Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelSendîka, xeta sor
Nächster ArtikelHêza mezin a labaratuwaran

Konê Kurdî

Lêkolînerê fransî Denis Couchaux* bi navê Habitats Nomades (Mal/Xanîyên Koçeran) kitêbek nivisîye. Kitêb di 1980yî de li Parîsê bi zimanê fransî hatîye çapkirin, ji 158 rûpelan pêk hatîye.

Di kitêbê de sê beş hene. Nivîskar piştî pêşgotina xwe, di beşê pêşî de -ji destpêkê heta îro- qala koçerîyê dike. Di vî beşî de her weha qala koçerên kurdan jî dike û dibêje: ”Di roja me ya îroyîn de li Rojhelata Navîn koçerên kurdan hîna jî hene û bi xwedîkirina pez debara xwe dikin û dijîn.” Dîsa di vî beşî de nivîskar çend xerîteyên ku cihê koçeran nîşan dide çêkirîye, tê de cihê koçerên kurdan jî nîşan kirîye.
Di beşê duwem de bi taybetî behsa kon û xîvetên (çadirên) koçeran dike. Tê de cih daye konê kurdan, yên laponî, ereb, belûc, lurr, eskîmo, hindîyên amerikayê, afrîkî, latîn amerîkî û hwd.
Di beşê dawî de jî -Koçerî û Civaka Rojavayî- qala koçerên Ewropa Rojava dike. Behsa Konê Kurdan di rûpela 53yan de ye. Min ew beş ji fransî wergerand kurdî. Peyvên ku eleqeya wan bi kon ve heye, min adapteyî peyvên konê kurdî kir, wek çît, stûn, sêwan, tej, hilboqî, hêşî û hwd. Wêneyên bi xêz ji kitêbê hatine girtin. Foto me bi xwe lê zêde kirine.

– Mahmûd Lewendî

***

Koçerên çîyayên Kurdistanê tenê babetek konê reş bi kar tînin ku îskeleta wê ji stûnan pêk tê. Gava ku kon vedigrin ev stûn bi tevayî li gor dûzanekê li pey hev in. Wexta ku mirov li serê banê kon dinihêre, serê van stûnan ku kon hildigrin, wekî kumikan xuya dike. Di serê van stûnan de jî parçeyek potik heye ku di şiklê kumik de hatîye çêkirin. (Ev kumik di eslê xwe de bi kon ve ne, gava ku stûnan hildidin, serê stûnan dikeve hundirê van kumikan.) Ev kumik jî ji bo wê yekê ne; wexta ku stûnan hildidin binê kon, daku kon qul nebe, neçire.


Hejmara stûnan li gor malbata ku di kon de dijî, tê guhertin. Ger malbateke mezin û fireh be, li gor wê, hejmara stûnan jî diguhere ku wê gavê bêguman kon jî mezin e. Di wêneyê 2. de kon 13 m. dirêj e û 8 stûnên wê hene, dirêjahîya her stûnekê teqrîben 3 m. ye. Ev koçer gava konê xwe bar dikin kon dikin du qisim, li pişta ga an jî keran dikin da ku bikaribin bi hêsanî di şiverê û rîyên piçûk ên çîyan de biçin. Her qismekî kon berîya ku li pişta ga û keran kin, bi werîsan baş girêdidin. Piştre herdu qismên kon li ser pişta kerê tînin ba hev û bi alîkarîya qulpik (ên hilboqî) û heçîyan (çengalên darîn) -ku bi awayekî hostayî hatine çêkirin- van her du qismên kon bi hev ve montaj dikin (binêre wêne 3).


Gava ku kon vedigrin her weha parçe qumaşekî dirêj û kêmber bi ser herdu qismên wê yên ku digihîjin hevdu ve didirûn. (Li jorî kon di texma serê stûnan de; binêre wêneyê 2. cîyê îşaretkirî). Ev yeka ji bo dilopnekirina kon e, da ku av tê re neyê xwarê.


Dîsa wexta ku kon vedigrin, bi saya werîsên ku ji mûyê bizinan hatîye hûnandin, kon baş vedigrin. Van werîsan bi singên piçûk ve girêdidin û singan jî di erdê de dikutin. Serîyê din ê van werîsan jî li jora kon bi qulpikên ku bi kon ve hatîye dirûtin ve girêdidin.


Piştî ku kon vedigrin dora kon jî bi çîtan (çeper) digirin. Van çîtana jî ji qamiş û zilan çêdikin. Bi benê rîs van zil an qamişan wekî ku meriv xalî an geltekê çêke, bi hev ve dihûnin, girêdidin. Her weha serê çîtan jî seranser bi potikeke ku ji mûyê bizinan hatîye hûnandin, digrin dinixêmin da ku hem serê çîtan xuya nebin û çît neşikên û her weha bi wî potikî çît xweş jî xuya dibe. Bilindahîya van çîtana di navbêra 1- 1,5 m de ye. Gava ku çîtan li dora kon dikutin (bi cih dikin) ji bo ku çît nekevin, sêwanan (singên dirêj) li dora wan dikutin û bi benekî zirav van sêwanan bi çîtê ve girêdidin.


Dîsa bi alîkarîya van çîtan, kon dikin sê beş (ger pêwîst be zêdetir jî dikin); beşek alîyê malê, beşek cîyê fera û folan (mitbax-koz), beşê din jî cîyê mêvanan an jî rûniştinê ye. Ger di malbatê de kesên zewicî pir bin, wê wextê li alîyê malê li gor hejmara wan, cîyê razanê çêdikin. Ger çît tunebe, ku li dora kon heye, wê demê bi nivîn an jî bi çewalan, ji kesekî zewicî re beşekî cîyê razanê çêdikin. Bi çewal an jî bi çîtan sînorên wan datînin. Wexta hewa sar be, tejekî (parçekonek) din di navbera kon û çîtan de bi cih dikin.


*Denis Couchaux, Habitats Nomades, 1980, Paris, 158 r.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial