Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Hilweşîna perwerdeya ji dûr ve

Di sibata borî de, dibû sê meh ku ji sedî 60ê lîseyîyan dikaribûn ancax nîvê dersên xwe bişopînin û dibû zêdetirî şeş meh ku divîyabû zarokên 6 salî bi awayekî rûpoşkirî fêrî xwendinê bibin. Pêwîst bû rojê gelek caran sinif bihatana hewadarkirin tevî hewaya sar a li bin sifirê, dersên perwerdeya fîzîkî û werzişî li hundir qedexekirî bûn, hejmara kesên bi şewba Covid-29 diketin pir zêde dibûn li dezgehan û di mijara ezmûnên dawîya salê de jî rewşeke şîlo hebû. Baş e hingê, wezîrê perwerdeya neteweyî M. Jean-Michel Blanquer çi biryar da? Jiholêrakirina 1883 karên tamwext… Ew vê biryara sosret wisa xuya ye ku bi hempîşeyê xwe yê tendirustîyê M. Olivier Véran re parve dike. Ev ê dawî jî nivînên nexweşxaneyan tam di nîvê şewbê de ji holê rabike.

Salek berê, koronavîrus li ser xaka fransî berbelav dibû û pirsa girtina dibistanan dibû mijara gotinê. Li ser kanala Europe 1, 28ê sibata 2020î, M. Blanquer ji mîkrofona Sonia Mabrouk re diaxivî û misoger dikir ku rewşeke mamoste û xwendekar jê bitirsin tune. Wî ev îdîa dikirin: «Ji gelek hefteyan berê ve me xwe amade kirîye. Xwezahî ye ku hûn gumanên xwe tînin ziman, lê belê niha ez dikarim ji we re vê bibêjim: cîhazên me yên amade hene, min bi xwe ew ceribandin, girêdankên me yên pêwîst hene, di heman demê de em ê karibin 7 milyon girêdankan pêk bînin.» Wezîr kompîtura xwe pêxistibû, ceribandibû, tik kiribû: her tişt amade bû.

Lê belê tu tişt wekî ku dihat plankirin neçû serî. Ji bo pêkhatina «berdewamîya perwerdeyî» ku di dema dorpêçbûnê de soza wê hatibû dayîn, wê pêşî pêwîst bûya ku her kesek xwedî derfeta girêdanka înternetê û kompîtureke nû bûya -û heta pêdivî bi zêdetirî kompîturekê hebû- ji bo malbatên qelebalix. Le belê, wezaretê tenê kod tedarîk kiribûn: kodên xwegihandina qadên dîjîtal ên kar (ENT), kodên xwegihandina nermalava rêvebirina jîyana dibistanî (not, karne, nehatina dibistanê, ceza …) herî zêde jî deftera notan a bi navê Pronote, û hwd. Li hemberî vê rêziknameya ENT, perwerdekar neçar man kanalên din bi kar bînin, lê belê kanalên gelek caran kêmtir bi ewle yên li Kalîfornîyayê (Zoom, Microsoft Team…). Deyzên belgeyan ketin ser hev li ser hin smartfonan, plansazîyên herî asayî jî ji hev xistin. Hin xwendekaran bi hefteyan bersiv neda û ji neçarî dawîya dawî belge bi rêya postê hatin şandin.

1-Blanquer bi vê ceribandinê ji kêfa mest dibû. Di îlona borî de wî ew rewş weha îzah dikir: «Bi krîza tendirustîyê re, karûbarên dîjîtal deh qat zêdebûn, û wezareta me bi pêş ve hilperikî nava transformasyonên bikaranînê. Niha êdî tiştê maye li ser me ew e ku em hinekî din bi pêş ve herin, da ku em karibin li van destkeftîyan xwedî derkevin û wan bigihînin ber destê her kesî û li gorî pêwîstîya her kesekî wan eyar bikin(1).» Li gel vê yekê jî, gava ew di 28ê çirîya pêşîn de de, dorpêçkirina duyemîn radigihîne, serokkomarê fransî Emmanuel Macron vê carê jî biryara vekirina dibistanan dide. Hingê jî îcar çerx dike û biryara serokomar bi van gotinan rewa nîşan dide: «Zarokên me wê nikaribûna demeke dirêj ji şîret, perwerde û danûstandinên li gel pergala dibistanî bêpar bimana». Perwerdeya ji dûr ve, ma ji bo M. Blanquer ne dermanê hemû derdan bû?

Lê dîsa jî ev bûn gelek sal ku di pirtûkokên wezaretê de bi pesindanî behsa bikaranîna dîjîtalê tê kirin. Di 2013an de, «qanûna ji nû ve avakirina dibistana komarê» bi vî awayî «xizmeta gelemperî ya dîjîtala perwerdeyî» diafirand, bi armanca «bicihkirina dijîtalê li nava perwerdeyê û pêşvebirina karûbarên cihêreng ên perwerdeyî» ji bo hinekî din «xurtkirina kêfa fêrbûnê». Ji hingê ve, veberhênanên li nava vê sektorê bê navber zêde bûne. Kirînên tabletan ji bo xwendekaran, projektorên vîdeoyê û textên spî yên înteraktîf ji bo sinifan, bidestxistina nermalavên bikaranîna demê an jî neamadebûnê (di dema reel de dêûbav jî dikarin bişopînin)… Hevkargehên xwecihî di navbera salên 2013 û 2017an de 2 mîlyar ewro xistin vî karî, li gorî rapora Dezgeha Hesabgirîyê(2). Li ser van kirînan kêm caran bi perwerdekaran tê şêwirîn, tevî ku ew neçar tên hiştin van amûran bikar bînin.

Tevahîya vê «ekosîstema dîjîtal», li gorî şertên raporeke di 2017an de pêşkêşî wezîra wê demê Mme Najat Vallaud-Belkacem(3) hat kirin, van hedefên esîl radixe pêş çavan: «Hilgira awayên nû yên fêrbûnê (…), înteraktîftir, bikêftir, hêsantir», divê ew perwerde têr û tije bibe bi handana «ferdîkirin û xweserkirina di fêrbûnê de». Ji bo perwerdekaran jî «derfetên sînornenas ên guhertin û lihevanînê» tên pêşkêşkirin. Tu gumana wezaretê tune: wê bi vî awayî derkeve holê «aborîyekeke kes û dîjîtal» ku di navê de jêhatîbûnên vîrtuel wê bibin tevkar ji bo «handana mezinbûn, nûbûn û sazkirina civakeke adiltir, zeximtir, xweragirtir û zêdetir hevgir»(4). Li vir perwerdeya mijara gotinê yeke pirteşebar (protéiforme), eyarkirî li gorî her ferdî, pakkirî ji hêlên xwe yên tozgirtî yên tengavker û pirbare (tevî ku hê jî musaît ji bo wergirtina zanyarîyan) ye û li gorî hewaya demê bi ekolojîyê xemilandî û pêşverû ye. Ev amûra dîjîtal hertim vekirî, tevkar, berê wê li aso, afirîner û li gorî ferdan eyarkirî ye.

Dorpêçbûna ji ber şewbê encam raxistin ber çavan. Newekhevîyên navbera xwendekaran, terkkirina dibistanê, xirabûna fêrbûnê : «kêfa fêrbûnê» li nava rêza serketîyên berbiçav ên krîza tendirustîyê xuya nake. Tevî vê yekê jî, ji bo destnîşankirina vê tesbîtê pêdivî bi şewbekê tunebû. Di berhemeke di çirîya pêşîn a 2020î de çapkirî, ku herweha encamên xebatên berê jî radixe pêş çavan, André Tricot û Jean-François Chesné bi rastî jî destnîşan dikin ku bikaranîna dîjîtalê «bi awayekî xweber ne xwedî bandoreke erênî ye». Di EPSê de, derfeta kişandina fîlmê jestan û livûtevgeran dibe ku balkêş be, bi dayîna derfeta «parçekirinê ji bo şirovekirin û ravekirinê». Lê belê, hevkêşe di zimanên zindî de cihêreng e: eger bikaranîna MP3 xebata devkî hêsan bike jî, «bikaranîna dîjîtal a bê rêber [dikare] bêfeyde be ji bo xwendekarên herî qels bi berpirsîyarkirina wan a dayîna biryarê gava divê ew rawestin an jî vegerin paş di dema guhdarîkirinê de.» Wekî din, nivîskarên pirtûkê dibêjin, dîjîtal wê feydê bide xwendekarên «herî motîvekirî, herî stratejîst», ên «ne tenê dikevin dersan lê herweha vîdeoyê wekî desteka îlawe bi kar tînin, di dema revîzyonan de, bo nimûne»(5), ev jî newekhevbûna fêrbûnê li newekhevîyên xwegihandina amûran zêde dike.

Wezaretê wekî ku nedixwest van hişyarîyan bibîne. Li dezgehan, tu wextekî profesyonel ji bo nirxandina vê «perwerdeya ji dûr ve» nehat veqetandin, ji meha çirîya paşîn ve, derbasbûna nîv grûbî (an jî bi dorveger) ji bo ji sedî 60ê xwendekarên lîseyê ji nû ve bikaranîna ekranan ferz kir. Lîseyên herî xemilandî bi amûran karîn kamerayan li sinifan bicih bikin ji bo weşandina dersan û bi vî awayî pêşîgirtina li bêparmayîna ji per-werdeyê (an jî ji bo bi xwe bidin bawer kirin ku ji perwerdeyê bêpar nemane). Lê belê, li deverên din, mamoste bi qasî ku dikarin li çareya serê xwe dinêrin bi parvekirinan, bo nimûne bi girêdana xwe ya 4G li gel ya xwendekarên amade bi armanca zeftkirina weşaneke kafî ya vîdeoyê ji bo xwendekarên li mala xwe dimînin. Rewşên ucûbe jî tên tesbîtkirin, bo nimûne, mamosteyek dibe çavdêrê sinifeke ku dersê mamosteyekî din «bi vîdeoyê» temaşe dike.

Ji destpêka krîza tendirustîyê û vir ve, ji ber nebûna sîyaseteke bi rastî jî neteweyî, perwerdeya xwendekaran ma li ser milê dezgehên xwecihî yên neçar in li gorî xwe çareserîyan bibînin. Di mehên gulan û hezîrana 2020î de, biryara vekirina dibistanên dayîkî û seretayî bo nimûne radestî şaredarîyan hat kirin, tevî ku divîyabû midûrên dibistanê bi xwe biryar bida ka pêwîst bû ew çend xwendekaran pêşwazî bikin û pêşikî bidin kê. Girêdayî bajar û dezgehên xwe, hin zarok ji ber vê yekê li malên xwe man; hin ên din hefteyekê diçûn dersan hefteyekê nediçûn, an jî hefteyê rojekê beşdarî dersan dibûn… Ji çirîya paşîn ve, xwendekarên lîseyê jî di rewşên cihêreng de ne, tevî karaktera «neteweyî» ya dîplomaya lîseyê bakalorya. Ji bilî sorkirina pêşbazîya navbera dezgehan, ev der-navendîkirina bi lez dibe nîşana hişkîya feraseta ferdî ku têde malbatên di lîstika dibistanî de şikestî bi daxwaza sûdwergirtina ji konferansên vîdeo, îzahatên li ser notan an jî ji bo sûdwergirtina ji rêxistineke cihêreng a perwerdeyî, perwerdekaran didin ber bombebarana peyamên elektronîk.

Di dirêjahîya rê de, kabosek xwe ber dide ser hişê personelê perwerdeya neteweyî. Rûniştî li sinifa xwe li pêşberî sî û pênc şagirtên rûpoşkirî, mamosteyek girêdanka xwe çêdike bi navber tevna li gel dezgeha xwe, dûre jî li gel platforma ENT ya ji alîyê herêmê ve tercîhkirî û axirî li gel deftera notan a bi navê Pronote. Ew herî dawî kodên xwe dinivîse û kamera vedibe: sî û pênc şagirtên din li malê lê dinêrin. Saeta dersê dest pê dike. Ji niha û şûn ve divê ew «potansîyela her yekî ji wan bi pêş bixe» û bersivê bide pirsên bi deng an jî nivîskî li ser tchatê jê hatine kirin; di vê navberê de dêûbav li ser Pronote dibin çavdêrên hejmara dersên malê ku mamoste dest nîşan dike ji bo sê mehên perwerdeyê. Ji nişka ve, notek jê re tê û pê tê destnîşankirin ku şertên ezmûnê ku ew şagirtên xwe ji bonê amade dike dikarin du hefte berîya ezmûnê biguherin.

Kabos? Ne bi temamî. 24ê kanûn a pêşîn a borî, wezaretê giştînameyek weşand. Li gorî vê, şertên bakeloryayê heta panzdeh rojan berîya ezmûnan dikarin bên guherandin.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_______

1)  «Herêmên dîjîtal ên perwerdeyê 2020-2021», Wezareta Perwerdeya Neteweyî, Paris.

2) «Xizmeta gelemperî ya dîjîtal ji bo perwerdeyê», Dersê hesabgirîyê, Paris, 8 tîrmeh 2019.

3)  Catherine Becchetti-Bizot, Guillaume Houzel û François Taddei, «Ber bi civakeke fêr dibe. Rapora li ser lêkolîn û pêşketina perwerdeya tevahîya jîyanê», Wezareta Perwerdeya Neteweyî, 5 nîsan 2017.

4)  «Plana livûtevgerê di mijara perwerdeya dijîtal de 2021-2027», Komîsyona Ewropî, Bruksel, îlon 2020.

5) André Tricot û Jean François Chesné, «Dîjîtal û şagirtîyên dibistanî», Navenda Fêrbûna Pergalên Dibistanî ya Neteweyî (Cnesco), Paris, çirîya pêşîn 2020.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial