Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Li Sahelê, tedbîrên tund ên ewlekarîyê… lê belê rewş ne aram e

Li gorî komeleyên maliyî, hêza fransî «Barkhane » 3yê kanûna paşîn a 2021ê li Bountiyê gelek gundî kuştine. Bi bingeh an jî na, ev sûcbarî hêrsa xelkên ku, ji 2013an ve, dibin mexdûrên înfazên cîhadîyan, xemsarîyan hikûmetê û tevneke leşkerî ya navneteweyî ya dorpêçker piştrast dikin. Ji bo Parîsê, niha êdî dem dema nirxandina rewşê ye

 Tevî heşt salên desteka leşkerî û aborî, êrişên terorîst zêde û berfireh bûn li navenda Malîyê, dû re jî li bakurê Burkîna Faso û Nîgerê. Li gorî Buroya Neteweyên Yekbûyî ya Afrîkaya Rojava û Sahelê di 2019an de heşt hezar kes mirin, ango pênc qat zêdetir ji hejmara 2016an. Komên çekdar ên livbar û guhêrbar, bi sûdwergirtina ji «valahiştina dewletê»,(1) ji bajarên mezin vedikişin û bêhtir berê xwe didin herêmên kevîyî, herêmên-sînor, rêyên ku tê re qût, qaçaxçîyên çekan û madeyên hişber, şervan û koçber derbas dibin.

Hêzên li Sahelê bicihkirî ji dema operasyona fransî «Serval», a 2013an û vir ve, bi ser neketin li hemberî çend sed an jî çend hezar şervanên van tabûran, ku xwe nadin ber şerûpevçûnên rasterast û karîn bi vî awayî stratejîyeke şax vedana bi kûrahî bigihînin nava xelkê bêyî ku bibin xwedî îdîaya serwerîyeke fermî.

Şikestina leşkerên malîyî

Li hember, artêşa hikûmeta Malî dimîne wekî «gewdeyekî mezin ê nexweş»ê herêmê, tevî hewldanên bicihbûnê jî ji alîyê Mîsyona perwerda Yekîtîya Ewropî li Malî (EUTM) : Ji 16 000 leşkerên ji alîyê Bamakoyê ve dîyarkirî, hejmara kesên operasyonel kêmtirî 10 000î ne. Wekî ku her car ev rewş mijara gotinê ye li parzemînê, leşkerên li hemberî şerê navberdewletan an jî ji bo parastina rejîmên sîyasî perwerdekirî, li hemberî pevçûnên navxweyî an jî pevçûnên xwedî karaktera tevgerên wêdetirî sînoran kêmtir amade ne. Pîyadeyên kêmtir livbar ji ber nebûna derfetên projeksîyonê, demeke dirêj li leşkergehên xwe an jî li qereqolan tên ragirtin û ev rewş jî wan dike hedefa bijarte ya êrişên serhildêran, eynî wekî li Nîjerê.

Ji bilî vê, artêşa hikûmeta Malîyê -weke yên din ên li herêma jêrîn- neçar ma gelek nifşên şervanên berê, nexasim jî tûaregan entegre bike di pêvajoya peymanên aştîyê yên li pey hev de (1992, 2006, 2013, 2015); leşker kêm dimînin, şertûmercên pêşketinê rastî berxwedanê tên; gendelî, asta fermandarîya bilind jî di navê de, berbelavî her astê dibe. Hin helîkopter û balafirên nêçîrê yên di salên 2010î de li bazara navneteweyî bi bihayekî pir bilind hatibûn bidestxistin, derket holê ku ne di rewşa bikaranînê de ne. Hetta, yên ji alîyê ewropîyan, fransîyan û amerîkîyan ve jî ekîbkirî û amadekirî û ji nû ve avakirî ji 2015an û şûn ve li gorî «plana pêncsalane» ya bi îdîa, artêşa hikûmeta Malî hê jî dibe mexdûra kêmasîyên wan: ew dibe hedefa êrişan li nava leşkergehên xwe yên li herêma navendî, ku li wir zêde nema û derbasî bakur bû û li vir jî bi dehan salane kontrola rastî winda kirîye û ancax di kanûna pêşîn a 2020î de ji nû ve karî qismen xwe bi cih bike. Hê xirabtir: ew ji sûcên şer jî berpirsîyar hat dîtin. Alioune Tine ê senegalî ku li Malîyê pisporê serbixwe yên têkildarî mafên mirovan bû2, (2) tesbît kir ku zêdetirî du sed hezar înfazên bêdadgerî di 2020î de, bi taybetî li herêma navîn a derdora Moptî û Segûyê hatine kirin -sûcbarîyeke gelek caran li dijî hêzên Bukînabes jî hat kirin-.

Ji 2014an ve, hêzên herêmê hevkarîyê dikin di çarçoveya G5-Sahel(3) de ku Malî, Burkîna Faso, Nîjer, Morîtanya û Çadê li hev kom dike. Li vir ya mijara gotinê bi hewldana hevpar a pêşvebirina aborî û civakî û bi lihevgihandina derfetên leşkerî têkoşîna li dijî bêaramîya wêdetirî sînor e (lê bêlê hê gelek kêmasîyên wê hene). Her welatê endam yek an jî du tabûran tayîn dike ji bo operasyonên «hêza lihevgihandî» ya G5-Sahel, ku personelên wê jî li Bamakoyê ne û hevkarîyê dike li gel hêza fransî «Barkhane», a li N’djamena (Çad) bicihbûyî. Ji bilî operasyonên têkel li herêmên sînor, bi derfetên şopandinê, sed kîlometre wêdetirî sînoran û bicihkirina komên livûtevgera bilez, G5-Sahel bi kêrî pevguhertina îstîxbaratan û lihevhatina sîyasetên neteweyî yên ewlekarîyê jî tê. Ji bo Ahmedou Ould-Abdallahê morîtanî, dîrektorê Navenda Stratejîyên ji bo Ewlekarîya Sahel Sahara (C4S), avabûna wê li gel vê yekê fikreke sexte bû, ji ber ku «ne bi lêzêdekirina qelsîyan, lê bi zêdetir komplekskirina pir netewbûn û fînansmanên derve hêzek tê pêkanîn. Ev yek dawîya dawî dişibe fabrîkayeke gazê» (France Info, 11. 12. 2019). Entegrasyona muhtemal, di demdirêjîyê de, a welatên din -wekî Senegal an jî Peravê Diranê Fîl- wê bibûya zehmetîyeke suxre.

Di 2020î de, çend serketin hatin qeydkirin, bi taybetî li herêma Liptako-Gourma, ku wekî «sê sînor» jî tê binavkirin û li navbera Malî, Nîjer Burkîna Faso ye. Lê belê serwerîya bi temamî ya herêmê li derveyî îmkanan e: 3ê kanûna paşîn a dawî, bo nimûne, şervanên ji Malîyê bi motosîkletan hatin, bi sedan gundîyên nîjeryayî kuştin -komkujîya herî xirab a deh salên dawî-. Sala borî, artêşa nîjeryayê di dema êrişên li dijî qereqolan de bi qasî sed leşker winda kiribûn. Li vê herêmê bû ku leşkerên fransî jî windahîyên herî mezin dan, di 2020 û 2021ê de (12 ji 55 kesên ji 2013an ve hatine kuştin).

 «Ji ya herî xirab dûr bikevin»

Artêşa Çadê, yek ji yên herî bi tecrube yên herêmê, divîyabû ji heşta yekê tabûran tedarîk bikira ji bo hêza hevpar, lê belê M. Idriss Déby, ku divê îsal bibe serokê G5-Sahel, dev jê berda. Bi bîrxistina gefeke domdar a li derdora Çadê, yek ji herêmên çalakîyê yên rêxistina cîhadî ya nîjeryayî Boko Haram, wî tercîh kir hêzên xwe yên bijarte li wir konsantre bike. «Mareşalê Çadê» -yê ku xwe bi vî navî destnîşan kirîye ji tebaxa dawî ve, piştî destwerdana li destûrnameyê- dixwaze bi taybetî ji tevahîya hêzên artêşê sûdê wergire dema ku tehdîdek hebe li dijî destilatîya ku wî di destê xwe dide kom kirîye ji zêdetirî sî salan ve.

Aktorê din ê girîng ji bo ewlekarîya Sahelê: Mîsyona piralîyî ya entegre ya Neteweyên Yekbûyî ji bo aramîkirina rewşê li Malî (Minusma), yek ji operasyonên sereke yên aştîyê yên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY), di nava pênc salan de gihîşt asta kadroyekî bi qasî 14 000 kesî. Bicihbûyî li tevahîya welêt, ew gelek caran tê sûcbarkirin ku bi qasî pêwist sîvîlan naparêze. Şefên dewletê yên herêmê jî jixwe dixwazin hêzên siviktir û bileztir, ên bi erkeke xurtkirî werin wezîfedarkirin. Û ev yek jî mimkin û rewa ye li gorî «beşa 7» a şertê NYê, ku destûrê dide livûtevgereke wêdetirî bersivdayîna rewa ya parastinê û «ferzkirina aştîyê». Bi vî awayî, hêzên kumşîn wê karibin êrişbaztir bin, hem li Bakur -gotûbêja navbera desthilata navendî û komên xweserîxwaz- û hem li navenda Malîyê, ku herweha bûye navende çalakîyên cîhadî wekî pevçûnên navbercivatan. An na, ev mîsyona aştîyê ji bilî ku bibe «makîneya belavkirina tezmînatan» bi kêrî tu tiştekî din nayê, li gorî axaftina serokê senegalî Macky Sall li Foruma dawî ya Dakarê a li ser ewlekarîyê, a kanûna paşîn a 2019an. M. Ould-Abdallah, ku ji bo wî jî gef li gel vê yekê têra xwe cidî ye û pêwistî bi peymaneke navneteweyî heye, li hemberî vê yekê, «ev hêzên pasîf zêde biha ne û bi ser de jî civata navneteweyî bêîtîbar dikin. Welatên me ne xwedî çavkanîya ne, ne jî hêza wan a xwe ragirî û hevgirtinê heye ji bo têkoşîna li dijî van êrişan gişan. Bi taybetî jî gava ew dibin sedemên şerûpevçûnên qewmî jî.»

Lê belê divê nexasim em hêza fransî «Barkhane», jî ji bîr nekin. Ev hêza ku piştî operasyona «Serval» niha êdî li pênc welatên sahelî hatîye bicihkirin. Bi 5 100 leşkeran, ku her çar mehan carekê tên nûkirin û xwedî makîneyên hewayî yên têra xwe bi heybet e -helîkopterên li Malîyê, balafirên barkêş ên li N’Djamena, balafirên bêmirov û balafirên nêçîrê yên li Niamey-, ew li ser pergala ewlekarîyê ya herêmê serwer e. «Eger ew were vekişandin, wê kaos çêbe», li gorî M. Nicolas Normand, balyozê berê yê Fransayê li Malîyê (Marianne, 30 tebax 2020). Artêşa fransî hê jî ji «çanda fetihkarîyê» sûdê werdigire. Ev çanda bi tesîr û mîrasmayî ji demên kolonyalîzmê, nexasim ji alîyê hêzên deryayî û Lejyona bîyanî ve tê domandin. Wekî berê, leşkerên «Barkhane» zanîn dîsa çawa bi şev bi ser gundên gumanbar ve bigirin, bi navê lêgerînê her tiştê wan serûbin bikin, gundîyan bigirin û van gişan bi hevkarîya leşkerên afrîkî dikin.

Artêşa fransî ku serok François Hollande pesnê «serketina» wê ya 2013an dida, (4) heşt sal şûn de careke din ji nişka ve dibîne ku ketîye nava operasyoneke ji bo kontrolkirina herêmeke bi qasî Ewropaya Rojava mezin, li tenişt rejîmên sîyasî û amûrên leşker ên hesasbûyî, wekî ku derbeya leşkerî ya 18ê tebax a 2020î a li Malîyê jî nîşan da.(5) Tevî derfetên xwe yê giran û nûjen, hedefa wê, bêguman sînordarkirî, têkildarî çarçoveya çemberê ye : kêmkirina bi qasî pêwist gefa terorîst ji bo ku aktorên xwecihî karibin rewşê kontrol bikin; kontrolkirina şîdeta ketîbeya [tabûr] cîhadîstên Sahelê, bi zanîna ku tevî serketinên taktîk ên tekrarbûyî jî serketineke teqez ne mimkin e; û xwe dûrgirtina, wekî prensîb, ji têkelbûna nava karûbarên civatî û qewmî û pevçûnên têkildarî erd, av û sewalan, ku tenê xwedîyên xwe eleqedar dikin.

Bi derbasbûna salan re, leşkerên fransî li gorî şemayeke di 2015an de ji alîyê general Didier Castres ve hatibû xêzkirin, taktîkek eciband. «Êdî dawî bînin li awayê fikirîna bi tenê “rizandin, qirkirin, jiholêrakirin” wekî ku “di şerê clausewitziennes de” (6) dihat kirin, lê êdî bêhtir «herikînan, tevnan, girêkan an jî navendan bikin hedef»; li qelsîyan bigerin, «li ser dirûnan û pevgirêdanan tevbigerin» bi saya yek ji zanîna baş a xelekên dabînkirinê, zincîrên fermanê, pergalên ragihandinê; bi têgehên «paltforman» lê êdî ne bi «zihnîyeta garnîzonê» bifikirin; bibin xwedî «kabîlîyeta meşandina stratejîyeke tevgerê û adaptasyoneke berdewam» ; surprîza cih, dem û hecmê biafirînin, û eger mimkin be «şeqîna birûskê» (7) lê zêde bikin. M. François Lecointre, serfermandarê giştî yê artêşan, hê di hezîrana 2019an de, li pêşîya komîsyona parastinê ya Meclîsa Neteweyî îdîa dikir ku «ewlekirina rewşa Nîjerê wê pêdivî bi salan hebe». Wî dawetî «sebra stratejîk» dikir, bi hesabkirina rewşa «sîstemîk» a krîza Sahelê û li ser armancên şer jî xwe nedixapand: «Divê leşkerek kêfxweş be eger ji rewşa herî xirab xwe dûr girtibe.»

Bisînorkirin ji ber ku ji nifûsa pêwisttir xuya dike, nexasim li Malîyê, ev rewş veguherî dijî berjewendîyên Parîsê. (8) Di îlona 2019an de, fotomontajek nîşan dide ku «artêşa fransî zêrên li Malîyê talan dike» ji nû ve derdiket holê, hema çend meh piştî komkujîya sed û sî gundîyên fûlanî ji alîyê mîlîsên Dogon li Ogossagû ve, li nêzî sînorê li gel Burkîna Faso. Fotomontajeke ku paşî hat çêkirin îdîa dikir ku hêzên sêreng «motosîket radestî cîhadîstan kiribûn». Sûcbarîya talana bin erdê jî wekî ku hê nehatîye îspatkirin: ji bilî gaza Cezaîrê û uranyûma Nîjerê -ku bikaranîna wan bi qasî berê êdî ne bi qezenc e û dikare di demeke dirêj de dest jê were kişandin-, îthalkirinên hîdrocarbures û mîneralên afrîkî ji alîyê Fansayê ve bi taybetî ji Nîjeryaya ingilîzîaxêv û Angolaya portugalîaxêv pêk tên. Piştî vê lêkolînê, (9) derdikeve holê ku tu têkilîyeke rastîn tune li navbera herêmên destwerdana fransî û wargehên bingehîn ên li parzemînê, Parîs eleqe nîşanî wan dide. Albayê berê yê hêzên deryayî ku niha bûye dîrokzan, Michel Goya «xweşxeyalekê» bibîr dixe; M. Ould-Abdallah, «fahşbûnek»; lêkolîner Caroline Roussy, ji Enstîtûya Têkilîyên Navneteweyî û Stratejîk (IRIS), «teorîyeke komploya fahş».

Di vê navberê de, îmaja artêşa fransî xira dibe: meylek xwe ragirtina li nava leşkergehên pir parastî, livûtevgera tenê bi erebeyên zirxkirî, bi çekan xemilandî, bi maske û bi lepik li gel her cure ekîpmanên xweparastinê, ewçend tedbîrên ku ewlekarîyê pêk tînin ji bo leşkeran, lê belê xelkê ditirsînin û ji bo ragihandinê cesaretê nadin. Pir zehmet e di van şertan de bikevin nava hewldana «fetihkirina dil û hiş» wekî ku teorîsyenên dij-serhildanan îdîa dikin. Gelek kes êdî zêde bawer nakin ku «hêzên “Barkhane” û Minusma -bûbin xwedî îtîbar bi derfetên mezin ên jê sûdê werdigirin- û berevajî wê, bawer dikin ev hêz nikarin deshilatîya bi zirar a komên çekdar ên terorîst kêm bikin, an jî qet nebe xelkê biparêzin ji van koman», li gorî tesbîta Boubacar Haidara, lêkolînerê li Sciences Po Bordeaux û dersdarê li Zanîngeha Ségou.(10)

Şaşiyên siyasî yên Parîsê

Heman nêrîn ji bo «stratejîya çermê serî» jî mijara gotinê ye: ji holê rakirina gelek pêşengên serhildêran ji alîyê hêzên taybet ên fransî ve an jî bi navgîna êrişên bi dronên çekdar, lê tu caran berdewam nebûyî bi resiman, pênasekirina mexdûran, hejmar û bîlançoyan. «Dron dikujin, lê belê em nizanin kê û çima», wisa dinivîsa nûçegihan Rémi Carayol.(11)  5ê kanûna paşîn a dawî, nêçîra fransî jiholêrakirina bi qasî bîst şervanên cîhadî li herêma Douentza a Malî xwest; lê belê komeleyên xwecihî wê bi tevlîhevkirina vê kombûnê bi merasîmeke zewacê sûcbar dikin û dixwazin der barê mijarê de lêpirsînek were pêkanîn. Tevî prosedurên ji bo pêşîlêgirtinê jî, rîska li sîvîlan xistinê nikare ji holê were rakirin, ji ber ku pir zehmet e were tesbîtkirin ka kesên li heman derdorê dijîn kîjan jê sîvîl in, kîjan jê «terorîst» in.

Tevî her tiştî, leşkerên bûn xwedî şansê parastina îtîbara xwe ya ji bo «Serval», operasyona giştî ya wekî serkevtî hat nirxandin ji ber ku nehişt cîhadî di 2013an de Bamako desteser bikin. Leşkerên fransî îro ji «şerekî laboratuwarî» sûdê werdigirin, di asta herêmî de û ev şer dibe zemîna xwepêşandana qabîlîyeta şerkirinê ji bo ekîpmanên ku berhemên endustrîya biçekkirinê ne û ev giş ji ber pêkanînên li herêmên başûr di warê ewlekarîyê de îmaja lîderîyê didin Fransayê. Lê belê berdêl giran dibin: diravî (nêzî milyarek ewro her sal), mirovî (17 000 leşker tên tayînkirin her sal, ango ji çara yekê şervanên artêşa bejayî, 55 mirî û 300 birîndar ji 2013an ve) û sîyasî (gumana neokolonyalîzmê).

Tu çareserîyeke baş, wisa xuya ye nayê pêşkêşkirin ji bo «Barkhane». Veqetîn an jî ji nû ve bicih bûna li derveyî Malîyê wê bihêle ku Parîs ji her berpirsîyarîya rasterast rizgar bibe, lê belê bi her halî ew ê korîdorekê jî ji cîhadîyan re veke. Belkî jî ji rûsan, tirkan an jî çînîyan re jî. Mayîn û domandin wekî ku ev careke din hat piştrastkirin ji alîyê hikûmeta fransî ve û hat destekkirin ji alîyê rayedarên derbekar ên malîyî ve? Ev ê nebe rewşeke mutleq, hetta, ev ê nebe hêvîyeke başkirina rewşê jî, ji ber nebûna desteka kafî ya sîyasî û îdarî ji alîyê dezgehên xwecihî ve.

Tercîha xurtkirinê -mîna «pêleke» ceribandî (li gel serketina ku tê zanîn) ji alîyê serok Barack Obama li Afganistanê- destekkirî ji alîyê Parîsê ve di kanûna paşîn a 2020î de, bi şandina 550 leşkerên îlawe û zexteke azamî li ser herêma «sê sînoran», dengeya hêzan li qadê serûbûn nekir. Hêvîyê ji niha û şûn ve li nava hêza «Tabuka» bicih dike, ev hêza ji alîyê fransîyan ve xeyalkirî, lê belê têkelbûyî bi çend beşên cuda yên leşkerên hêzên taybet ên welatên ewropî. Û bi taybetî li nava artêşa malîyî careke din ji nû ve hat birêxistinkirin. Lê belê bi her halî gelek sal pêwist in berîya karîna derbasbûna ji meşaleyê. Wekî din, lêkolîner Marc-Antoine de Montclos, ku bawer dike ev şer ne yê qezençkirinê ye,(12) dibêje hebûna wext nedîyar a leşkerên fransî li Sahelê û berfirehbûna van pevçûnan «dikarin berê van koman jî fireh bikin û derînin asteke cîhanî nexasim jî ji bo bi êrişên li ewropayê bikevin pey tolhildanê». Bo nimûne tehdîta ku koma desteka ji bo Îslamê û misilmanan, şaxa El Qaîdeyê li Sahelê, ku berpirsyarîya êrişa 28ê kanûna  pêşîn a dawî li dijî karwanekî leşkerî girt ser xwe. Wanê bi vî awayî berê xwe bida rêveberên fransî û afrîkî yên bê navber tînin ziman ku aramîya tevahîya Afrîkaya Sahelî, Afrîkaya Rojava û hetta Ewropayê girêdayî vê peymana fransî ye.

Rewş wê ne ev bûya eger Parîsê şaşîyên xwe yên sîyasî pirbare nekiribana. Berî hertiştî di awayê destnîşankirina dijberên xwe de: gelek lêkolîner retorîka «şerê li dijî terorîzmê», ku teknîkeke besît û çavkanîya şaşîyên stratejîk tê hesibandin, ji nû ve dinirxînin. Ev retorîk têgihîştina dîyardeyan li nav herêma ku lê «gelek motîvasyon li hev rast tên, carna ji hev zêde dibin, gelek caran tesîrê li hev dikin» bi sînor dike, li gorî Alain Antil, endamê Enstîtûya Fransî ya Têkilîyên Navneteweyî (IFRI). Ew ferqê dixe navbera têkoşîna çekdarî ya bi referansa îslamî ango serhildana ji bo ferzkirina reforman li dewletê û şîdeta ji bo guherandina dengeya hêzên navbera civakan. Berpirsîyarê mîsyona li Navenda Analîz, Pêşîgirtin û Stratejîyê (CAPS) ya wezareta Ewropayê û karên derve, Laurent Contini destnîşan dike ji alîyê xwe ve ku «navxweyîkirin» a cîhadî, pêşî gihîşt nava civatên Fûlanîs-Foulbés, lê belê ev rewş gelek komên din jî (Dogons, Mossis, Bambaras) eleqedar dike. Ew jî dixwaze bi «dijminê yekane» re vê meselê safî bike û xwe dûr bigire ji lihevgermbûna cîhadîstan, serxwebûnxwazan û narkotrafîkan, her çendî sînorên navbera van kategorîyan car caran têkel û dorveger be jî, eynî wekî hevgirtinên navbera komên çekdar. (13) Hê di 2018an de, vî dîplomatî, di kovareke wezareta karên derve de, «rojanekirineke cidî ya lojîsîyel» a girêdana leşkerî ya fransî li Sahelê diparast.(14)

Mijara xetereya cîhadîgira cîhanî bêguman dihêle ku destwerdanên leşkerî yên li gorî raya giştî ya fransî û paytextên bîyanî were rewakirin, li gorî texmîna Montclos, lê belê ew temînateke ranta jeopolîtîk jî herweha dide rayedarên xwecihî. Ew «rewatîyê dide damezrandina rejîmên awarte yên dewleta hiqûqê binpê dikin». Lêkolîner bo nimûne balê dikşîne ser bexişandina bêcezabûnê ji bo hêzên hikûmeta Malî ku înfazên wan ên li dijî gundîyan bûne hêzeke sotemenîyê ji bo gelek kes tevlî nava revên tevgerên cîhadî bibin û ev tevger xwe wekî berxwedêrên li dijî dagirkerîyê pêşkêş bikin. Li gorî lêkolîner, koka van tevgeran bi bîrbirina xwecihî ya parastin û mayîna li jîyanê girêdayî ye, ango di destpêkê de xwe naspêrin motîvasyonên olî: «cîhadîgirîyê» wekî gefeke ji cîhana ereb îthalkirî pêşkêşkirin û van çalakîyên terorîst bi radîkalkirina îslamê sûcbarkirin dihêle ku hikumetên xwecihî nexwazin kêmasîyên xwe yên heyî bibînin. Ev yek herweha dibe asteng li pêşîya analîzeke hûrbîntir a gefan û pevçûnan li gorî mijaran, welatan û herêman û dibe sedem ku rêyên çareserîya sîyasî ya kirîzan jî werin xitimandin.

Şertê ku Parîsê danî –«em behsa kesên ku fransîyan dikujin nakin»- ber daxwazên ji bo dîyalogî yên Bamakoyê li gel hin komên cîhadî, ji êrişbazîya serok Emmanuel Macron a li Pau a kanûna paşîn a 2020î zêdetir bi kêrî zindîkirina îmaja Parîsê nehat: şefên dewletên afrîkî ên dawetkirî li bajarê garnîzona başûrê Fransayê ku lê berî demeke kin hatin binaxkirin leşkerên sêreng ên li Malî hatibûn kuştin, ji nû ve bi awayekî vekirî ji hêza berê ya kolonyal destek xwestin. Di rastîyê de, divîyabû leşkerên fransî ji dawîya 2013an ve ji Malîyê hatibana vekişandin. Vê vekişînê wê hem leşkerên hikûmeta Malîyê hem jî hêzên herêmî yên afrîkî yên li bin sîya fransîyan mabûn xurt kiribana û dû re jî ew li nava Mînusmayê bi cih kiribana. «Di wextê xwe de hêsan bû bêçekkirina tevahîya koman», li gorî nirxandina M. Normand, ku ji bo wî peymanên Ouagadougou (2013) û Cezaîrê (2015) bûn sedem ku «sendîkavanîya Kalaşnîkov were fedakirin».(15)

Lê belê gunehê esasî wê jihevxistina, di 2011an de, rejîma Mûammer Qedafî be ku bi destwerdana leşkerî ya fransî-brîtanî li bin banê Rêxistina Peymana Atlantîk a bakur (NATO)yê pêk hat, hem jî bi biçûkxistina hevalbendên Parîs ên li Sahelê –«Min xeber ji radyoyê bihîst», hêrsa xwe bi wan gotinan dianî ziman, serokê Nîjerê M. Mahamadou Issoufou- û tevî muxalefeta Yekîtîya Afrîkî, ku hewl dida navbeynkarîyê bike.(16) Encam: şerekî navxweyî yê bi qasî deh salan dom kir, li gel çaryana çekan û şervanên ku tevahîya herêmê xistin nava agirê şer û «tesîreke hê xirabtir» a bêîstîqrarîyê hê jî didome li tevahîya Sahelê, li gorî M. Mohamed Ould Ghazouani, şefê dewleta Morîtanî, ku heta sibata 2021ê serokatîya G5-Sahel kir. Ji bo wî, her çareserîya xweragir a krîza herêmê di çareserkirina rewşa Lîbyayê re derbas dibe.

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

___________

1) Binêrin li nivîsa Rémi Carayol, «Li Malî, şerî tu tişt çareser nekir», Le Monde diplomatique, tîrmeh 2018.

2) «Divê Malî li înfazên derveyî dadgerîyê dawî bîne û li bêceza hiştinan jî», ONU info, 12 hezîran 2020, https://news.un.org

3) Binêrin li nivîsa «Hevkarîyeke herêmî ji bo xwe rizgarkirina ji Fransayê», Le Monde diplomatique, tîrmeh 2018.

4) Binêrin li nivîsa Anne-Cécile Robert, «François Hollande, président à Bangui», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2014.

5) Binêrin li nivîsa Anne-Cécile Robert, «Li Malî, derbeya dewletê li welatekî bêdewlet», Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 2020.

6) Hêrskirin «şerekî jihevxistinê ye» ji bo dawîanîna li dijberî xwe. Carl von Clausewitz (1780-1831), ku ji bo wî şer berdewamiya siyasetê ya bi amûrên din bû, bi taybetî têgehe «şerê mutleq» bi pêş xist.

7) Konferansa li ser hiqûq û operasyonên derve, Paris, 2-3/11/ 2015.

8) Binêrin li nivîsa Fanny Pigeaud, «Hebûna fransî li Afrîkayê, tengezarî », Le Monde diplomatique, adar 2020.

9) Thierry Hommel û Marc-Antoine Pérouse de Montclos, «Fransa ya leşkerî li Afrîkayê: veberhênaneke xirab a aborî», The Conversation, 25 îlon 2019, https://theconversation.com

10) Boubacar Haidara, «Çima nêrîna gelemperî ya welatên Malî xwedî bergeheke neyînî ye beramberî operasyona “Barkhane”», The Conversation, 10 sibat 2020.

11) Rémi Carayol, «Artêşa fransî balafirên xwe yên bêmirov çekdar dike, lê belê gotûbêj tê tepisandin», Mediapart, 6 îlon 2020, www.mediapart.fr

12) Marc-Antoine Pérouse de Montclos, Şerekî windakirî. Fransa li Sahelê, Jean-Claude Lattès, Paris, 2020.

13) Laurent Contini, «G5 Sahel û têgeha ewlekarî-pêşvebirinê», Recherches internationales, n° 117, Paris, kanûna paşîn-adar 2020.

14) Alain Antil, «Ji Servalê heta Barkhane, kîjan bîlanço ji bo kîjan perwerdeyan?», Les Carnets du CAPS, Paris, havîn-payîz 2019.

15) Nicolas Normand, «Malî, rojavayê dûr yê bê şerîf», Diplomatie, Paris, kanûna pêşîn 2019.

16) Binêrin li nivîsa Jean Ping, «Gelo divîyabû Qedafî bihata kuştin?», Le Monde diplomatique, tebax 2014.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial