Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Hesasîyeta li hember destkeftîyên kurdan

"Di vê pêvajoyê de Mela Mistefa Barzanî wisa gotibû: "Çend dizan di zivistan û qîyametê de hevkarî kirin û bi zordarî mala min dagir kirin.Bi darê zorê wan ez ji malê derxistim û avêtim kuçeyê. Dest danîn ser her tiştên min, kincên min jî ji min girtin. Ez di vê zivîstan û qîyametê de ji sermayê dimirim. Di vê pêvajoyê de kî kincekî, çakêtekî bide min, ez ê bigrim û li xwe kim."

Hikûmeta Herêmî ya Kurdis-tanê li gorî qanûna bingehîn a Iraqê ya 2005an hate damezrandin. Ev destkeftî, ji bo kurdan statuyeke gelek girîng e. Ev statu, kurdan û Kurdistanê tevî malbatên neteweyên dinyayê nake, lê ji bo kurdan di nava Iraqê de, heta li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn statuyeke gelek girîng û hêja ye. Divê parastin, bihêzkirin û pêşvexistina vê statûyê ji bo hemû kurdan girîng be. Bidestxistina vê statuyê qet hêsan nebûye. Dema di 9ê îlona 1961ê de vê têkoşînê dest pê kir, ev geşepêdan ne tenê li Iraqê, li dewletên wekî Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê jî bû sedema endîşeyên gelek mezin. Çapamenî û nivîskar di derheqê Mela Mistefa Barzanî û kurdan de dest bi nivîsandina nivîsên neyînî û biçûkxistînê kirin. Hinekan ji wan, Mela Mistefa Barzanî û kurdan wekî ajan û sixûrên emperyalîzmê, hinekan wekî komunîst û hevkarê Rûsyayê, hinekan wekî ajanê CIAyê û hinekan jî wekî tevkarên şerîatparêzan sucdar kirin û ketin nav hewla biçûkxistinê. Ligel ku kurdan ji tu derê û ji tu kesî alîkarî nedigirtin jî, nivîs û sucdarkirinên bi vî rengî her û her berdewam dikir.

Bê guman, pêvajoya têkoşînê ya berîya 1961ê jî heye.  Gelek girîng e ku ev pêvajo jî li ber çavan bê girtin û bê nirxandin.

[emember_protected]

Di vê pêvajoyê de Mela Mistefa Barzanî wisa gotibû: “Çend dizan di zivistan û qîyametê de hevkarî kirin û bi zordarî mala min dagir kirin. Bi darê zorê wan ez ji malê derxistim û avêtim kuçeyê. Dest danîn ser her tiştên min, kincên min jî ji min girtin. Ez di vê zivîs-tan û qîyametê de ji sermayê dimirim. Di vê pêvajoyê de kî kincekî, çakêtekî bide min, ez ê bigrim û li xwe kim. Ez ê lê nenêrim ka kesê ku kincan dide min emperyalîst e, komunîst e an jî şerîatparêz e. Lewra divê ez bijîm. Ji bo ez bikaribim bijîm jî divê ez wî kincî li xwe kim.”

‘Çi berjewendîyên van kesên ku kincan didin min heye? Ji bo parastin û bipêşxistina kîjan berjewendîyên xwe kincan didin min’ ez ê lê nefikirim jî. Lewra ji sermayê ez li ber mirinê me, di nav mercên gelek xirab de me, ji ber vê yekê jî berî her tiştî hewcedarîya min bi van kincan, bi çakêtekî û hwd  heye.

Têkoşînê di nav van mercên xerab û neyînî de berdewam kir. Têkoşîneke gelek bi canfedayî, fedakarî û zehmetî bû. Di 11ê adara 1970î de, di navbera Mela Mistefa Barzanî û serokê Iraqê Sedam Huseyîn de peymana xweserîyê hat îmzekirin. Kurdan bi vê peymanê xweserîyeke sînordar bi dest xistin. Xaleke girîng a peymanê li ser Kerkukê bû.

Li gorî vê xalê divîyabû di nava du salan de li Kerkukê serjimarîya nifûsê bihata çêkirin û li gorî encamê dê biryar bidana dayîn Kerkuk girêdayîyê Kurdistanê be an jî Bexdadê be.

Ev serjimarîya nifûsê, bi provakas-yon û piştgirîya Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê ji alîyê Sedam Huseyîn ve tucar nehat çêkirin.

Di dawîya 1973yan de şer ji nû ve dest pê kir. Di 1975an de kurd bi têkçûneke mezin re rû bi rû man. Di 6ê adara 1975an de di navbeyna Şahê Îranê Muhamed Riza Pehlevî û serokê Iraqê Sedam Huseyîn de Peymana Cezayîrê hat îmzekirin. Ev peyman di navbera Iraq û Îranê de çêbûbû, lê di pêkhatina vê pêvajoyê de rol û tevkarîya Tirkîye û Cezayîrê jî gelek girîng bû.

Li dû pêkhatina Peymana Cezayîrê li dijî kurdan êrîşên mezin û bi bandor dest pê kir. Bi sedhezaran kurd ji bo bi tevkuştinên girseyî re rû bi rû nemînin, mecbûr man di rojên zivistanê de, bi perîşanî xwe avêtin nav sînorên Tirkîye û Îranê.

Heta wê demê li ser ava Şatt’ul Ereb di navbera Îran û Iraqê de nakokî û pevçûnek mezin hebû. Li gorî vê peymanê Iraqê hemû mafên xwe yên li ser Şatt’ul Erebê dewrî Îranê kir. Iraq êdî dê li ser rêya avê ya Şatt’ul Erebê tu maf nexwestiba. Li miqabilî vê helwestê Îranê jî teahut kir dê derîyên sînorên Kurdistanê bigire û piştgirîya ku dida kurdan rawestîne. Di pêvajoya şer de, ji kurdan re gelek kêm alîkarî dihat kirin. Ew jî bi rê û destûra Îranê çêdibû. Êdî kurdan dê nikaribûna ji tu derê piştgirî bigirtana. Peymana Cezayîrê ya 6ê adara 1975an ji alîyê Rûsya û Amerîkayê jî dihate destekkirin.

Tê behskirin ku di nîveka salên 1960î de Îsraîlê alîkarîyek kêm be jî dida pêşmergeyan. Ez    derheqê vê mijarê de ne xwedîyê agahdarîyên rastîn im. Lewra ev têkilî ji alîyê Îsralê jî ji alîyê kurdan jî nehatîye vegotin.

Tê gotin ku ev alîkarî bi destê Îranê ve hatîye kirin. Dîsa tê gotin ku li ser vê mijarê di navbeyna hikûmeta İsraîlê û Îranê de peymanek jî hatîye îmzekirin. Min di derheqê vê têkilîyê de pirtûkek xwendibû, di pirtûkê de çend notên girîng bala min kişandibûn. Belê alîkarî bi destê Îranê hatîye kirin, lê Şah Riza Pehlewî ev alîkarî bi dirustî nedaye pêşmergeyan. Ger deh pîvan alîkarî bihata kirin, dest dadianî ser 6an û bi tenê 3-4 pîvan ji pêşmergeyan re dişand. (Binêre, Cevat Eroğlu, İsrail’in Beka Stratejisi ve Kürtler – Stratejîya Hebûnê ya Îsraîlê û Kurd, Weşanên Sayfa, kanûna pêşîn 2003, R. 85-86)

Di derheqê vê mijarê de fikir û ramanên Îranê, ango yê Şah Riza Pehlewî ev in: Bila kurd hikûmeta Iraqê û Sedam Huseyîn rehet nehêlin, lê divê tucar bi ser nekevin, negihîjin armancên xwe. Mela Mistefa Barzanî û kurdan jî bi vê yekê dizanibû. Lê hindik bûya jî, dixwestin feydeyekê ji vê têkilîyê bi dest xin.

Di destpêka 1979an de rejîma Îranê hatibû guhertin, bi serokatîya Xumeynî, Komara Îslamî ya Îranê hatibû damezrandin. Li dû vê guhertinê êdî Sedam Huseyîn xwe û Iraqê bi hêztir didît, bi armanca ji nû ve bidestxistina rêya avê ya Şatt’ul Ereb, li dijî Îranê dest bi şerî kir. Şerê Îran û Iraqê 8 salan berdewam kir.

Di 16ê adara 1988an de Sedam Huseyîn, li Helebçeyê li dijî kurdan gazên kîmyewî bi kar anî. Di demeke pir kin de ji 6000î zêdetir kurd bi gazên kîmyewî fetisîn û canê xwe ji dest dan. Serokê Îranê Xumeynî heta wê demê nedixwest bi Sedam Huseyîn re agirbestekê bike. Lê li Helebçeyê li ser kurdan bikaranîna çekên kîmyewî çavê Xumeynîyî pir tirsand. Di wan deman de, di destê Îranê de li dijî çekên kîm-yewî derfetên cidî yên xweprastinê jî tunebûn. Ji ber vê sedemê Xumeynî agirbest qebûl kir.

Di payîza 1988an de peymana agirbestê hat îmzekirin. Di şer de ji her du alîyan  nêzîkî mîlyonek mirov hatibûn kuştin. Di vî şerî de kurdan jî piştgirîya Îranê kiribû.

Dema şer bi agirbestê encam da, desthilatîya Iraqê, sîyaseta xwe ya dagirkirin û berfirehbûnê berdewam kir. Êrişê Kuweytê kir û Kuweytê wekî eyaleta 20emîn tevlî Iraqê kir. DYA, di kanûna paşîn a 1991ê de bi navê Hereketa Bahoza Çolê li dijî Iraqê operasyonek da destpêkirin û di encama vê ope-rasyonê de Iraq ji Kuweytê derxist.

Di pêvajoya êrişa Sedam Huseyîn a ser Kuweytê de, kurdan li bakur, şîîyan jî li başûr li dijî rejîma Sedam Huseyîn dest bi serhildanê kirin. Di vê pêvajoyê de kurdan hemû axa Kurdistanê rizgar kirin, leşkerên Iraqê û aligirên partîya Beasê ji Kurdistanê derxistin. Dest danîn ser buro û belgeyên partîya Beasê. Bi Hereketa Bahoz a Çolê Iraq ji Kuweytê hat derxistin, lê operasyon li nava Iraqê dewan nekir. H. W. Bushî ku di navbera 1989-1993yan de serokê DYAyê bû, operasyon nedomand. Desthilatîya Sedam Huseyîn berdewam kir. Sedam Huseyîn, li dû vê geşepêdanê li başûr êrişî şîîyan, li bakur jî êrişî kurdan kir.

Sedam Huseyîn, hêzên xwe yên hewayî û balafirên şerî gelek bi tesîr bi kar anî û mexdûrîyeteke mezin bi kurdan da jîyan. Bi sed-hezaran kurd, dîsa xwe spartin Îran û Tirkîyeyê, bûn penaber. Ligel van êrişan jî kurdan berxwedana xwe ranewestandin, li dijî desthilatîya Iraqê û Sedam Huseyîn têkoşîn berdewam kirin.

Di 11ê îlona 2001ê de li New Yorkê li ser Bircên Cêwî êrişek pêk hat. Gelek mirov hatin qetilkirin, ji alîyê aborîyê ve jî zerarek mezin çêbû. Êriş ji alîyê El-Qaîdeyê hatibû çêkirin. DYAyê Sedam Huseyîn û Iraq jî bi berpirsîyarîya vê êrişê sucdar kir. Ji hêla din ve li DYAyê têgeha ku Sedam Huseyîn û Iraq çekên  ji bo qetlîmên girseyî hildiberînin, geşepêdabû. Di 1988an de, çekên îmhakirina girseyî, li dijî kurdan bi awayekî sîstematîk hat bikaranîn. Helebçe lûtkeya vê kiryarê ye. Ceribandinên wekî ‘gaza herî bi jehr kîjan e, gaza herî kujer bi tesîr a ji tevkuştina girseyî kîjan e û gaza herî zêde merivan dikuje kîjan e’ li gundên kurdan û li ser girtîyên kurd ên di zîndanan de hatin çêkirin.

Serok George W. Bush bi baldarî ev pêvajo şopand û di 20ê adara 2003yan de li dijî Iraqê şer da destpêkirin. Di encama vê midaxeleya DYAyê de rejîma Sedam Huseyînî hilweşîya. Partîya Beasê û El Mixabarat hatin belavkirin, artêşa Sedam Huseyînî hat tarûmarkirin. Çekên kîmyewî yên di tevkuştinan dihat bikaranîn, hatin îmhekirin. Hêzên dîyarker ên kurd tehdît dikirin ev bûn. Bi îmhakirina van hêzan, ji bo kurdan jî rê vebû. Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê di encama van têkilîyan de hat damezrandin.

Ev satatu, ji bo kurdan û Kurdis-tanê satuyeke gelek girîng e. Li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, divê hemû kurd ji bo parastina vê statuyê hestîyar û baldar bin. Ji bo bihêzkirin û bipêşxistina vê statuyê hewl bidin, bixebitin.

PKK/KCK bi bahaneya xwepêşandanên ji bo mûçeyan (meaş) êrişî pêşmergeyan û buroyên PDKê dike, Barzanîyan bi gendelîxwarî û sextekarîyê sûcdar dike, bi van kiryarên xwe hewl dide ku statuyê xera bike. Bi awayekî vekirî dîyar e ku ev sîyaseteke dijî kurdîtîyê ye. Çunku hêzên ku ji statuya Kurdistana Başûr herî zêde nerehet û aciz in, Iraq, Îran, Sûrîye û Tirkîye ne. Hewldana hilweşandina vê statuyê fikr û ramana van dewletan e.  

Dema ji gendelî, hîlekarî û sextekarîyê bê behskirin, divê meriv bala xwe bide ser van geşepêdanan; li gorî qenaeta min li Iraqê herêma ku gendelî, hîlekarî û sextekarî herî kêm lê heye herêma Hikumeta Kurdistanê ye. Îspata objektîf a vê îdîayê jî rewşa îroyîn a Hewlêr û Duhokê ye.

Îro ev her du bajar bi rê, park, dibistan, zanîngeh, avahîyên fermî, otel, kafe, restaurant, salonên konferansan û taxên xwe dişibîn du bajarên nûjen ên rojavayê. Halbukî 20-25 sal berê ev herdu bajar jî wekî gund bûn. Ev hemû geşepêdan bi % 17 budçeya ku Bexdadê bo Kurdistanê dişîne pêk hatin. Pere bi piranî ji bo jinûveavakirina van bajaran hat xerckirin. Suleymanîye jixwe ji berê de bajarekî pêşketî û nûjen bû. Hewlêr û Duhok wekî gund bûn. Ev rewş ji alîyê karmend û tucarên ereb ên ji bo ticaretê tên herêma Kurdistanê jî tê tesbîtkirin. Dema vê tesbîtê îdîa dikin geşepêdanên bajarên herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê didin ber hevûdu. Hikûmeta Iraqê di budçeya 2021an de para Kurdistanê ji % 17an daxistîye % 12.67an.

Ev hemû geşepêdan bi awayekî vekirî dest nîşan dikin, ku li Iraqê herêma herî kêm gendelî, hîlekarî û sextekarî heye, herêma Kurdis-tanê ye.

Li ser nivîsa bi sernavê ”Li Herêma Federal ya Kurdistanê Hevkarîya PKK-Haşdî Şabî” gelek êriş û rexne li min hatin kirin. Fikrên min yên di derheqê van rexne û êrişan de ev in:

Îro di serî de li Almanya û li hemû welatên Ewropayê koçberên kurd dijîn.  Têkilîya piranîya van koçberan bi PKK/KCKê re heye. Bi kêmasî sempatîzan in. PKK li welatên wekî Almanya, Fransa, Hollanda û Swedê helbet divê li gorî nîzam û qanûnên van welatan hereket dike.

Li bajarên wekî Stenbol, Izmir, Bursa, Edene û Mersînê jî koçberên kurd dijîn. Piranîya van koçberan jî bi PKKê re têkildar in. Li van deran jî PKK bivê nevê rêz li nîzam û qanûnên Tirkîyeyê digire. Li bajarên Dîyarbekir, Batman û Wanê jî rewş wisa ye.

Lê PKK/KCK li Herêma Fede-ral ya Kurdistanê li gorî nîzam û qanûnan hereket nake. Nîzama Kurdistanê biçûk dibîne, xor dibîne û xwe li ser birêveberîyê ferz dike. Ev rewş û helwest bi haletî ruhîyeya merivên ku welatê wan hatiye dagirkirin re têkildar e. Gelê ku hatîye kolonîzekirin, hemû talîmatên ji derve tên qebûl dike, îtîatî fermanan dike û li gorî wan hereket dike. Lê, dema hêzek ji gelê wî, desthilatîyekê damezirîne, vê kiryarê biçûk dibîne, xor dibîne û hewl dide ku vê desthilatîyê hilweşîne. Çunku ji alîyê dew-leta serdest wisa hatîye fêrkirin.

Têgehên wekî; her tiştê gel kevnare û îptîdaî ye, xwarin û vexwarina wî, kinc û libasên wî, zimanê wî kevnare û îptîdaî ye, jîyana wî ya rojane di nava nezanî û cehaletê de derbas dibe, tê fêrkirin. Tê îdîakirin ku gelê kolonîzekirî nikare xwe îdare bike, tiştên bi vî rengî tên fêrkirin. Ev têkilî û helwest li Herêma Federal a Kurdistanê bi vî awayî tên bikaranîn. Kurdistan kolonî jî nîne, ji ber vê yekê ev têkilî li Kurdistanê ji welatên din pir girantir tê pêkanîn. Divê bûyerên ku 16ê çirîya pêşîn a 2017an li Kerkukê rû dan di vê çarçoveyê de bên nirxandin.

Ji kesên ku erişên min dikin, rexne li min digirin tu kes ji PKK/KCKyê re nabêje, ‘nîzameke Herêma Federal a Kurdîstanê heye, qanûnên wê hene, tu jî rêz li vê nîzamê û li van qanûnan bigire, êrişê pêşmergeyan neke, êrişê buroyên PDKê neke…” Dîsa nabêjin, ‘wekî ku hûn li nîzam û qanûnên dewletên Almanya, Fransa, Hollanda û Tirkîyeyê rêz digrin û li gorî van qanûnan hereket dikin, li Herêma Federal a Kurdistanê jî wisa bikin’. Bi rêya tuwancê (îma) be jî bilêvnekirina van rastîyan rewşeke ecêb e. Di nivîsa  ‘Li Herêma Federal ya Kurdistanê Hevkarîya PKK-Haşdî Şabî’ de behsa heşt çalakîyên PKK/KCKê hatibû kirin. Ew kesên ku min rexne dikin, êrişê min dikin qet bala xwe nedane ser van çalakîyan û tu bersiv  nedane min. Gelo ev helhewst nayê wateya tesdîqkirin û erêkirina êrişên PKK/KCKê yên li ser pêşmergeyan?  Gelek balkêş e, ev êriş di pêvajoya ku Mesud Barzanî dibêje, ”me şerê di navbera kurdan de li xwe heram kirîye” û di pratîkê de jî bi zanebûn û biryardarî dest nîşan dike ku girêdayîyê soza xwe ye, tên kirin. (Binêrin,  Abid Gürses, Kardeş Kavgası mı Kobani Ruhu mu? – Şerê Birakujî an Rihê Kobanîyê, nerinaazad, 17 kanûna paşîn 2020)

Helbet divê kêşeyên di navbera kurdan de bi rêya dîyalogê bên çareserkirin, divê ev têgeh wekî prensîb bê qebûl kirin. Ji bo vê yekê jî divê berî her tiştî desthilat-darîya Herêma Federal a Kurdis-tanê wekî desthilatîyeke meşrû bê qebûlkirin. Helbet divê di pêvajoya dîyalogê de rexneyên pêwist jî bên kirin.

Îro, artêşa Tirkan, li gelek deverên Herêma Federal a Kurdistanê û li ser xeta sînor gelek baregehên leşkerî ava kirine. Divîyabû PKK/KCKê çalakîyên ji bo bidûrxistina artêşa tirkan a ji herêmê li dar bixistana, lê bi bahaneyên curbicur li herêmê zemîna bicihbûna artêşa tirk amade dike.  Gelek dîyar e ku artêşa tirkan ji bo ewlehîya Herêma Federaral a Kurdistanê tehlûkeyeke mezin e.

Em behsa desthilatdarîya Herêma Federal a Kurdistanê dikin, behsa qaîde û qanûnên wê dikin. Ev federasyonek e. Divê di nava sînorên vê federasyonê de mafê azadîya kuştinê tunebe. Ger di nav sînorên vê federasyonê de kesek hatibe kuştin, divê desthilatdarî bikaribe bi qanûn, polîs, dadwer, dadgeh û hepisxaneyên xwe midaxaleyî bûyerê bike. Ger desthilatdarî nikaribe vê selehîyetê bi kar bîne, meriv nikare ji federasyoneke rastîn behs bike. Divê Herêma Federal a Kurdistanê di rêya bûyîna federasyona rastîn de bi pêş keve.

Ez wekî şexis bi hemû kes, sazî û partîyên sîyasî yên ku ji Kurdistanê behs dikin û serxwebûna Kurdistanê dixwazin re me, li gel wan im. Bi yên ku dibêjin ‘Ji kurdan re dewlet ne pêwist e’ re tu karê min tuneye. Çunku ev têgeh, gotin û daxwaza kurdan nîne, gotin û daxwaza dewletê ye.  Dewlêt vê yekê bi kurdan dide gotin, helbet ev ji bo dewletê serkevtinek e. Hemû dewletên ku sîyaseta rûxîn û şidetê li ser Kurdistanê didomînin, bi armanca pêşî li kurdan û serxwebûna Kurdis-tanê bigrin bi hevkarî û mişterek dixebitin, ji bo vê yekê tedbîran digirin.

Li başûrê Kurdistanê, têgeha serxwebûna Kurdistanê herî zêde ji alîyê barzanîyan ve tê parastin. Ev rewşeke nû nîne. Ji sed salî zêdetir re raman û planên barzanîyan wisa ye. Hin kes bi behskirina axatî û şêxitîyê, rihê neteweyî yê barzanîyan nabînin û tênagihîjin. Ev helwesteke xapînok e. Bilêvkirina van rastîyan nayê wateya piştgirîya partîyekê, ango piştgirîya PDKê. Piştgirîya plan û ramana serxwebûnê ye. Bihêzkirina plan û ramana serxwebûnê ye.

Li İBVê (İsmail Beşikci Vakfı) hem kesên di lijneya mutewelîyê de cih digirin û hem jî endamên lijneya birêveberîyê bi dilxwazî dixebitin. Tenê ji min re, ji bo debara malbata min alîkarîyek biçûk tê kirin. Ji bilî vê yekê çend kesên din yên bi meaş û bi sîgorte dixebitin jî hene. Li şaxa Weqfê ya Dîyarbekirê jî rewş wisa ye.  WÎB (Weqfa Ismail Beşikci) ya Hewlêrê jî li gorî qanûnên Herêma Federal a Kurdistanê hatîye damezrandin û weqfeke cuda ye

Helbet PDK ji  ber hin kiryar û bûyeran dikare bê rexnekirin. İsmail Beşikci dikare bê rexnekirin.  İBV jî dikare bê rexnekirin. Tiştên ez dikim, bi çi awayî dikim vekirî û aşîkar e. Tiştên ku ji alîyê Weqfa me tên kirin jî li holê ne. Hatinî û mesrefên wê vekirî ne, dîyar in. Sûcdarkirinên wekî ‘karmendên ji Barzanî meaşê digrin’ reşkirinên bê wate ne, sûcdarkirin e.

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

[/emember_protected]

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial