de dîyardeyeke watedar a têkçûna kirmanckîyê ya di pêşerojê de ye. Ne tenê di warê axaftin û fêmkirinê de, helwesta li hemberî ziman û girîngîdayin û bêhestyarîya ciwanan a li dijî metirsîya wendabûna ziman jî dest nîşan dike ku  tehlûke û metirsî ji yê ku tê texmînkirin mezintir e.

Beşdarên 56 salî û mezintir di jîyana rojane de bi herkesî re bi nîsbetek mezin kirmanckî dipeyivin û xwe bi kirmanckî hîn baştir dikarin îfade bikin, ligel vê yekê binavkirina xwe ya etnîkê bi nîsbeteke kêmtir wekî kurd (kirmanc) dîyar dikin. Ev rewş, ji alîyekî ve dest nîşan dike ku zemîna  gengeşîyên di derheqê kirmancan de parastvanê tûj ên têgeha wekî ‘’Em ne kurd in’’, ‘’Em elewî ne’’ hene. Ji hêla din ve jî mimkin e ku hin kes jî ji sedema sîyaseta dewletê ji bikaranîna navê kurd ditirsin. Li gorî çavdêrîyên me yên di pêvajoyê lêkolînê de, me bi awayekî vekirî dît beşek ji gelê herêmî ji xebatên bi vî rengî dûr disekinin û bi mesafe ne. Ew bawer dikin xebatên bi vî rengî, bi armanca fîşkirinê ji alîyê dewletê ve tên kirin.

Wekî encam, Kirmanckî bi refansa UNESCOyê tê bilêvkirin ku di bin metirsîya wendabûnê de ye, zimanê civateke ku nifûsa wê 2 heta 6 mîlyonî tê texmînkirin e û ev ziman bi hemû faktorên tehdît û metirsîyên bo wendabûna zimanekî re rû bi rû ye. Li gel hemû van tehdît û metirsîyan kirmanckî wekî zimanekî, di serî de berhemên edebîyata gelêrî, tarîxî, kulturî û bawerîya civata xwe bi serkeftî  heta vê serdemê anîye, ev ziman îro di bin metirsîya tunebûnê de ye û wenda dibe. Nîşana herî girîng a vê yekê ew e ku zarok êdî kirmanckî fêr nabin û napeyivin. ‘’Zarok dilê zimanekî ye’’, ger zarok bi wî zimanî nepeyive, dilê wî zimanî disekine, ev yek jî endîşeya me ya ji bo misteqbela kirmanckîyê zêdetir dike.

Tarîxa mirovahîyê, ji alîyê zimanan ve şahidîya rûxîn û hilweşîneke bê emsal dike. Texmînên heta niha hatine kirin, nîşan didin ku nîvê zimanên dinyayê, belkî jî hîn zêdetir wenda bûne. Û ger tedbîrek neyê girtin dê dinya gelek dengên xwe yên cihêreng jî wenda bike. Ev wendabûn ne tenê ji bo kesên ku ziman û çanda xwe wenda dikin, divê bê têgihiştin wendayîyek ji bo hemû dinyayê ye. Wekî ku gelek zanyar bi lêv dikin, cihêrengîye ser rûyê erdê aîdê hemû mirovahîyê ye, divê wendabûnê wê jî herkesî eleqeder bike û divê parastina zimanên di bin tehdît û metirsîya wendabûnê de ye ji bo herkesî girîng be. Çunku di encama wendabûna zimanan de agahdarî û zanebûnên têkildar jî (wekî mînak, têkilîyên ekolojîk, teknîkên çandinîyê an jî cureyên ajelan ên heta niha nayên zanîn) dê wenda bibin (Leßmöllmann, 2014). Lê di heman demê de tê zanîn tesîra wendabûna van zimanan, ku ji bo mîrata kultura dinyayê tehdîdek e, di demek kurt de nayê ditîn. Ji ber vê yekê wendabûna zimanekî bi qasî wendabûna nebat û ajelekî ne balkêş e. Wekî ku Maalouf dibêje, dema bawerî û helwesta ku ji bo pêşîlêgirtina tunebûna neslê panda û gergedanan tê nîşandan, ji bo zimanekî di bin metirsîya tunebûne de ye jî bi îmkanên entelektuelî, hestyarî û madî û bi têgeheke seferberî bê nîşandan, dê cihêrengîya kulturî qezenc bike (Maalouf, 2018, r. 107).

Li dijî wendabûna zimanan ku bi lezgînî pêk tê, lêgerînên çareserkirina alternatîf jî didomin. Di mijara pirzimanîyê de  Cyristal dibêje, divê herkes xwedîyê du zimanan be; ya yekem zimanê xwe yê etnîkî, ya duyem jî ji bo bikaranîna di têkilîyên navneteweyî de zimanekî hevpar. Ango dinyayeke ku herkes bi kêmasî bikaribe bi du zimanan bipeyive tê xwestin û pêkhatina vê yekê jî mimkin e. Lê hebûn û pêwistîya zimanekî hevpar divê li miqabilî wendabûna zimanên din nebe. Yek ji van zimanan ji bo domandina nasnameyê, ya din ji bo hatina têgihiştinê ye, yanî xizmeta du armancên cuda dikin, ji ber vê yekê ne pêwist e ku li dijberî hev bin (Crystal, 2007). V. M. Alpatov jî piştgirîya vê tezê dike. Li gora wî di rewşa ku du ziman hebin, ji bo herkesî du hewcedarîyên xwezayî dikevin têkilîyê; ev, hewcedarîyên şexsan ên têkilî û nasnameyê ne (Alpatov, 2016, r. 24). Maalouf dibêje êdî zimanê nasnameyî û zimanê cihanî têr nake, hewcedarîya herkesî herî kêm bi sê zimanan heye. Ya yekem zimanê nasnameyî, ya duyem îngilîzî, divê ya din jî di navbera van herdu zimanan de zimanekî din a bi awayekî azad bê hilbijartin (Maalouf, 2018, s. 114).

Li gorî rastîya ku tê zanîn ziman û kultura merivan hema hema li her derê dinyayê danegeheke bingeheke agahdarîyê) mezin e. Her geşepêdana ji nifşekê bo nivşê din, gav bi gav asta pêşketina kultura mirovahîyê zêde dike û ev geşepêdan bi rêya ziman ji bîr û hişmendîyê re tê veguhestin. Bîr û hişmendî jî dîsa bi rêya ziman ji nivşên dahatûyê re tê veguhestin. Yek ji tiştên herî girîng ê bikaribe vê çerxê rawestîne şikestina ziman e.  Palpişta bingehîn a zanyarên ku pêwistîya jiyandina zimanan diparêzin divê ev têgeh be.

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

[/emember_protected]

_________

Çavkanî

– Altınörs, A. (2015). Dil Felsefesi Tartışmaları Platon’dan Chomsky’e – Ji Platon heta Chomskyî Gengeşîyên Felsefeya Ziman. İstanbul: Bilge Kültür Sanat.

– Assmann, J. (2015). Kültürel Bellek. Hişmendîya Kulturî , İstanbul: Ayrıntı.

– Chambers, I. (2014). Göç, Kültür, Kimlik.– Koç, Kultur, Nasname, İstanbul Weşanên Ayrıntı .

– İnci, B. (2018). Toplumsal Hafızanın İnşasında Dil’i Yeniden Düşünmek – Di Avakirina Hişmendîya Civakî de ji nû ve Fikirîna Ziman Academia edu.: https://www.academia.edu/33287671/TOPLUMSAL_HAFIZANIN_%C4%B0N%C5%9EASINDA_D%C4%B0L%C4%B0_YEN%C4%B0DEN_D%C3%9C%C5%9E%C3%9CNMEK.

– Leßmöllmann, A., (2014, Eylül 23), Buchkritik. Spektrum.de: https://www.spektrum.de/rezension/buchkritik-zu-wenn-sprachen-sterben-und-was-wir-mit-ihnen-verlieren/1309909.

– Maalouf, A. (2018). Ölümcül Kimlikler – Nasnameyên Xedar, İstanbul: Weşanên Yapı Kredi.

– Moseley, C. (2010). UNESCO Atlas of the World’s Languages in Danger. (Moseley, Christopher (ed.). 2010. Atlas of the World’s Languages in Danger, 3rd edn. Paris, UNESCO Publishing. Online version: http://www.unesco.org/culture/en/endangeredlanguages/atlas) Mart 12, 2018, http://www.unesco.org/languages-atlas/en/atlasmap.html: http://www.unesco.org/languages-atlas/en/atlasmap.html.

– Nettle, D., & Romaine, S. (2001). Kaybolan Sesler: Dünya Dillerinin Yok Oluş Süreci. Dengên Wendabûyî: Pêvajoya Wendabûna Zimanên Dinyayê, İstanbul: Weşanên Oğlak.

– Özcan, Z. (2014). Dil Felsefesi 1 (Mantıkçı Paradigma) – Felsefeya Ziman (Paradîgmaya Mantiqî. İstanbul: Weşangerîya Sentez.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial