Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

“Kurmê edebîyatê bi min girtibû û dev ji min bernedida”

Ez bi xwe alîgirê pirdengîyê me. Yanî ez ne li dijî hebûna partîyên cihê û fikrên cihê me. Pirdengî nîşana demokrasîye ye. Gava hemû kurd bibin yek û tenê di bin sîwana partîyekê de tev bigerin, hingî cih li demokrasî û azadîya fikrê teng dibe. Lê, partî û fikrên cihê ji bo bidestxistina mafên kurdan, ji bo doza azadîyê divê bi hev re tev bigerin. Divê ji hev re nebin asteng û kelem. Hev rexne bikin jî, divê neyartîya hev nekin. Divê hertim dîyalogek di navbera wan de hebe da ku bi hev re bigihîjin armanca xwe.

Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çîyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980yî de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Wî di eynî salê de kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de ew di nav tevger û çalakîyên edebîyata kurdî de ye. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara NÛDEMê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya NÛDEMê ava kir. Firat Cewerî bi xwe heta niha 20 kitêb nivîsandine û 20 jî wergerandine kurdî. Kitêbên Cewerî wergerîyane swêdî, almanî, erebî, tirkî û farisî. Herweha çîrokên wî di antolojîyên swêdî, almanî, erebî û tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm. Cewerî bi pênc romanên xwe; Payiza dereng, Ez ê yekî bikujim, Lehî, Maria melekek bû û Derza dilê min wekî romannivîsekî girîng bal kişandîye ser xwe. Firat Cewerîyê ku hê jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de serokatîya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kirîye. Firat Cewerî di sala 2018an de ji ber xebatên xwe ji alîyê Akademîya Swêdê ve hat xelatkirin. Di sala 2020î de jî Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê ew bi qelema zêrîn xelat kir.

Jînda Zekioğlu: We di destpêka salên 80yî de ji Mêrdînê koçî Swedê kir. Dema kitêba we ya yekem hat weşandin, hûn hîn 20 salî bûn. Gelo we heta 20 salîya xwe çi berhev kiribû? Ya rasttir, di tûrikê we de çi hebû ku we nikaribû di temenekê ewqas ciwan de di hundirê xwe de bigirta?

Firat Cewerî: Di dema me de em zû mezin dibûn, barê mezintîyê zû li me dihat barkirin, me zû berpirsîyarîyên mezinan hildigirt. Dema em dibûn deh salî, em wekî bîst salîyan tevdigerîyan, em dibûn bîst, êdî em ji xwe mezintir bûn. Gava em niha li wê dîrokê vedigerin û serkêş û pêşengên tevgerên kurdî ên wê demê bi bîr tînin, em dibînin ên ku temenê wan bi ser sihî ketibûn kêm bûn. Loma, ez jî zû mezin bûm. Gava biçûk bûm jî bi mezinan re tevdigerîyam û wekî mezinan dilivîyam. Loma, ez di temenê xwe ê biçûk de ketim bin berpirsîyarîyeke mezin. Ji bilî ku me ê şoreş bikira û sîstemeke nû ava bikira, em ji bo hişyarîya gel wekî derwêşan bi gund û bajaran ketibûn. Tê bîra min ku me di hevdeh hejdeh salîya xwe de eşîr li hev dianîn. Lê, digel van hemûyan kurmê edebîyatê bi min girtibû û dev ji min bernedida. Ez bi edebîyatê radizam, bi wê radibûm. Edebîyata bi zimanê qedexe. Edebîyata bi zimanê qaçax. Edebîyata ku karîbû her bela bianîya serê min. Gava me nêzîkî li salên 1980yî kir, tenê du rê li ber min man; an zîndan, an jî bazdan… Min sirgûn hilbijart. Ji bo ez zimanê xwe vejînim, min da ser rîya sirgûnê. Erê, dilê min tije bû. Ew dilê bîst salî êdî ne zaro bû. Wî dilî bi hezar zehmetîyan sînor gav kiribûn û xwe gihandibû welatekî dûr. Da ku li wê dûrîyê bi zimanê xwe ê qedîm kula dilê xwe vebêje. Gava pêşî, wekî te jî kerem kir, bi kitêba pêşî hat avêtin. Sala 1980yî bû, ez hê naşî bû, lê ketibûm ser rêyeke dûr û dirêj; rêya ziman û edebîyata kurdî…

[emember_protected]

Swêd pir zû bû navenda edebîyata kurdî. Bi hewldana entelîjasyona kurdan a ku tu jî di nav de yî û ji alîyê tarîxzan Rohat Alakom ve wekî ‘kurdên Swedê’ tê binavkirin, li Swêdê di dawîya salên 80yî de dinyaya raman û hişmendîya kurdî aj da û geş bû. Tu vê geşepêdanê çawa bi bîr tînî?

– Di salên 80yî de ewrekî reş xwe bi ser welatê me de girtibû. Cûntayên leşkerî, desthilatdarîyên fundamentalîst, rejîmên Baasê dest xistibûn qirika welatîyên me û agir bi ser wan de dibarandin. Ên hatin girtin, hatin girtin, ên hatin kuştin, hatin kuştin, ên xwe ji nav pencên van sîstemên ne hevdem filitandin jî berê xwe dane Ewrûpayê û piranîya wan li Swêdê bi cih bûn. Kurdên ku berê ketibûn ser rêya welatên Ewrûpayê, yeklibin ne tê de, piranîya wan karker bûn, lê ên piştî salên 80yî hatin, sîyasî û xwende bûn. Ji hemû parçeyên welêt bûn. Xort bûn, dînamîk bûn, li ser xwe bûn. Ew bi dû peran û mal û milk neketibûn. Ew ji ber doza xwe hewcedarî derketina ji welêt bûbûn û bi hemû enerjîya xwe ji bo welatê xwe ketibûn nav xebat û têkoşînê. Gava pêşî ku li Swêdê hat avêtin, avakirina Federasyona Komeleyên Kurdistanê bû. Ev Federasyon ji komeleyên kurdan ên seranserî Swêdê pêk dihat û fikir û nêrînên cihê di nav xwe de dihewand. Vê Federasyonê, wekî organa xwe, di sala 1981ê de dest bi derxistina kovareke kurdî kir. Navê kovarê Berbang bû. Berbang di demeke kurt de bû navnîşana hemû nivîskarên kurd. Ez bi xwe jî yek ji nivîskarên kovarê ê berdewam bûm. Min bi du navan di kovarê de dinivîsand. Kovarê bi salên dirêj dewam kir. Di wê pêvajoyê de, gelek kurdên ku berê tenê sîyasî bûn û xwe dispartin îdeolojîyan jî hêdî hêdî li xwe vegerîyan û li xebata ziman û edebîyata kurdî gurr bûn. Di wê navê de, êdî li Swêdê zarokên kurdan li dibistanên Swêdê wekî dersên bijarte dest bi perwerdeya zimanê xwe kirin. Weşanxane vebûn, hejmara kovar û rojnameyên kurdî zêde bûn. Welê bû ku zimanê kurdî li nav kurdên Swêdê bû zimanê sereke. Mirov qet kurdên bi hev re bi tirkî, erebî, an jî farisî dipeyivîn nedidît, her kurd bi hev re bi kurdî dipeyivîn. Ew kurdîya ku li gora serdestên kurdan nîşana nezanî û paşdemayinê bû, bûbû zimanê zana û maqûlan.

Federasyon hê jî heye, lê organa wê Berbang dernakeve. Piranîya weşanxane û kovarên kurdî jî rawestîyane. Berê xebata vir bi welêt ve bûye…

Li gorî fikra we geşepêdana ku wê demê li Swêdê hatibû destpêkirin di wan salan de an jî îro li seranserî Ewropayê belav bû? An jî di vê mijarê de Swêd hîn jî cuda ye?

– Hejmara kurdê Almanya, an jî Fransayê ji ên Swêdê bêtir bû. Lê piranîya wan karker bûn. Digel wê jî li Fransa û Belçîka enstîtuyên kurdî hebûn. Bo nimûne, di dema herî tarî de, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ji bo kurdan çirûskek ronahî bû. Enstîtuya Kurdî ya Brukselê jî digel kovara xwe ya bi nave Têkoşer gelek karên baş kirin. Piştî salên 1990î êdî li gelek welat û bajarên Ewrûpayê kurdan dest bi vekirina enstîtu û dezgehên kulturî kirin. Kovar derketin, rojname derketin, konferans li dar ketin û kanalên televîzyonan vebûn. Ew xebata ku di salên 80yî de li Swêdê gurr bûbû, li seranserî Ewrûpayê belav bû. Lê dîsa jî, di warê xebata ziman û edebîyata kurdî de cihekî Swêdê ê taybetî heye…

Hûn di peyivîn û hevpeyvînên xwe de koçkirina xwe wekî „revekê“ diwesifînin. Hûn bilêvkirina vê yekê wekî acizîyekê nanirxînin. Berevajî, hûn vê yekê wekî pergaleke hilberînê dibînin. Lê yên li paşmayî, vê revê wekî revîneke jixwe dinirxînin. Di navbera psîkolojîya yê çûyî û yê mayî de, pêdivîya koçberîyê rast nayê vegotin, an jî bi gotineke din dewlet di mijara ‘cudabûnê’ de bi ser dikeve?

– Wê bibe dubare, lê ez ê dîsa bibêjim; ez pir zû ketim nav sîyasetê, pir zû jî jê derketim. Sebeba mesafeya ji sîyaseta partîtîyê jî edebîyat bû, ziman û edebîyata kurdî bû. Di dawîya salên 70yî de li welatê me sazûmana leşkerî hebû. Gava me nêzîkî li salên 80yî kir, êdî hazirîya cûntaya leşkerî dihat kirin. Di wan salan de li welatê me du partîyên kurdan ên çekdar bi çek rabûbûn hev û rojê bi çendan xortên kurdan diherikîn erdê. Gava kurdan li gund û bajarên welatê xwe hev dikuştin, Kenan Evren jî nêzîkî bidestxistina karînê kiribû. Di wê demê de, di nav wî agirî de ez ketibûm cîhana edebîyatê û min edebîyata xwe bi zimanê malê dinivîsand. Ji avakirina Komara Tirkîyê û heta bi wê dîrokê, ji ber qedexebûna zimanê kurdî, bi tenê çend berhem bi kurdî derketibûn. Lê min bi înyad dabû ser pişta kurdî. Ji hingî ve min digot ez ê jîyana xwe têxim oxira ziman û edebîyata kurdî. Ez berî bi cûntaya leşkerî bi çend mehan derketim. Temenê min nozdeh bû. Piştî bi kurtedemekê cûntaya leşkerî karîn xist destê xwe. Bi hezaran û dehhezaran keç û xortên kurd û tirkan hatin girtin û di îşkenceyên nedîtî re derbas bûn. Ji alîyekî ve min kêf dikir ku ez derketibûm, ji alîyê din ve jî ez xwîn digirîyam. Bi salan ez bi xewnên tirsê ji nav nivînan vediciniqîm. Bi salan ez li sirgûnê bi agirê bêrîkirinê dişewitîm. Lê ziman û edebîyata ku min ji bo wê berê xwe dabû sirgûnê dihat hawara min, di ber dilê min dida û bêhna min fireh dikir…

Firat Cewerî merivekî tevî helbestên xwe yên jiberkirî koç kirîye. Helbestên di kitêba ‘Êriş Dikin’ de zilmê, zordarîyê, têkoşîna zimanê zikmakîyê û koçberîyê vedigotin. Ev kitêba ku di rojên reş ên salên cûntaya 1980î de hatibû weşandin, gelo li ser kê çiqas tesîr kir, hêrsê çiqas zêde kir û bi kêrî têkoşînê hat?

– Belê, wekî te jî kerem kir, kitêba min ya pêşî bi navê Êrîş dikin di sala 1980yî de derket. Lê ji bo ez wan helbestên xwe derxim derveyî sînor min hemû ji ber kiribûn. Gava kitêba min derket, hemû hêvîyên kurdan şikestibûn. Ewrê bêhêvîtîyê her der dagir kiribû. Lê min xwe spartibû gotinê. Min digot:

Êrîş dikin dayê wana,

Her dem êrîş tînin ser me

Bi wan destên pîs î qirêj

Dest davêjin gepa me…

Hingî ziman, an jî edebîyata kurdî ji bo giranîya partî û rêxistinên kurdan di dereceya duduyan de bû, dereca yekem sîyaset û îdeolojî bû. Hingî bi derketina kitêba min hin kes ecêbmayî man, ji ber temenê min ê biçûk hinan bawer nedikirin, hin jî bêhawe kêfxweş bûn û bi gotin û helwestên xwe hêvîyeke xurt da min.

Ango ez niha, di 2021ê de vê pirsê bipirsim, armanc û mîsyona edebîyata Firat Cewerî çi ye? An jî Firat Cewerî tenê nivîskar e?

– Armanca Firat Cewerî ya destpêkê ew bû, ku ew zimanê kurdî vejîne, bi wî zimanî têkeve cîhana edebîyatê û bi edebîyata xwe wekî şeqamekê li rûyê înkarkerên zimanê kurdî bide. Gava Firat Cewerî di cîhana edebîyatê de dilive, azad e, xwe azad his dike. Bi qasî ew li dijî sansurê ye, ew ewqasî jî dûrî otosansurê ye. Ew tu carî xwe nêzîkî edebîyata şelafîyê nake. Ew li dû mirovên jibîrbûyî digere da wan derxe rûkala dinyayê û balê bikişîne ser wan. Ew bi edebîyata xwe, an helwesta xwe, şelafîyê nake da xwe têxe çavên hinan. Ew bi nivîsandina xwe pesnê pîsan nade, qencan jî pîs nîşan nade. Çavkanîya wî mirov in; ew ji gelek mirovan mirovekî, mirovekê diafirîne û tîne dike yek ji me…

Helbet edebîyat xwedîyê xeyal û îmajên polîtîk e. Tenê ne evîn, tenê ne xizanî, tenê ne koçberî hemû hest û hîs ji demek şûn de dijwar û polîtîk dibin. Em di romanên we de jî vê yekê dibînin. Hûn xwe li kudera vê tora polîtîkî hîs dikin? Wekî mînak; Temoyê di romana we ya ‘Ez Yekî Bikujim’ de. Çi tişt bû yê ku Temo bi we da nivîsandin?

– Ya rastî edebîyat her tişt e; evîn e, bêrîkirin e, xizanî ye, koçberî ye, psîkolojî ye, polîtîk e, tenêtî ye, xapandin e, xwekuştin e… Gava sînor ji edebîyatê re hate danîn, hingî kuştina nivîskar bi xwe ye.

Sîyaset karekî komî ye, kolektîf e; edebîyat, an jî huner karê takekesî ye, afirandin e. Edebîyatvan tiştekî ji tune de diafirîne, pêşkêşî me dike û ew tişt, piştî demekê rengekî, maneyekê dide jîyana me ya xav. Ez gelek caran lehengên xwe ji jîyana rastî hildibijêrim. Ez li dû kesên ku di quncikan de hatine ji bîr kirin digerim, dixwazim wan derxim rûkala dinyayê û balê bikişînim ser wan. Gava ez vê dikim, ne ku ez ji tirsonekekî qehremanekî, an jî ji qehremanekî tirsonenkekî diafirînim. Herweha ez ji pirsgirêkên wan re jî li çareserîyê nagerim. Ez tenê dixwazim bibêjim birîn ev e, êş ev e, nexweşî ev e. Ez dixwazim êşên derve û hundirîn ên lehengan pêşkêşî xwendevanan bikim. Herçiqas lehengên ez diafirînim çêkirî bin jî, ez hewl didim ku wan bikim yek ji me. Ma yekî ku panzdeh salan di zîndanê de mabe, îşkenceyên hovane dîtibe, êş û azara bêpîvan kişandibe û piştî panzdeh salan ji wê zîndanê derkeve, ma wê normal be? Heke ji her deh salan nifşekî nû bigihê, di dema ku Temo di zîndanê de bû nifş û nîvekî nû gihiştîye. Bajarê Temo pênc caran mezintir bûye, avahî bilindtir bûne. Gava Temo ji zîndanê derdikeve, şênîyên bajêr baznadin pêşîya wî, wî hemêz nakin, nabêjin tu di ber me de panzdeh salan di zîndanê de mayî. Her kes bi jîyana xwe re mijûl e. Di civata me de ên mîna Temo bi hezaran in. Gava em kirasekî edebî li lehengên weha bikin û wan pêşkêşî civatê bikin, ew ê nemir bibin. Em herin jî ew ê bimînin…

Gelê ku hunermendên wê li sirgunê bin, zimanê wê jî li sirgunê ye. Kurdî wekî zimanê devkî hatibû mehkûmkirin û ev jî dihat wateya ku di nav salan de dê wenda bibe. Lê bi saya hilberîna we û hilberînên nivîskarên kurdan dê kurdî wenda nebe. Hûn di pêvajoya têkoşîna azadîyê ya kurdan de hewl û performansa ‘’xwendina kurdî, pêşxistina kurdî û berxwedana li dijî asîmîlasyonê’’ çawa dinirxînin?

– Hê berî bi çil û sê salan gava min bi salên xwe ên naşîtîyê dest bi nivîsandina kurdî kiribû, ên ji me mezintir, ji berdêla pesnê me bide û me bêtir teşwîqî nivîsandinê bike, digot ma ev çi ye, em ê van hemûyê piştî şoreşê li dar bixin. Yanî sîyasetvanan guh nedidan ziman û edebîyata kurdî. Piştî demeke ewqas dirêj, mixabin, dîsa guh nadin ziman û edebîyata kurdî. Heke tu ji sîyasetvanekî kurd, ji parlementerekî ku li ser navê kurdan hatîye hilbijartin navê du nivîskarên kurd bipirsî wê nizanibe, nav zanibe jî qet berhemeke wan nexwendîye. Ne ku tenê nexwendîye, qîmetê jî nadinê.

Sîyaseta dewletê ya li dijî kurdan û zimanê kurdî dîyar e, lê sîyaseta kurdan, hesasîyeta wan ya li hemberî zimanê wan ne dîyar e. Fikrên kurdan ên sîyasî çi dibin bila bibin, ew bi awayê îdeolojîk çiqasî dûrî hev bin jî, divê ew li dora zimanê xwe bicivin û bi hev re doza perwerdeya zimanê xwe bikin. Pêla asîmîlasyonê îro ji ya do gelekî xurttir e. Loma, divê em jî bi xurtî bendan li hemberî vê pêlê ava bikin. Gava daxwaza zimên tenê di sloganan de bimîne, statuyeke fermî ji zimanê kurdî re çênebe, her ku biçe wê cih lê tengtir bibe û mixabin wê bihele…

Gelê kurd ji bo hebûn û zimanê xwe têkoşîneke demdirêj didomîne û bedelên giran dide. Digel gelek pêşveçûn û geşepêdanan, xwendin û eleqeya bo weşanên kurdî hîn jî negihiştîye merheleyeke dilxwaz û têrker. Gelo hûn di vê mijarê de bê hêvî ne?

– Wê were bîra te, te berî salan bi min re hevpeyvîneke bi tirkî kiribû. Min gotibû kurd dikarin li Dîyarbekirê nîv milyon, heta belkî milyonek mirov li hev bicivînin, lê li Dîyarbekirê ji romaneke bi kurdî hezar heb nayê firotin. Têkoşîna girseyên kurdan sîyasî ye, bêguman wê pirsgirêka kurdan bi xebatên sîyasî û bi têkoşîna kurdan ya sîyasî were çareserkirin. Lê em di xebata sîyasî de kulturê, ziman û edebîyatê ji bîr dikin. Heke bi qasî têkoşîna sîyasî, me zimanê xwe têxista navendê û ji bo zimên têkoşîn bidaya, bawer dikim wê niha rewşa zimanê kurdî di qonxeke din de bûya.

Ez ê nimûneyekê bidim, nimûneya kovara HAWARê. Min bi hezar zehmetîyan di sala 1998an hemû hejmarên kovara HAWARê civand û mîna du cildan çap kir. Kovara HAWARê bingeha ziman û edebîyata me ya nûjen e. Ne ya tu partî û rêxistinan e, ya gel e, ji bo gel e. Lê tu dezgeheke kurdî, tu şaredarîyeke kurdan du lib HAWAR ji me nexwastin. Îro bi çendan weşanxaneyên kurdan li Tİrkîyê bi şerdên pir zehmet jîyana xwe ya weşangerîyê didomînin. Em dizanin, zimanê me ne zimanê perwerdê ye, em dizanin li bajarên me kitêbxaneyên bi zimanê me nînin, lê dezgehên kurdan wekî piştgirî dikarîbûn û dikarin sembolî be jî, ji her weşanxaneyekê hinek kitêb bikirin û bikin ku ew weşanxane li ser lingan bimînin. Lê mixabin, nakin…

We demekê bi navê NÛDEM kovareke edebî derxist. Kovareke bi rêk û pêk bû. Gelo çîroka Nûdemê çawa bû. Û gelo Nûdem jî wekî hin kovaran bû ekolek?

– Erê. Min di sala 1992an de li Swêdê kovarek bi navê NÛDEM derxist. Kovar deh salan bêyî navbir derket. Mixabin, piştî weşaneke deh salan min kovar rawestand. Heta dîroka kovara NÛDEMê jî li ba kurdan sîyaset û edebîyat bi hev re dihat meşandin. Yanî ew bi awayekî giştî ji hev nehatibû veqetandin. Herweha piranîya kovarên ku kurdan derdixistin jî an bi tirkî bûn, an jî bi kurdî-tirkî bûn û derxistina kovaran ne karê şexsan, lê karê grûbên sîyasî bû. Min xwest ez wê tradîsyonê bişikînim û kovareke hem ji alîyê formê, hem jî ji alîyê naverokê de mîna kovarên Ewropayê derxim. Gava di adara 1992an de hejmara pêşî derket, kêm kesan bawer dikirin wê hejmara dudan derkeve. Gava hejmara dudan derket, ew bi şik li benda hejmara sisîyan bûn. Gava hejmara pêncan, şeşan û heftan derket, êdî wan bawerîya xwe bi kovarê anîn. Kovarê di demeke kurt de piranîya nivîskar, rexnegir, zimanzan û hunermendên kurd li dora xwe civandin. Cara pêşî sîyaset û edebîyat ji hev dihat veqetandin. Me hemû sînorên sîyasî ji navê rakiribûn, em bi dû berhemên edebî ketibûn. Herweha heta hingî tiştên bi kurdî dihatin nivîsandin jî piranî helbest bûn û helbestên sîyasî bûn. Lê min giranî da pexşanê û nivîskar teşwîqî nivîsandina çîrok û romanê kir. Di vê navê de min dest bi wergerandina berhemên edebî jî kiribû. Me beşek ji kovarê ji edebîyata dinyayê re veqetandibû. Kovar piştî demekê bû platforma nivîskarên kurd ên hemû parçeyên Kurdistanê û ên diasporayê. Wê herweha rola pireke danûstandinê ya di navbera nivîskarên kurd ên seranserî dinyayê de jî lîst. Ew ji alîyê hemû kurdan jî hat hezkirin û hebandin û di edebîyata kurdî de bû nimûne û pîvanek. Niha gelek keçên kurdan hene ku navê wan NÛDEM e. Ez îro xwe pir dilşa his dikim ku gotina ”NÛDEM” bi min ketîye ferhenga kurdî.

Di eslê xwe de we jî demeke dirêj li dijî tirkî têkoşîn da? Heta demeke nêzîk jî we nedixwest kitêbên we bo tirkî bên wergerandin. Lê ew dem dema pêvajoya aştîyê bû, helwest û reaksîyona we niha çawa ye?

– Rast e, gava zimanê kurdî bi her awayî qedexe bû, min nedixwest û destûr nedida ku berhemên min wergerin tirkî. Piştî ew qedexeya li ser zimanê kurdî hinekî sivik bû, hingî min jî destûr da û heta niha heft kitêbên min wergerîyane tirkî. Lê dîsa jî ez naxwazim kitêbên min ên kurdî û tirkî bi hev re derkevin, divê demek di ser weşana ên kurdî re bibuhure. Gelek caran piştî salek di ser ya kurdî re derbas dibe, paşê tirkîya wan derdikeve. Lê bi rêya wergera edebîyata kurdî, tirk bi hebûn û girîngîya edebîyata kurdî dihesin. Ew dibînin edebîyateke kurdî heye, bi kurdî roman tên nivîsandin û zimanê kurdî pir li bejna edebîyatê tê.

Em dizanin ger kurd bi hev re hereket nekin, yekîtîya xwe neafirînin dê nikaribin destkevtîyên civatî bi dest bixin. Ji bo sîyaseta ku hedef û armanca wê destkevtîyên civatî ye, têkilîyên wê yên bi birayên xwe yên çar parçeyê re jî gelek girîng in. Li gorî we, di civata kurdan de kîjan kêmasî, li ser sîyaseta wan a parçebûyî û têkilîyên wan ên navxweyî tesîr dike.

– Ez bi xwe alîgirê pirdengîyê me. Yanî ez ne li dijî hebûna partîyên cihê û fikrên cihê me. Pirdengî nîşana demokrasîye ye. Gava hemû kurd bibin yek û tenê di bin sîwana partîyekê de tev bigerin, hingî cih li demokrasî û azadîya fikrê teng dibe. Lê, partî û fikrên cihê ji bo bidestxistina mafên kurdan, ji bo doza azadîyê divê bi hev re tev bigerin. Divê ji hev re nebin asteng û kelem. Hev rexne bikin jî, divê neyartîya hev nekin. Divê hertim dîyalogek di navbera wan de hebe da ku bi hev re bigihîjin armanca xwe.

Mixabin îro hîn jî têkoşîna zimanê kurdî, zimanê zikmakî li merheleya ku em dixwazin nîne? Li gorî we di vê mijarê de divê civat ji sîyasetê çi bixwaze?

– Divê pêşî em li vê bifikirin; nîşana hebûna me çi ye? Ya ku me ji serdestê me vediqetîne çi ye? Em bi çi hene, em ê bi nebûna çi winda bibin? Gava em têbigihîjin ku nîşana hebûna me zimanê me ye û zilma herî mezin jî li zimanê me tê kirin, hingî divê em zimanê xwe têxin navendê û bi hev re, ji bo bidestxistin û perwerdeya zimanê xwe têkevin nav liv û tevgerê. Divê sîyasetvanên kurd, an jî ên li ser navê kurdan sîyasetê dikin, bi awayekî cidî nêzîkî vê mijarê bibin. Gava ew cidî bin û ne tenê wekî alavekî sîyasî lê binêrin, mirov dikare bi rêya têkilîyên navnetweyî û lobîyan mijara zimanê kurdî di qada navneteweyî de jî bîne rojevê, heta bi îmzeyên gelek xelatgirên Nobel ên edebîyatê aktuel bike û di demeke kurt de mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bi dest bixe…

[/emember_protected]

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial