Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Gava Breksît du Îrlandayan nêzî hev dike

Serhildanan rû da li Îrlandaya Bakur di pêvajoya bihara 2021ê de bi taybetî li taxên yekîtîgiran, dilsozên Londonê. Ji dengdana ji bo Breksîtê ya 2016an û vir ve, neteweya Bakurê Îrlandayê li gel Brukselê di nava muzakereyan de ye. Bi serkeftîyekî mezin re: kampa alîgir ji bo ji nû ve yekbûnê, ku hêviyên wan ji nû ve zindî bûn bi qurnazîyên serokwezîr Boris Johnson re.

Em hê nizanin ka berê encamên Breksîtê ji bo Îrlandaya Bakur çendî fireh e. Lê belê wê ji niha ve li pey xwe gelek qurbanî hiştine: Partîya Yekîtîgir a Demokrat (DUP) û bi awayekî giştî, tevahîya alîgirên wesayeta brîtanî li ser Belfast û herêma wê.

Gava Mme Arlene Foster mîrasa rêveberîya DUPê dewr girt, di kanûna pêşîn a 2015an de, her tişt  xuya dikir ji bo partîya wê û doza ku wê diparast. Di 2007an de, piştî salên texîrkirinan, DUPê qebûl kiribû desthilatîyê bi Sinn Féinê re parve bike. Du sal berê, baskê çekdar ê Sinn Féinê, Artêşa Ko-marger a Îrlandî (IRA), çekên xwe danîbûn û agirbesteke herdemî ragihandibû.

Hin hevalbendên berê yên keşe Ian Paisley, avakarê DUPê, di vê peymanê de awayekî paşdegavavêtina li ber nasyonalîzm û IRAyê dîtibûn. Lê belê ne kampa yekîtîgir bi tevahî. Li dema du hilbijartinên herêmî yên dan pey vê pêvajoyê, di 2007 û 2011an de, DUPê bi wergirtina bi qasî ji sedî 30yê dengan, wekî partîya yekîtîgir a lîder û hêza sîyasî ya serdest a Îrlandaya Bakur pozîsyona xwe xurt kir. Di hilbijartinên gulana 2016an de -yên sêyemîn ji dema ku DUPê parvekirina deshilatîyê qebûl kiribû û vir ve, ku demeke kin piştî hatina Mme Foster a ser serê partîyê, hatin lidarxistin-, partî ji sedî yek bi paş ketîye, bi rêjeya (ji sedî 29,2yê dengan) dîsa jî gelek zêdetir ji rêjeya dengê Sinn Féinê (% 24 ).

Li tenişt van encamên erênî, mîlîtanên DUPê dikaribûn kêfxweş bibin ji ber tu tehdîdeke cidî tunebû li ser yekîtîya navbera Îrlandaya Bakur û Brîtanyaya Gew-re(1). Sinn Féin, ku armanca wê ya sereke hê jî rizgarîya ji Londonê ye, qebûl dikir ku yekîtîya îrlandî wê nikaribe pêk were bêyî sûdwer-girtina berî her tiştî ji destekeke mezin a li Bakur. Tevî vê yekê, di dema rapirsînê de, di kanûna paşîn a 2013an de, ji sedî 65ê ke-sên ji wan hat pirsîn, dîyar dikirin ku, eger referandûmek çêbe, ew ê dengê xwe ji bo mayîna li nava Qralîyeta Yekbûyî bi kar bînin. Tenê ji sedî 17yê hilbijêran digot ew dixwazin bi Komara Îrlandî re bibin yek.(2)

Mehek piştî hilbijartina Meclîsa Îrlandaya Bakur, di 2016an de, hilbijêrên birîtanî dîsa jî tercîh dikirin ku ji Yekîtîya Ewrûpayê veqetin. Dengên îngilîz, ên alîgirên Breksîtê (ji sedî 56ê hilbijêran), bi awayekî vekirî û zelal bi ser yên «na»ya (% 44 ) Îrlandaya Bakur diketin. Berevajîyê piranîya partîyên xwecihî, ku «Remain» (mayîna li nava Yekîtîyê) dixwestin, DUP kêfxweşîya xwe tîne ziman ji encaman û hewl dide Breksîtê biparêze, tevî xirecira ku li wir deranî hole, stratejîyeke hilweşîner.

Berî pênc salan, tu kesî wê xeyal jî nekira ku îro, dema ku Mme Foster wezîfa xwe dewr dike, siberoj wê ewçend tarî bibûya ji bo DUPê. Di hilbijartinên 2017an de, tenê bi qasî hezar deng pêwist bûn (li nava bi qasî 1,25 mîlyon hilbijêrî) ji bo ku partî şûna xwe ya yekemînîyê radestî Sinn Féin bike. Cara pêşî di dîroka Îrlandaya Bakur de, yekîtîgiran piranîya kursîyan bi dest nexistin. Hilbijartina bê, wê di gulana 2022an de pêk were. Vê gavê, rapirsîn nîsbet bi encamên hilbi-jartina 2017an, DUPê ji sedî 9 li paş nîşan didin û ev jî tê wateya têkçûneke giran li hemberî Sinn Féinê.

Di heman demê de, desteka ji bo nêrîna ji nû ve li hevgihandina îrlandî mezin bû. Yekîtîgir vê gavê tu tehdîteke nêz li ser xwe nabînin, lê belê dengeya hêzan li ser pirsgirêkê êdî rê nade alîgirên wê ku xwe zêde jî ewle hîs bikin. Hetta, bê referandûma li siberojeke nêz, protokola Îrlandaya Bakur ku li nava peymana kanûna paşîn a 2020an a di navbera serokwezîrê brîtanî Boris Johnson û Yekîtîya Ewropî de cih digire, ji niha ve benên navbera Belfast û Londonê sist kirine. Sererastkirinên têkildarî bazirganîyê û têkilîyên li gel Brukselê ji niha û şûn ve li her du alîyên deryaya Îrlandayê wê cuda bin.

Berpirsîyarê beşa sîyasî ya rojnameya rojane News Letter, Sam McBride krîza ku kampa yekîtîgir -ku rojnameya wî jî têde cih digire- piştî çûna Mme Foster, tê re derbas dibe, bi kurtî weha vedibêje: «Eger rêveberê bê yê DUPê karibe zirarên serdema Foster telafî bike têkildarî pêbawerîya partîyê, Meclîsa Îrlandaya Bakur û Yekîtîyê, wê karibe bi ser keve. Lê belê bi îhtîmaleke mezin, ewê nikaribe vê yekê bike. DUP êdî ne di wê astê de ye ku ku karibe tiştên winda kirine ji nû ve bi dest ve bîne. Di encamê de, tiştê mijara gotinê ne bîlançoya Mme Foster ne jî profîla wî kesî ye ku dê şûna wê bigire, tiştê mijara gotinê siberoja Qralîyeta Yekbûyî ye. Eger rêveberê bê yê partîyê bi awayekî xirab têk biçe, wê yê li pey wî bikeve bin barê mîraseke yekîtîgir a zêde jihevketî.»(3)

Rêveberê berê yê Partîya Yekîtîgir a Ulster (UUP), M. David Trimble vê sibatê ji bo rojnameya Irish Times, a navenda wê li Dublinê ye, bi nivîsarekê berfirehîya zîyanê ku Breksîtê li Yekîtîgirîyê kir, raxist pêş çavan. Di 1998an de, M. Trimble li gel rêveberê nasyonalîst John Hume xelata Nobela aştîyê wergirt, ji ber beşdarbûna muzakereyên ber bi peymana Îna Pîroz (Good Friday Agreement, GFA), a îsal hat îmzekirin. Demeke dirêj yekemîn partîya yekîtîgir, UUP beşeke mezin a hilbjêrên xwe, piştî 1998an bi dest DUPê ve berdan. Dema ku UUP alîgirîya «Remain»ê dikir, M. Trimble ku êdî endamê muhefezekar ê Meclîsa Lordan e, banga dengdana ji bo «Leave» (derketina ji Yekîtîya Ewropî) kir. Di 2016an de, wî texmîn dikir ku Breksît wê bî bibe zemîna îhtîmala «vekirina kilîda vejîna brîtanî li seranserî cîhanê».(4)

Tevî vê yekê, M. Trimble di nivîsara xwe de protokola Îrlandaya Bakur, ku wekî «hilweşîneke pir mezin û dij demokratîk a pozîsyona destûrnameyî ya Îrlandaya Ba-kur» pênase dike, da ber rexneyên giran. «Ez tika dikim ji hikûmeta min, ji hikûmeta Komara Îrlandayê û Yekîtîya Ewropayê ku dawî bînin li vê helwesta xwe ya biçûkdîtina qezencên peymana Belfastê», wisa dinivîse.(5) Li gorî wî, ev protokol tê wateya ku «Îrlandaya Bakur êdî ne endama tam a Qralîyeta Yekbûyî ye, ku ew ji alîyê Brukselê ve hatîye îlhaqkirin û hem li ber qanûnên ewropî hem jî yên dadgeheke wê ya tu îtîrazekê qebûl nake, wê serî tewandîye.»(6) Mîyopîya vê nirxandinê li gel vê yekê zêde balkêş bû ji bo xwendevanên Irish Timesê, yên baş zanin ku ev xeteke alîgirên Breksîtê ya kampa yekîtîgir e ku «qezencên GFAyê pir biçûk dibîne». Ji ber ku, di eslê xwe de, protokola li ser Îrlandaya Bakur ji ber bêberpirsîyarîya wan pêk hat.

Bend û rizdeyên li nîvê deryayê

Têgeha mafê tayînkirina qedera xwe ya di GFAyê de nivîsandî, bû yek ji serketinên herî girîng ên yekîtîgirîyê -û yên M. Trimble bi xwe-. Sinn Féin û IRAyê îdîa kiribûn ku yekîtîgira piranî li nava sînorên Îrlandaya Bakur zêde negirîng bû. Li gorî wan, herêm yekîneyeke sîyasî ya çêkirî û der-qanûnî bû; piranîya nasyonalîst a giravê, bi awayekî giştî pêwist bû tiştê wekî «vetoya yekîtîgir» bi nav dikir, qezenç bikira. GFA şirovekirina vê realîteyê red dike: hemû kesên îmze danîne ser, Sinn Féin jî di navê de, neçar man «rewabûna her tercîheke formulekirî ji alîyê piranîya xelkê Îrlandaya Bakur ve dema têkildarî statuya wan be, qebûl bike».(7)

Peymana aştîyê nabêje ka piştî biryara Qralîyeta Yekbûyî ya veqetîna ji Yekîtîya Ewropî divê çi were kirin: di 1998an de kesî pêşbînîya tiştekî wisa nekiribû. Li gorî şertên peymanê, hikûmetên brîtanî û îrlandî «têkilîya yekane ya navbera gelên xwe û hevkarîya teng a navbera welatên xwe wekî cîranên dost û partner di nava Yekîtîya Ewropî de» qebûl dikirin.  Dengdana hezîrana 2016an ji ber vê yekê bi awayekî vekirî GFAyê binpê nake, lê belê dibe sedemê bi gewdebûna pirsên ku her du hikûmet û partîyên Îrlandaya Bakur divê bibersivînin.

DUP fikrê ku ‘divê piranîya alîgirên Breksîtê yên li nava Qralîyeta Yekbûyî li ser piranîya Îrlandaya Bakur ên alîgirên mayîna li nava Yekîtîya Ewropî ferz bikin’ diparêze. M. Trimble, bi taybetî, hewl dide vê bîrbirinê biparêze bêyî ku ferq bike ku ew, şaxê ku yekîtîgir li ser rûniştîye bi jêpirsîna pênaseya mafê tayînkirina qedera xwe ku di peymana Îna Pîroz de heye, jê dike. Eger xelkê brîtanî karibe biryara astengkirina çûna nava Yekîtîya Ewropî li dijî vîna piranîya Îrlandaya Bakur bide, çima ew ê nikaribe sererastkirineke taybet li ser herêmê bi Brukselê re saz bike da ku wê ji Brîtanyaya Gewr cuda bike?

Ev pirs bi lezgînîyeke taybet di kanûna paşîn a 2017an de derket holê, gava serokwezîra muhefezekar a wê demê, Mme Theresa May, soz da welatê xwe wî ji bazara yekane û yekîtîya gumrukê vekişîne: proje wekî «Hard Brexit» («Breksîta hişk») hat binavkirin. Pêkanîna vê opsîyonê li tevahîya qralîyetê ji nû ve derketina holê ya sînorê fîzîkî ferz dikir -li gel kontrolên gumrukê- di navbera Îrlandaya Bakur û Komara Îrlandî de. Dub-lin bi desteka Brukselê bi hişkî li dij derdiket. Ji bo Londonê tenê diman sê opsîyon: terkirina Yekîtîya Ewropî bê lihevhatin, vegera ji soza Mme May û xebitîna ji bo Breksîteke «nerm» an jî qebûlkirina sererastkirineke taybet têkildarî Îrlandaya Bakur.

Ji bo yekîtîgiran, ev opsîyona sêyem herî xirab bû û bi awayekî pir vekirî. Piştî hilbijartinên giştî yên brîtanî yên hezîrana 2017an, ku Mme May ji piranîya wê ya li parlamenê bêpar hişt, DUPê ev yek bi dengekî bilind û xurt anî ziman. Xurt, bi deh kursîyên xwe yên li Westminster, ew hingê xwedî pozîsyona qralçêkeran bû. Li gel vê yekê DUPê şensekî ku derket pêşîya wê heba kir, bi cihgirtina rêkûpêk li tenişt beşa alîgirên Breksîtê ya herî radîkal li nava Partîya muhefezekar, bi berdêla dijberîkirina li himberî Mme May. Rexnegirê herî tûj ê serokwezîrê, M. Johnson li konferansa DUPê di çirîya paşîn a 2018an de ji bo peymana li gel Brukselê wekî «teslîmîyet» bi nav bike mafê gotinê stand.

Demeke dirêj, yekîtîgir bi rêveberên sîyasî yên brîtanî ewle nebûn. Lê belê DUPê tercîh kir ku hemû hêkên xwe bixe selika M. Johnson, tevî ku wî bi çerxkirinên xwe û pênebawerîya xwe navûdeng dabû. Alîgirê Breksîtê tenê gava vê yekê ew nêzî deshilatîyê dikir, M. Johnson sozên xwe yên ji bo DUPê dabûn binpêkirin û ji nû ve kete nava muzakereyên li ser peymana Breksîtê çawa ku di tîrmeha 2019an de xwe gihand hejmara 10 a Kolana Downingê.

Li şûna «backstop» («xeta ewlekarîyê») ku çareserîya pirsgirêka Îrlandaya Bakur bi derengî dixist, M. Johnson fikrê rizdeyên gum-rukî ne di navbera du yekîneyên îrlandî de, lê li nîvê deryaya Îrlandayê qebûl dike. Protokola li ser Îrlandaya Bakur, ku vî fikrî fermî dike, di destpêka sala 2021ê de ket merîyetê. Ji bo şaredarê berê yê Londonê û hevalbendên wî, acîlîyeta qutbûnê ji bazara yekan û yekîtîya gumrukê ji piştgirîya ji bo yekîtîgirîya Îrlandaya bakur zêdetir derdiket pêş.

DUP a hêrsbûyî divê bi rastîyê re rû bi rû bimîne: wê bi xwe hilweşîna xwe amade kir. Yekîtigirên alîgirên Breksîtê ji doh ve amade bûn ji bo tercîha xwe hem li ser nasyonalîstan hem jî li ser hindikahîya yekîtîgir a alîgira «Remain» ferz bikin. Hikûmeta M. Johnson jî lîstikeke bi heman rengî bi wan re lîst, lê belê li dijî daxwaza wan. Alîgirên Breksîtê yên Îrlandaya Bakur îro êdî bûne mexdûrên awayê bîrbirineke sîyasî ya ku wan jî di pêşxistina wê de cih girt.

Dîrokzan xuya ye wê zehmetîyê bikşînin ji bo ku beramberî Mme Foster bi dilovanî tevbigerin; lê belê wê neheqî be ku ew wekî yekane berpirsîyara vê têkçûnê were nîşandan. Bi awayekî teorîk di dema referandûm 2016an de DUP wê parastina «Remain» kiribe, dû re jî parastina Breksîta  «nerm» piştî serketina «Leave».(8) Di eslê xwe de, tercîhên DUPê yên piştî 2016an zarûrî bûn: ew ji bêqabîlîyeta vî an jî wî rêveberên wê bêhtir dibûn neynika nakokîyên yekîtîgirîya nûjen.

Xeyalşikestinên tehl ji bo yekîtîgiran

Yekîtîgirîya Ulster formeke nasyonalîzma brîtanî ye ku li derûberê Qralîyeta Yekbûyî xwe nîşan dide û bi giştî vediguhere formeke têkoşertir nîsbet bi versîyona xwe ya navendî. Ew li qadeke sîyasî ya taybet ku lê li dijî nasyonalîzma îrlandî pêşbazîyê dike derdikeve holê. Yekîtîgir bûne mexdûrên rastîya ku hestê wan ê aîdbûna civaka brîtanî deng venade li alîyê din ê deryaya Îrlandayê: piranîya brîtanîyan wan wekî aîdê neteweya xwe nabînin û mirov dikare bibêje ku brîtanî wê dudil nebûna ji bo ku qralîyetê herêm terk bikira eger vê yekê jîyana sîyasî li Brîtanyaya Gewre hêsantir bikira.

Di konteksteke wisa de her tiştî DUP daf da ji bo xwe alîgir nîşan bide ji bo kampanyaya alîgirîya-Breksîtê ya ji alîyê M. Johnson û M. Nigel Farage ve -rêveberê berê yê Partîya ji bo Serxwebûna Qralîyeta Yekbûyî (UKIP)- hat destpêkirin, madem ku wê formeke nasyonalîzma bi îdîatir û xwesertir temsîl dikir û jêdera wê dirêjî nava dilê Qralîyeta Yekbûyî dibû. Cihê xemgînîyê ye ji bo wê ku vê nasyonalîzma brîtanî ya li bin steroîdan tinazê xwe dikir bi qedera Îrlandaya Bakur. Bi wê çendeyê ku destê M. Johnson nelerizî gava ku wî hewl da îxanetê bi hevalbendên xwe re bike. Yekîtîgiran bi awaeyekî beyhûde protokola Îrlandaya Bakur protesto kir. Ev jî qismen îzah dike sedema teqîna bûyerên şîdetê yên di dawîya meha adarê de li herêmê rû dan.(9)

Nivîskarên quncikan ketin nava hewldana parastinê da ku Sinn Féin û alîgirên Îrlandayeke ji nû ve yekbûyî sûdê wernegirin ji îxaneta ku yekîtîgir lê rast hatin ji bo pêşvebirina doza xwe. Lê belê gelo bi rastî jî rewşeke realîst e mirov hêvî bike ku aktorên sîyasî yên jîyana xwe feda kirine ji bo yekîtîya giravê, ji hedefa xwe vegerin tam li demeke ku pêkhatina wê êdî pir dûr xuya nake?

* Nivîskarê One Man’s Terrorist: A Political History of the IRA,-Terorîstê zilamekî: Dîroka Sîyasî ya IRAyê Verso, 2019.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

________

1) Brîtanyaya Gewre erdnîgarîyek e ku Ingilistan, Îskoçya û Welatê Gal dide ber xwe.

2) Mark Devenport, «Opinion poll indicates NI voters would reject Irish unity», BBC News, 5 sibat 2013.

3) Sam McBride, «How Arlene Foster fell: Even as she dismissed the threat, the knives were being plunged», News Letter, Belfast, Yekê gulanê 2021.

4) Gareth Gordon, «Senior Ulster Unionists appeal to members for Leave vote», BBC News, Londres, 18 hezîran 2016.

5) Yekîtîgir tercîh dikin ku peymana Îna Pîroz wekî «Peymana Belfastê» bi nav bikin.

6) David Trimble, «Protocol threatens rather than protects Belfast Agreement», Irish Times, Dublin, 20 sibat 2021.

7) «Good Friday Agreement», www.dfa.ie

8) Eger hemû alîgirên Breksîtê li Îrlandaya Bakur xwe vekişandana, an jî ji bo «Remain» jî deng bidana, wanê dîsa nikaribûya dengeya piranîya alîgir ji bo derketina ji Yekîtîya Ewropî li Qralîyeta Yekbûyî biguheranda.

9) Cf. «Cloddish insensitivity», LRB blog, 14 nîsan 2021, www.lrb.co.uk

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial