Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelCovid-19, sedemên felaketa hindî
Nächster ArtikelVÎNZAX

Kîyoskên demkî yên Moskovayê

Li Rûsyayê, peqîna tund ya aborîya sûkê, mutasyonên bazarê bi lez kir. Li kuçeyên Moskovayê dikanên piçûk hê dem nabînin ku xwe geş bikin tên girtin. Zêdebûna van dikanan xwe digîhîne deh salên pêşîn yên piştî hilweşandina Yekîtîya Sovyetê, ango piştî 1991an. Ji ber kêmbûna çerçoveya qanûnî û teqîna bêmisogerîyê, hin hemwelatî ji bo debara xwe bikin malyï bizness (karên picûk) ava dikin.

Bajarê Sovyetîk, di derdora rêya bazirganîyê de nehatîye avakirin û ji ber vê jî rûberên tîcarî kêm in. Ji ber nebûna cîhên guncaw, peyarêyên Moskovayê bi cîhên firotanê yên prefabrîk û kîyoskan tije bûne.

Hin bazirgan bi hev re li bazarên sergirtî bi cih dibin, hinên din jî bi awayekî tekane dikanên piçûk vedikin. Ev dikanên piçûk û bi camekan, li kêleka hev, li derdora rawestgehên metro û xaçerêyan kom dibin. Bi xêra van dikanan ku cûreyeke nû ye, bajarî bi awayekî hêsan û pêkhatî dikarin xwarina xwe bixwin, an jî li ser rêya xwe ya malê an jî li ser rêya karî gelek tiştan bikirin, wekî sebze û meywe, chaourma (kebab), pirojki (nanê bi goşt), kinc, cixare, bîra, rojname, telefon…

Di destpêka salên 2000î de, Louri Loujkov, serokê şaredarîya Moskovayê dixwaze van kîyoskan  bi kampan-yayekê reş bike û wan hilweşîne.  Kîyoskên hanê wekî ne estetîk, ne lihevhatî û derqanûnî tên teswîrkirin û wisa tên tawanbarkirin ku rê li ber pêya û erebeyan digrin.

Li alîyekî jî, desthilatdar piştgirî dide vekirina navendên bazirganîyê yên mezin û hîpermarketan li ser rêyên mezin û bi taybetî jî li derdora otobana perîferîk ku ev bi xwe bûyereke nedîtî ye. Û ji alîyekî din ve jî, marketên sovyetîk, Ourniversam (ûniversal / gerdûnî), ew marketên kevn yên dewletê ji alîyê markayên mezin ve tên kirîn an jî «îmtîyaz» kirin. Saetên şuxilandinê ji yên Ewropaya Rojava berfirehtir in, hin ji wan bîst û çar saet vekirî ne.

Di sala 2010î de, M. Sergey Sobyanin ji alîyê serokê rûsî ve bo paytextê tê tayinkirin (û di salên 2013 û 2018an de tê hilbijartin). M. Sergey Sobyanin derbeke mezin li kîyoskan dide. Di şeva 8 û 9ê sibatê de -i gotina dijberên operasyonê «şeva bêrikên dirêj»- li paytextê makîne nêzikê sed dikanên piçûk yên li derdora rawestgehên met-royan û çendên din di nav pasajên bin erd ên pêyayan de hildiweşînin. Ev biryar di nav çerçoveyeke sîyasî de cih digre û armanca wê ew e ku Moskovayê bike bajarekî «global» (1) û bi vî awayî her santîmetre kare divê bê qontrolkirin, imtîyazkirin, backirin û bi qezenc be, bi xêra pêşketina «toreke medenî ya dikanên piçûk» bi gotinên serokê şaredarîyê.

Desthilat bi destê komîteya mîmarîyê ya şaredarîyê derên nû ji bo bazirganîyê ava dike û şûna dikanên hilweşandî bi vî awayî tije dike. Cûreya kirekirinê ku xwe dispêre sîstema mezadê, xuya ye ku ji bo şaredarîyê hamleyeke pir bi qezenc e. Bi xêra vê sîstemê, mitehîdên dewlemend bi awayekî giştî kontratên kirê bi dest dixin. Ev mitehîd jî yên herî zengîn in ku berîya herkesî ji vê rewşê sûd werdigrin. Li ser 14 000 kîyoskan, şaredarî dixwaze 9 900 heban bihêle, ligel çend marketên otomatîk yên nêz û bêyî firoşkar. Bajarzanê Rûsî Piotr Ivanov (2) gazindên xwe dike û dibêje:  Ji şûna ku em bajêr estetîze bikin, me ew stewr kir.

*Xwendekarê doktorayê li Enstîtûya Erdnigarîyê ya Fransî (Zanîngeha Paris 8)

Wergera ji fransî: Sîbel Er

 

1-Binêr: Vladimir Pawlotsky, «Moskova xeyal dike bibe ‘bajarê cîhanî’», Le Monde diplomatique, çirîya paşîn 2020.

2-The Village, Moskova, 9ê sibatê 2016.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial