Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Ewlehîya wicûdî, Kurdistan û Partîyên Kurdî

Eger têgeha ewlehîya wicûdî ji bo kurdan bi kar bînin, berî her tiştî pirsgirêkek heye. Pirsgirêk jî ev e ku di teorîyên serekî yên peywendîya navneteweyî de tenê dewlet aktorên serekî ne, em jî dizanin ku kurd ne xwedî dewlet in, belê neteweyeke bê dewlet e ku xwedî çendîn partî û rêxistinên sîyasî ne. Di vê gotarê de mebesta me ji kurdan ew partî û rêxistinên sîyasî ne ku li ser navê kurd û Kurdistanê xebat dikin.

Ewlehî  (Security) yek ji wan têgehên girîng e ku di van 50 salên dawî de, beşeke zêde ji zanista peywendîyên navneteweyî ji bo xwe terxan kirîye. Her wisa aktorên navneteweyî vê têgehê li berçav digirin û hewla berfirehkirin û parastina desthilat û berjewendîyên xwe didin. Destpêkê ewlehî zêdetir amaje bi ewlehîya fîzîkî bû ku zêdetir mijarên wekî parastina yekparçeyîya xak û her wisa rêjeya çekên cuda cuda amaje pê dikirin. Belê piştre guherîn li ser nêrînên klasîk derbarê ewlehîyê çêbûn û alîyên cuda cuda yên wekî aborî, civakî, jîngehî, derûnî û wicûdî girîngî pê didan. Di vê gotarê de em dê li ser têgeha ewlehîya wicûdî rawestin. Em dê pirsîyar bikin gelo ewlehîya wicûdî çi ye? Ji bo mirovan û dewletan ev têgeh çawa dihête pênasekirin? Çima girîng e? Erê kurd ji alîyê navneteweyî ve xwedîyê vê cure ewlehîyê ye?

Ewlehîya wicûdî çi ye?

 Ji bo ku em ewlehîya wicûdî (Ontological Security) di peywendîyên navneteweyî de şirove bikin, pêdivîye destpêkê vê têgehê di alîyê takekesî û jîyana xwekesî (Personal) de şirove bikin. Yekem car civaknasê brîtanî, Anthony Giddens ev têgehe bi kar anî. Giddens di teorîya ‘hebûna mirovî’ de destnîşan dike ku her mirovek ji bo ku di jîya-na xwekesî de bikare bi şêwazeke serkeftî qeyranên neçaverêkirî û çaverêkirî derbas bike, pêdivî ye xwedî kesayetîyeke bihêz û çendîn bawerîyên serekî be. Ev bawerîyên henê ku bingehê kesayetîya mirovî ava dikin hem di jîyana rojane de û hem jî di dema qeyranan de alîkar in da ku mirov xwe wenda neke û parêzvanî li hebûna xwe bike.

Ji alîyê din ve, avakirina xwe (Self) pêdivî bi ewê din (The Other) heye ku mirov bi cudakirina xwe ji ewê din, hem xwe nas bike û hem xwe bide nasandin. Her wekî em dizanin nasname du rehend (muhîmîyet, hecim, mezinahî) hene. Rehendên negatîf û pozitîf. Rehenda negatîf amaje bi wan taybetmendîyan dike ku mirov ji bo pênasekirina xwe napejirîne. Bo mînak, kurd ji ber wê yekê kurd e çunku ne tirk, ne ereb û ne jî faris e. Ka çawa di alfabeyê de A ji ber wê yekê A ye çunku B, C û D nîne. Belê rehenda pozîtîf, hewla çespandina wan taybetmendîyan dide ku bi şêwazeke xwezayî taybet in bi xwe. Ew herdu rehend alîkarîya avakirina nasnameya mirovî dikin ku bikare peywendîyên civakî çêke û her kesekî wekî mirovekî serbixwe û xwedî nasnameya xwe derxîne holê. Li vir gelek bi kurtî amajeyê bi nêrîna derûnnas Erik Erikson ya li ser nasname ji bo mirov bikim. Bi hizra wî nasnameyeke bihêz wekî mekanîzmayek ji bo kontrolkirina şepirzeyîya derûnî ye û her wisa hesta xwebawerîyê diparêze. Ew hesta xwebawerî û piştrastîyê ku koka wê di wan bersivan de ye ku her mirovek ji bo pirsên wicûdî peyda dike û di demên qeyranan de alîkarîya mirovî dike, ji wê hestê re dibêjin ewlehîya wicûdî.

Ewlehîya wicûdî di peywendîyên navneteweyî de

Ev têgehe destpêkê ji bo jîyana xwekesîya mirovan hate bikaranîn, lê piştre ji alîyê pisporên peywendîyên navneteweyî jî hate bikaranîn. Eger dewletê wekî takekes bigrin berçavan û wekî civaka mirovî li civaka navneteweyî binêrin, wê demê em dikarin bibêjin ka çawa mirov wekî aktorên civakî pêdivî nasname û kesa-yetîyeke bihêz bin heya bikaribin di jîyana civakî de berdewam bin, dewlet jî wekî aktorên navneteweyî pêdivî ye xwedî nasnameyeke bihêz bin da ku bikarin di jîyana navneteweyî de berdewam bin. Ew bawerîyên ku dewlet bingeha xwe li ser ava dike, piştre dibîne prensîpên wê dewletê, her wisa şîyan û cîhanbînî pê didin heya bikare di dema bûyer û qeyranan de xwe rabigire û dîsan xwe berhem bihîne. Hestkirin bi ewlehîya wicûdî ji bo dewletan wê ramanê dide ku ewan di derbarê nasname, pêşeyi (Priority), armanc û berjewendîyên xwe piştrast in û di wan mijaran de gihîştine têgihîştineke kûr. Wekî Jennifer Mitzen dibêje: ‘Ewlehîya wicûdî egereke ji bo selmandina nîzama xwe ya êpîstemolojîk bi ser derdorê de.’

Ji bo ku ev mijare zelaltir bibe em dê mînakekê bidin. Komara Îslamî ya Îranê wekî dewlet nasnameya xwe li ser van çar stûnên sereke ava kirîye: Îranîbûn, Îslamîbûn, hinartina şoreşa Îslamî ji bo welatên din û bêlayenbûn di milmilaneyên navdewletî de. Li gor van taybetmendîyan Komara İslamî dizane ku di dema bûyerên sîyasî de çawa bilive, çawa xwe rabigire û dîsan xwe berhem bihîne. Ew dewlet heya di dema bertengîyê jî de bawerî û armancên xwe binpê nekirine û hertim li gor sîstema êpîstemolojîkîya xwe livîyaye. Bo mînak dijayetîya li hember Amerîkayê yek ji bawerîyên sereke yên dewleta Îranê ye. Di serdema serokkomarîya Donald Trump de dorpêçên (ablûka) giran bi ser Îranê sepandin ji bo ku wan neçar bikin danûstandin bikin yan jî hêzên xwe ji Îraq, Sûrîye, Libnan û Yemenê vekişînin. Belê ev dewlete qet dest ji dijayetîya Amerîkayê berneda û neçû jêr daxwazî û bandora wan. Li vir em dikarin li ser sîstema pêbawerî ya bingehîn (Basic Trust System) biaxifin ku dibe egerek ku dewlet xwe wekî pêkhateyek ji nasname û berjewendîyan pênase biket û di peywendîya digel dewletên din de vê nasnameyê bi cih bike û van berjewendîyan bi dest bixe.

Ewlehîya wicûdî û kurd

Eger têgeha ewlehîya wicûdî ji bo kurdan bi kar bînin, berî her tiştî pirsgirêkek heye. Pirsgirêk jî ev e ku di teorîyên serekî yên peywendîya navneteweyî de tenê dewlet aktorên serekî ne, em jî dizanin ku kurd ne xwedî dewlet in, belê neteweyeke bê dewlet e ku xwedî çendîn partî û rêxistinên sîyasî ne. Di vê gotarê de mebesta me ji kurdan ew partî û rêxistinên sîyasî ne ku li ser navê kurd û Kurdistanê xebat dikin. Ji bo derbaskirina wê berbesta teorîk jî em dikarin navên çend aktoran bidin ku nedewlet in (Non-state Actors), lê bandora wan li ser sîyaseta navçeyî û navneteweyî heye. Aktorên wekî rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UN), Yekîtîya Ewropa, Nato, dewletên de facto wekî Taîwan û Qibris, sîstema sîyasî ya Filistîn û kompanîyên Çendneteweyî (Multinational Companies) ku her yek ji van xwedî nasnameya xwe û armancên dîyarkirî ye. Kurd jî wekî mezintirîn neteweya cîhanê ya bê dewlet ku xwedîyê bi dehan partîyen sîyasî ye, dikare mînakek aktorên navneteweyî be.

Ji bo ku em bikaribin bingehên nasnameya partîyên sîyasî yên kurdan zelal bikin û bizanîn gelo ewan wekî pêkhateyên sîyasî yên modern yên civaka Kurdistanê heya çi radeyê xwedîyê nasname-yeke bi hêz in, em dê çend faktorên nasnameyên wan dest nîşan bikin. 1- Ew welatê ku partîyên sîyasî yên kurdî xwe pê didine nasandin. 2- Ew navê rûniştvanên li ser xaka Kurdistanê pê didine nasandin. 3- Armancên wan. 4- Bi çi şêwazî yên din (the other) pênase dikin.

Destpêkê behs li wan navan bikin ku partîyên kurdî ji bo paşgirên navên xwe û her wisa ji bo welatê Kurdistanê bi kar tînin. Rastîyek heye, ew jî ev e ku Kurdistan welatek e li Rojhilata Navîn û ji alîyê çar dewletên Îraq, Îran, Sûrîye û Tirkîye ve hatîye dabeşkirin û dagirkirin. Eger em li navên partîyên kurdî binêrin, dibînin ku zêdebarî danpêdan bi dagirkirina Kurdistanê nakin û hebûneke cuda û serbixwe ji bo Kurdistanê napejirînin. Wate yan xwe bi nasnameyên wan çar dagirkeran didine nasandin,  bo mînak weke Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Partîya Demokrata Kurdistan Îraqê (di destpêka damezrandinê de), Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyeyê, Encûmenîya Nîştimanîya Kurdistana Sûrîyeyê… Yan navên partîyên xwe li ser valahîyekê û bê ku navê welatekî bihînin dest nîşan kirine, wekî Partîya Demok-ratîk ya Gelan (ne zelal e kîjan gel yan jî gelan), Partîya Yekîtîya Demokratîk, Partîya Karê Gel û Partîya Aştî û Demokrasî… . Yan jî xwe tevahî bi nasnameyên welatên dagirkeran didine nasandin, wekî Hizba Komunîsta Îranê û Hizba Şû’î ya Îraqê. Bi van navan nîşan didin ku zêdebarî partîyên kurdan di pênasekirina nasnameya welatê xwe de ne zelal in û hîna nizanin gelo welatê wan heye yan beşek in ji welatên din. Ji ber vê yekê dema amaje bi welatê Kurdistanê dikin, peyvên wekî Kurdistana Îranê, Kurdistana Îraqê, Kurdistana Tirkîyeyê, Kurdistana Sûrîye-yê, Bakurê Îraqê, Rojavayê Îranê, Deverên Kurdnişîn yên Îranê, Parêzgehên Kurdnişîn yên Îranê û Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bi kar tînin. Heya eger navên beşên cuda cuda yên Kurdistanê jî bihînin, lê dîsan her car bi şêwazekê dibêjin. Car heye dibêjin Rojhilatê Kurdistanê û carina dibêjin Kurdistana Rojhilat û hinek car jî li cîhê Rojhilat dibêjin Xorhilat.

Xala duyem, armanc û stratejîyên wan partîyan e. Ew partî ku xwe wekî nûnerên welatekî dagirkirî û neteweyeke bê desthilat û bê dewlet dizanin, çawa armancên xwe destnîşan kirine. Tiştê herî dîyar di armancên wan de ew in ku yan stratejîyên xwe zû bi zû diguherin, yan jî armancên wan çi peywendî bi dagirkirina Kurdistanê ve nîne. Dibe rojekê xudmuxtarî bixwazin, roja din federalîzmê bixwazin, yan jî daxwaza dewleta Kurdistanê bikin û roja din wê armancê biguherin û bikine xwerêveberî. Her wisa dibe li ciheke din daxwaza demok-ratîzekirina dewletên dagirkerên Kurdistanê bikin, rojeke din daxwaza yekgirtina karkerên cîhanê bikin û roja din bixwazin Kurdistanê bikine meydana şer li dijî îdeolojîyên sîyasî yên wekî faşîzm, naşyonalîzm yan kapîtalîzm.

Li alîyê din, ew şêwazê ku partîyên kurdan rûniştvanên li ser xaka Kurdistanê pênase dikin, dîsan cuda cuda ye, wekî peyvên xelk, xelkên, gel, gelan, netewe û milîyet bi kar tînin. Hinek caran peyva gel ji bo tevahîya rûniştvanên li ser xaka Kurdistanê bi kar tînin û hinek caran jî tenê ji bo rûniştvanên devereke dîyarkirî, bo mînak gelê Şengalê, gelê Hewremanê. Ka çawa partîyeke sîyasî xelkê pênase dike ku xwe wekî nûnêrên wan dizanin, bandor dixe ser armancên wê partîyê jî. Bo mînak bikaranîna peyva netewe ku digel peyva dewletê hevdigire, amaje bi xwesteka desthilatxwazî û serxwebûnxwazî dike. Lê peyva gel zêdetir alîyê lokalî û antropolojî digre û amaje ye ji bo komeke mirovî ku li navçe-yeke cografî ya dîyarkirî dijîn û mijûlên jîyana rojane û parastina çanda kevin û cilûbergan in. Peyva xelk zêdetir girêdayî wêjeya çep e û amaje bi komeke mirovan dike ku wekî hêzekê ne ji bo mebesta şoreşa karkeran û rûxandina sermayedarîyê.

Bingeha sereke ya nasnameyê cudakirina xwe ji yên din, wate proseya ewêndinsazî ji te re dibêje tu kî yî, ji yên din re dibêje tu kî yî, ji te re dibêje yên din kî ne. Di vî alî de partîyên kurdî her roj bi şêwazekê netewe û dewletên dagirkerên Kurdistanê pênase dikin. Rojek dibêjin Kurd û ereb birayên hev in, roja din dibêjin dirawseyên (cîran) hev in û rojeke din dibêjin kurd û ereb qet nikarin bi hev re bijîn. Li alîyê din jî rojekê bang li kurdan dikin ku di gel her kes birayetîya gelan çêkin, yan ji kurdan daxwaz dikin di gel karkerên faris hev bigrin, yan jî ji kurdan daxwaz dikin di gel hêzên enternasyonalîst hev bigrin da ku bi hev re serma-yedarîya cîhanî tune bikin û sîstemeke nû ji bo dinyayê ava bikin (di demek de heya niha nikarîne sîstemeke sîyasî li Kurdistanê damezrînin). Her wisa hinek caran tenê dijayetîya desthilata niha ya dewletên dagirker dikin û di gel opozîsyona wê desthilata dagirker hevpeymanîyê çêdikin. Ew opo-zîsyon jî dema dibe desthilatdar her wekî desthilata pêşîyê û belkî xirabtir jî li kurdan dinêre. Hinek caran ewên din yên partîyên kurdî tenê yek kesayetî ye di sîstema dagirkeran de û carina jî tenê yek partîya neteweya dagirker wekî  dijminên Kurdistanê pênase dikin.

Li gor van çar faktorên hatine şirove kirin, dîyar dibe ku hîç kodengî (Consensus) sebaret bi nasnameya Kurdistanî nîne. Li gor qanûna nasname-kirdar (Identity-action) hebûna nasnameyeke bihêz alîkar dibe ku aktorekî sîyasî bikare aktîf be, wate kirdar bi rê ve bibe ne tenê karvedan nîşan bide. Akoterek ku pasîf be û tenê karvedan di destên wî de bin, neçare wê rewşê bipejirîne ku ji alîyê aktorên aktîf ve hatîye afirandin. Her wekî çawa partîyên sîyasî yên kurdî di daxuyanîyên xwe de amaje bi vê yekê dikin ku rewş wisa dixwaze, yan rewş ji bo serxwebûnê ne guncaw e yan em nikarin rewşa heyî biguherin. Anthony Giddens li ser peyva ‘dema çarenivîssaz’ diaxife ku pêwîst e di dema qeyran yan gefan de aktorê sîyasî li gor bingehên nasnameya xwe û her wisa armancên xwe hewla encamdana kirdar bide û vê rewşa awarte di berjewendîyên xwe de biguherîne. Belê wekî Jennifer Mitzen dibêje di nebûna ewlehîya wicûdî de dewlet dikeve rewşeke bêtiwanayî ya kûr ku nizane rû bi rûyê kîjan metirsîyê bibe û kîjan metirsîyê piştguh bike. Eger nasname û armancên dîyarkirî nebin, di dema çarenivîssaz de aktorê sîyasî du bijarde hene: Yan divê wê rewşê bipejirîne ku aktorên aktîf çêkirîye, yan jî divê bibe erkdarê ajandayên aktorên aktîf. Du dîyarde hene ku partîyên kurdî ji ber egera pasîfbûnê toş bûne, ew jî cehşayetî û birakujî ne.

Encam

Şirovekirina her çar faktorên hatine destnîşankirin, ji bo me dîyar dikin ku partîyên kurdî heya niha xwedî hîç bingeheke dîyarkirî û neguher nînin da ku ji bo çareserkirina pirsa dagirkarî û bêdesthilatdarîya kurdan alîkar be. Bi wateyeke din ew di qeyraneke kûr ya nasnameyî û epîstemolojîk de ne. Li vir dikarîn li ser formulekê biaxifin: Aktoreke sîyasî divê li destpêkê bizanibe ka ew kî ye û kî nîne. Piştre dema zanî ka ew kî ye, êdî dizane jî ka çi dixwaze. Aktorek jî ku bizane çi dixwaze, piştrast dizane ka divê çi bike. Ew hemû ne zelalî û şêwawî ku di armancên partîyên kurdî de heye, eger ev e  ku hîna jî nizanin ew kî ne û çi ne. Di encamê de, kurd wekî aktoreke pasîf û neçalak dimîne ku ji xêncê berengarî û berxwedanê nikare roleke din bilîze. Wate hewlên wan tenê ji bo vê yekê dibin ku di biwarê fîzîkî de bimînin û ji nav neçin. Wî demî ji bo kurdan di nebûna ewlehîya wicûdî de, ewlehîya fîzîkî jî nayê parastin. Jiber wê yekê li cihê sloganên îdolojîkî yên cuda cuda pêdivî ye kurd destpêkê xwe nas bike û bersiva wan pirsan bide: Ez kî me? Ez kî nîn im? Ez dixwazim bibime kî? Ez dixwazim bibime çi? Ez dixwazim di ku dera cîhanê de bim? Wate ‘Ez’ekê çêbikin ku ne destkirdeya destên yên din be, belê berhema şîyarîya xwe be.

Çavkanî:

-Giddens, Anthony (1991), modernity and self-identity: self and society in the late modern age, Cambridge: polity.

-Mitzen, Jennifer. (2006). Ontological Security in World Politics: State Identity and the Security Dilemma. European Journal of International Relations – EUR J INT RELAT. 12. 341-370. 10.1177/1354066106067346.

-Kinnvall, Catarina (2004), Globalization and Religious Nationalism: Self, Identity, and the Search for Ontological Security.” Political Psychology 25, no. 5 (2004): 741-67. Accessed January 29, 2021. http://www.jstor.org/stable/3792342.

-Steele, B.J (2007), Ontological Security in International Relations: Self-identity and the IR State. 10.4324/9780203018200.

دهقانی فیروزآبادی، سید جلال(١٣٨٨)، امنیت هستی شناختی در سیاست خارجی جمهوری اسلامی ایران، نشریه روابط خارجی، دورە اول شماره اول. صص: 86-41.

رستمی، فرزاد (١٣٩٤)، امنیت هستی شناختی و استمرار مناقشه هستەای ایران و غرب، فصلنامه سیاست جهانی، دوره

چهارم، شماره اول، صص: 166-135.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial