Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelMînaka Kırmanckî (Zazakî)
Nächster Artikel«Huş bin!»

Îskoçya xeyala serxwebûnê dike

Qralîyeta-Yekbûyî carina dişibe lîstikeke mîkado ku lê vekişandina gopalê «Yekîtîya ewropî» wê tevahîya avahîyê bi hilweşîneke giştî tehdît bike. Mohrkirî li destpêka sala 2021ê, Breksît hêvîyên xweserîyê li Edîmbûrgê ji nû ve zindî dike. Îskoçya dimîne li nava xefikeke navbera paşerojeke brîtanî ku nema dixwaze û serxwebûna ku ew êdî nikare doza wê bike.

Eger Covid-19 salnameya hilbijartinê xira nake, bi nêzîkbûna 6ê gulana 2021ê re, Îskoçya wê ji nişka ve dîsa bibe navenda eleqeyê li nava dramaya destûrnameyê ya bêdawî ku Qralîyeta-Yekbûyî ev çend salên wê pêşkêşî cîhanê dike. Senaryo ji niha ve nivîsandî ye: tevî şewba cîhanî jî, şeşemîn hilbijartinên giştî yên Îskoçyayê wê bên lîstin, ji berê jî hê zêdetir, li derdora pirsa serxwebûnê.

Ne tenê Partîya Neteweyî ya Îskoç (SNP) soza çaremîn serketina li pey hev da, herweha serxwebûn bû xala sereke ya rêze rapirsîneke nedîtî ya ji hivde sondajên li pey hev pêk tê. Eger SNP piranîyê bi dest bixe, wekî 2011an, ew ê daxwaza referandûmeke li ser mijarê bike; di rewşa berevajî de, ew ê pala xwe bide desteka ji Keskên îskoç wergire.

Tenê London dikare dîsa jê rê veke ji bo dengdaneke bi encameke xwedî tesîr. Biryardarîya SNPê dikare ji ber vê yekê biperçiqe li ser dîwarên qesra Westminster, ku garantîya serwerîya brîtanî ye. Serokwezîr Boris Johnson -ku serketina wî ya di hilbijartinên giştî yên 2019an de bû benzîn ji bo geşbûna arê hestê serxwebûna alîyê din ê dîwarê Hadrien- dîyar kir ku, piştî referandûma 2014an pêk hat, li ser heman pirsê berîya çil salan welat wê dengdaneke din li dar nexe.

[emember_protected]

Ji alîyekî ve, ji ber vê yekê, SNP û komek partîyên jê biçûktir -Kesk, Partîya Sosyalsît a îskoç (SSP)- herweha rêxistinên wekî Kampanyaya ji bo serxwebûna radîkal, pir li çepê, an jî koalîsyona Yes Alba. Li cîhana çandê jî, hunermend û hinvîskar hinek cazîbeyê lê zêde dikin, heta, dijberîyeke hunerane zêde dikin li xwepêşandanên bêreng ên formasyonên sîyasî ên ji bo serxwebûnê. Ev mijar herweha li ser tevnên civakî û li nava medyayên alternatîf jî pir dertê pêş. Rojnameyek, The National, piştî referandûma 2014an ji alîyê şirketa amerîkî NewsQuest ve hat weşandin. Helbet armanca wê sûdwergirtin bû ji bazara ku bi pêş diket..

Li alîyê din jî, hikûmeta brîtanî û partîyên mezin ên welêt, bêparmayî ji bersiveke din a beramberî kêmbûna rewabûna wan a li Îskoçyayê, bênavber serwerîya destûrnameyî ya parlemenê bibîr dixin.

Partîya Kevneparêz, Partîya Ked-kar û Partîyê Lîberal-Demokrat êdî bi sozdayîna dijberîya li hemberî referandûmeke duyemîn, çi dibe bila bibe encama dengdana 6ê gulanê, pir kêmtir dikevin qirika hev li ser mijara hilbijêrên «yekîtîgir». Pêla alîgir ji bo hebûna Îskoçyayê li nava Qralîyetê pir qels e gava ku rastalîkirina rêxistinên populer ên wê zindî dikin mijara gotinê be; û hê jî xirabtir, gava ew hewl dide navdarên din ên ji bilî nivîskar J. K. Rowling li hev kom dike. Gumanbarîya kevneşop a çapemenîya nivîskî beramberî serxwebûnê ji niha û şûn ve bi biçûkxistina Breksît û hikûmeta M. Johbnson tê dabînkirin. Heta, Sazîya Weşangerîya Brîtîş (BBC) jî, ku bi mijara dengdana 2014an pêşhikma xwe ya dij-serxwebûnê raxistibû pêş çavan, niha dibe he defa rexneyên yekîtîgirên ku wê beramberî SNPê zêde xemsar dinirxînin.

Di nava gilî û gazincên wan de: awayê kanalê yê nirxandina serokwezîra Îskoçyayê Nicola Sturgeon (SNP), ku rêveberîya wê ya krîza Covid-19 ji alîyê hilbijêrên wê ve hate ecibandin. Populerbûna Mme Sturgeon heta radeyeke mezin serketinên hilbijartinî yên SNPê îzah dike, û muqeyesekirinên ku stîla wê ya sade û teknîk li dijî nasyonalîzma bêserûber a M. Johnon bi gewde dikin, herweha di pêvajoya şewba cîhanê de bûn zemîneke baş ji bo xwedîkirina desteka ji bo serxwebûnê jî.

Nebûna «plana B»

Dînamîk, ji ber vê yekê, ji bo jihevveqetînê lihevhatî xuya dike, ev jî tê wateya rewakirina stratejîya tedrîcî ya ku rêveberên SNPê yên ji salên 1990î heta niha mohra xwe danîne ser. SNPê ji xwe re kir hedef manewrayê bimeşîne li nava enstîtûyên dewleta brîtanî, bi hatina ser serê parlemena îskoç, di 1998an de, piştî der-navendîkirina (devolution of power) bi rêya dengdana salek berê pêk hat, di pey re jî bi bikaranîna amûra îdarî ji bo îspatkirina ku welêt dikaribû xwe bi xwe birêve bibe. Kassandran hingê soz dida ku bi rastî jî veqetîneke Îskoçyayê wê rewş veguheranda kaosê û bibûya sedemê windakirina totemên ezîz ji bo beşeke girîng a civakê. SNPê herweha bersiv daye ku Îskoçyayeke serbixwe wê bixwaze xwe bigihîne Yekîtîya Ewropayê (herçendî Madrîd dijber bû bêguman bi armanca teşwîqnekirina serxwebûnxwazên Katalan), lê ew ê herweha perê sterlîn biparêze, girêdayî taca (1) qralîyetê be û bibe endama Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO)yê.

Bîrbirina tedrîcî hertim ew bû ku danheva pêşketî ya rewabûna hilbijartinî London neçar bihişta ku tevlî daxwazên SNPê bibûya. Ev herweha bû feraseteke xurtkirî bi biryara serokwezîrê kevinparêz David Cameron (2010-2016) a ji bo pêkanîna referandûmeke di 2014an de hat ferzkirin. Li nava konteksta ku têde serxwebûn pir populertir xuya dike, Londonê dikaribû dîsa jî dudil bimaya berîya ku cara duyemîn ev şert bigirta. Îhtîmala reda wê dibe palpişt ji bo fikrê ku Îskoçya êdî talî bûye û biçûk hatîye xistin li nava yekîtîyê; lê belê ew dîsa jî rexneyên tedrîcîkarîyê (gradualisme) hê sortir dike.

Hin rêveber (û carina hin endamên besît) ên SNPê êdî bê dudilî gazinan dikin ji disîplîna ku ew bi xwe pê tê naskirin. Di kanûna paşîn a 2021ê de M. Kenny Mac-Askill, yek ji çil û heft endamên partîyê li Parlementoya Westminster, Mmde Sturgeon ji ber redkirina guftugokirina «planeke B» rexne kir: li cem dadgehê gilîkirina Londonê, lidarxistina referandûmekê bêyî desteka wê, an jî îlankirina serxwebûnê bi awayekî yekalî. Lê belê guftûgokirina stratejîyeke radîkaltir berîya serketina di hilbijartinên gulanê de wê navûdengê SNPê yê bi zehmetî hatîye bihîstin, qels bike: navûdengê partîyeke aram û dijberî avêtina gavên bi rîsk. Mme Sturgeon ne ku vê yekê nizane. Beşeke mezin a teqdîra ku ew jê sûdê werdigire jêdera wê, hestê parvekirî ye ku nasyonalîzma anglo-brîtanî ji berdêla Îskoçyayê bêhtir wî bi xirakirina aramîyê tehdît dike.

Li alîyê din, wekî ku nakokîya vekirî ya navbera Mme Sturgeon û selefê wê M. Alexander Salmond nîşan dide, tevgera serxwebûnxwaz di krîzeke mezin re derbas dibe. Ne tevî serkevtinên xwe, lê ji ber serkevtinên xwe. Li ser plana stratejîk, tedrîcîkarî bê qusur dimeşe ji bo şekildayîna bingehekî civakî yê guncaw ji bo projeyên wê. Lê belê şertê wê rewabûna hilbijartinî ya fermî pahnîya wê ya Achille ye: bêyî destûra ji Londonê, ne mimkin e were transferkirin desteka ku bi guherîna sîyasetî re sûd jê tê wergirtin. Bi heman awayî, rêzgirtina bi îhtîmam a ji bo rêzikan, qanûnan û prosedurên ev rê ferz dike gelekan jî qedexe dike.

Li gorî fikra hin mîlîtanan, divê Îskoçya «nikaribe were birêvebirin» û bi vî awayî desteka Qralîyeta-Yekbûyî were xurtkirin û ev yek jî wê wekî rewşa herî kêm rîsk xuya bike: ji dema der-navendîkirinê ve, netewe hema hema bi temamî ji alîyê SNPê ve tê kontrolkirin. Lê belê gava tu alternatîfeke din tunebe ji bilî bendemayîna lamba kesk a muhtemel a Londonê, ranên mirov ditevizin û xureke derzîyî dikeve wan…

Ji bo SNPê, senaryoya îdeal wê serkevtineke perçiqîner bûya, di meha gulanê de. Londonê divê hingê rê vekira ji bo lidarxistina referandûmeke mecbûrî ku tu kesî di wê astê de wê nikaribûya encama wê texmîn bikira. Hin giranîyên zêde ên kevinparêz ditirsin ku dijderketineke Westminster êdî nikaribe perdebayên serxwebûnxwaz biwerimîne. Lê belê germkirina hişan ku danûstandinên navxweyê yên SNPê jê re şahid in, hêzê dide lihevnekirina yekîtîgiran li başûr: rû bi rû bûyî bi dîwarekî nederbasbar ê derve re, SNP dikare xwe parçe bike, ku ev jî dikare vegereke li statukoyê hêsan bike.

Partîya Karker (Labour), ku demeke dirêj li ser sîyaseta Îskoçyayê serdestî kir, niha bi pêdaketineke kûr çavdêrîya rewşê dike. Tevî ku kevinparêz dikarin piranîya dengên hilbijartinê bi saya dengên li Îngilistanê bi dest bixin, partîya karker nikare xeyala tiştekî wisa jî bike. Pêncî û neh kursîyên îskoçî li Westminster hertim li ser navê wê hatine hesabkirin (ji 1983an ve, kevinparêzan tu caran nekarîye ji sêzdehan zêdetir bi dest bixin). Û hetta, berî zirardayîna keleha SNPê (47 kursî), partîya karker dikaribû li ser beşeke mezin a bernameyên xwe desteka wê hêvî bike û ne bi piranîya kursîyan be jî xwe bigihîne desthilatîyê. Di konteksteke wisa de, bi herhalî, berdêl wê bibûya lidarxistina referandûmeke ku dikare bibe sedemeke hilweşîna hikûmetê. Bi awayekî din mirov bibêje, şertên xwegihandina desthilatîyê yên Partîya Karker di heman demê de têkçûna wê jî amade dikin. Hêvîya dawî ya karkeran: ku muxelefeta kevinparêz a li hemberî referandûmeke nû SNPê ji yekîtîyê jî qelstir bike.

Dema li rêgeha krîza sîyasî ya li nava qralîyetê tê mêzekirin, wekî ku pir kêm şansê wê heye ku jihevketinên wê yên sazûmanî di nêz de çareser bibin. Ji ber ku, herçendî partîya karker bêyî tirsa ji veqetîna Îskoçyayê, dikaribû bibe desthilatdar jî, wê yê dîsa jî muhtemelen aborîyeke hilberîner a newekhevîyên kûr veneguheranda. Asoya nû yê karker ku ji alîyê M. Keir Starmer (2) ve hatîye xêzkirin, vê gavê terkirina bernameya aborî ya bi coş a rêveberê berê Jeremy Corbyn mohra xwe lê dide, lê belê herweha israra wê ya di «berpirsîyara butçeyî» û vîna wê ya fetisandina «nakokîyên herêmî» li nava «komîsyona destûrnameyî» jî. Bi hêvîya ji nû ve fetihkirina hilbijêrên bakurê Îngilistanê, M. Starmer destek da peymana Breksîtê ya M. Johnson. Lê belê, bi vê re, wî valahîya demokratîk a ku îskoçyayîyan jê gazin dikir hê xirabtir kir: îskoçîyên, bi rêjeyeke mezin pro-ewropî, xwe ji nîşka ve bêpar dibînin ji nûnerîya li nava du partîyên sereke yên qralîyetê. Çandên cihêreng ên sîyasî yên welêt her diçe kêmtir li hev diguncin, dema ku Îngilistan nasyonalîzmeke mîlîtanî ku tesîra wê derbasî wêdetirî sînoran dibe, di xwe de keşf dike.

Xwegihandina nava refên Yekîtîya Ewropî?

Mayîna li nava yekîtîyê wê bihata wateya, ji bo Îskoçyayê, dirêjkirina rewşa rawestîyayî ya sîyasî, çandî û aborî ku her diçe zêdetir welêt dorpêç dike ji dema avabûna parlamentoya îskoç ango ji bîst salan berê û vir ve. Bikêrhatî ji bo sazkirina koalîsyoneke aram ji bo serxwebûnê, nermbûna sîyasî Îskoçyayê bêpar dihêle ji amûrên bi tesîr ên bersivandina meyla endustrîyel ku dikaribû ew bixista nava rewşa girêdana bi sektorên gerûgeştê û diravî, enerjîya fosîlî û xizmeta gelemperî ve. Partîya karker a îskoçî hewl da stratejîyeke hê bi coştir di vî warî de bi pêş bixe, lê belê ew mexdûra sendîkavanîya serhişk e û ev yek wê ji piranîya hilbijêran dûr dixe.

Ji alîyê sîyasî ve felçbûyî, civaka îskoçî dikeve nava krîzeke ku kêm kes li hebûna wê mikur tên: çapemenîya nivîskî ya neteweyî li bin zexta tevnên civakî an jî li pey desteserbûna ji alîyê şirketên navneteweyî, adeta hildiweşe; gelek zanîngeh jî cih digirin li nava sazîyên herî bêparhiştî ji parastin û desteka Qralîyeta-Yekbûyî. Û hejmareke mezin rêxistinên der-hikûmetî (ONG) -ku gelek ji wan bi desteka madî ya dewletê li ser pîya ne,- di nava bêhevîtîyê de hewl didin xizmetên gelemperî ku êdî ji hev ketine, telafî bikin. Ev endîşe li gel vê yekê jî zêde balê nakşînin, ji ber ku dimînin li bin sîya şer û pevçûnên mezin ên navbera rêveberên sîyasî.

Gelo serxwebûnê wê hinek gîyanê li vê dîmenê zêde bikira? Tevgera karkerên îskoç û baskê wê yê parlementer -an jî tiştê jê mayî- wê ji refên wê yên yekîtîgir bihatana rizgarkirin. Wanê hingê karibûya têkilîya berxwedana xwe ya sîyasî û çandî bi sinifên xizan re ji nû ve piştrast bikira. Lê belê rastgiran jî wê ji heman dîyardeyê sûd wergirta. Û bergeha hindikahîyeke yekîtîgir a têkçûyî, lê belê dîsa jî girîng, nêzîkahîyan keşf dike li gel baskê rasta nasyonal a îskoç û ev jî ji bo pêşverûyan dibe mijûlahîyeke bi ser êş.

Li ser plana aborî, nexşeya rê ya SNPê ji bo serxwebûnê, bêdudilî, neolîberal e. Wê yê berê welêt bida ser rêyeke xwe ragirtina diravê sterlîn û herî hindik deh saleke kêmkirina sert di valahîya butçeyî de wê danîya ber xwe, bi kurtî wê yê ji bo civakê felaketek misoger bikira. Veberhênanên bîyanî wê ji nû ve ber bi sinifa «sermayedarên neteweyî» ve bihatana kanalîzekirin. Û Ev sermayedarên neteweyî jî dîyar e ku meyla wan a xwezayî mezinkirina livûtevgera bazara hêza kar, zêdekirina çavkanîyên xwezayî û pêşxistina xizmetên gelemperî ye. Wekî din, xwegihandina Yekîtîya Ewropî, sozeke SNPê, sînorkirina mekanîk a serwerîya Îskoçyayê; lê belê rexnegirên vî fikrê «serxwebûneke li nava Yekîtîya Ewropî» berdêla hevberdaneke xweber a London û Brukselê pir kêm dibînin.

Wekî din, veqetîneke Îskoçyayê wê bi xwe re encamên wêdetirî sînorên îskoç bi gewde bike. Li Qralîyeta-Yekbûyî, partîya karker û çep bi giştî wê cara pêşî bi nasnameya xwe ya neteweyî re rû bi rû bimana. Bêparmayî ji sêyan yekê xaka xwe, qralîyet jî, plana jeopolîtîk jî di navê de wê asta hêza xwe ya rastî bipîvaya. Neçar bima dev ji xweşxeyalên xwe yên «mezinbûnê» jî berda, ev ê îlehî ne tiştekî xirab bûya. Lê belê rûbirûbûna bi nehewekhevîyên xwe yên xakî û çandî re, dikare yek ji dewletên herî navendîkirî ên cîhana rojava di nava xwe de hinekî din parçe bike. Nimûneya îskoçî bêguman wê ji alîyê welatê Galler û Îrlanda Bakur ve jî bihata ferqkirin.

Dawîya dawî, serxwebûn bi her halî ji projeyeke radîkal bêhtir lîberal-demokrat e. Serxwebûn wê bibûya firsetek ji bo xwe rizgarkirina ji rejîma anglo-brîtanî ku her diçe kêmtir demokratîk û lîberal dibe û krîza wê ya nasnameyî ya herdemî pirsgirêkên spesîfîk -gelek caran jî ji tamê derdikevin- ên hikûmeta îskoçî vedişêre. Qet nebe, wê yê qada sîyasî ya ku çepa sîyasî li navê tevbigerîya zelal bikira. Bêyî ku îlehî livûtevgera li navê hêsantir bikira.

Lê belê li vir ya mijara gotinê, ne palpişteke xweser a agir berdana pûş e. Ji bo gelek kesan li nava kampa serxwebûnxwazan -nexasim jî li cem yên ku di vê têkoşînê de xwe gihandina dika ku li ser, qabîlîyeta xwe ya aktorîyê û radîkalîyeke çiqas tûj ewçend jî stewr raxistine pêş çavan-, fikra bicihkirina bijarteyeke kevinparêz a lîberaltir li şûna bijarteyeke kevinparêz ne bes e. Hişkbûna wan dikare careke din yekîtîyê xurt bike.

«Hin nasyonalîst pir wext winda dikin bi xemgînbûna vê yekê ku dîroka îskoç ne di nava qalibekî melodramatîk de pêk hatîye», wekî ku di 1981ê de ronakbîrê nasyonalîst Stephen Maxwell3 (3) dinivîsand. Hêvîya ku coşa dahatûyê ji ya rabirdûyê zêdetir e, heyecanê dide gelek kesan. Lê belê daristana tarî ya nasnameya neteweyî devereke xetere ye ji bo hemû kesên li heyecanê digerin.

* Nivîskar, Édimbourg. Hevnivîskar (li gel Cailean Gallagher û Amy Westwell) ê Roch Winds: A Treacherous Guide to the State of Scotland (Luath Press, 2016).

Wergera ji fransî: Baran Nebar

[/emember_protected]

______

1)  Binêrin li nivîsa Lucie Elven, «Qralîyeta brîtanî ya zeng nagire», Le Monde diplomatique, kanûna pêşîn  2020.

2) Binêrin li nivîsa Owen Hatherley, «Tesfîyeya karkeran li Qralîyeta Yekbûyî», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn  2021.

3) Stephen Maxwell, «The case for left-wing nationalism», SNP 79 Group Paper, n° 6, Aberdeen People’s Press, 1981

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial