Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

“Em nikarin xwe wekî kirdeyeke cihê ji serdestê xwe saz bikin”

Ger ez ji welat, ax, gel û mala xwe hez bikim, çima ne neteweperwer bim? Ev welat warê mêran tenê ye?

Hûn gelek caran teqez dikin ku divê neteweperwerî bi nijadperestîyê re neyê tevlihevkirin. Ango, hûn neteweperestîyê bêyî ku bikeve sînorê nijadperestîyê çawa dinirxînin?

Neteweperwerî û nijadperestî ne ku tenê tên tevlihevkirin, gelek caran li şûna hev tên bikaranîn. Ji bo vê divê pêşî em van herdu têgehan pênase bikin ka em çi fêm dikin ji wan. Bi maneya xwe kurttirîn netewe yek ji wan nasnameyên kolektîv ên dewra modern e. Bi qewlê Ernest Gellner, bi saya hewcedarî û derfetên dewra modern, netewe ew awayê birêxistîbûna civakê ya tîkane ye ji dêvla ya berwarî. Bi gotineke din, nasnameya neteweyî dikeve şûna wan nasnameyên olî, eşîrî, malbatî hwd. ku bi awayekî berwarî li nik hev dijîyan, lê li nav hev nediketin. Nasnameya neteweyî di nav hemû wan nasnameyên pêş-modern re derbas dibe, wan di nav xwe de dihewîne an dikare bihewîne. Loma netewe awayekî xurttirîn û firehtirîn birêxîstîbûna civakê ye di serdema modern de û em dikarin bibêjin, îro pergala dewletên li ser rûyê cîhanê li ser nasnameyên neteweyî ava bûye. Netewe-dewlet jî navê wê yekeya sîyasî ye ku li ser vê nasnameya kolektîf saz bûye. Têkilîyên nav-mirovî yên sîyasî yên seransera cîhanê di ser netewe-dewletan re dimeşe. Loma civatên nasnameyeke wan xurt a kolektîv, hevgirtî û birêxistîkirî tunebin, nikarin wê li ser zemîna sîyasî ya li cîhanê ku aktorên wê netewe-dewlet in, mîna wekhevên civatên din tevbigerin. Bêje nebêje, di serdema modern de netewe ew merhale ye ku divê bê gihiştin, nabe di ser re bê gavkirin.

Îcar dema rewşa sîyasî ya cîhanê bi temamî ev be her civatên ku hin nirxên wan ên hevpar hene, wê bixwaze bigihêje vê merhale an statuyê. Ger di halêhazir de ew şert û mercên xurtbûn û birêxistîbûna nasnameya kolektîv tunebe, hin aktorên wê civatê ji bo vê hewl didin. Neteweperwerî temama wan fealîyet û gotarên (discoure) civakî-sîyasî, çandî û aborî ne ku armanc dike xwetî û nasnameya kolektîv a civakê çêbike, saz bike, wê tamîr bike, sedaqata bo nasnameya neteweyî birêxistî bike, civaka xwe ji bin tehekuma hêzên kolonyal derxe, statuyeke sîyasî an serxwebûnê bi dest bixe.

Piştî ku sedaqata bo nasnameya neteweyên din hat birêxistîkirin, mîna wekheva neteweyên hat ser zemîna sîyasî ya nav-neteweyî ew rîsk heye ku hewl bide hin nasnameyên din têk bibe -çi di nav xwe de çi li derveyî xwe- ber bi tehrîbkarî, asîmîlasyon, nijadperestî, neyartîya bîyanîyan heta qirkirinê jî here. Nasnameya kolektîv dikare bibe xweperestîyeke kolektîv jî. Ev nijadperestî ye lê ev rîsk e, nayê wê wateyê ku her nasnameya neteweperwer an netewe-dewlet piştî ku derfet dikeve destan, êrişî derdora xwe dike. Ev dikare di peywendeke cuda de bê nîqaşkirin.

Sîyaseta kurdî ya bakurê Kurdistanê, vê alozî û tevlîhevîyê di çarçoveya ku we ji bo neteweperestîyê tesbît kirîye de munaqeşe dikin. Li gorî we çima sîyaseta kurdî têgeha neteweperestîyê girtîye hemberî xwe û di nav xwe de jî li hemberî wê têdikoşe?

Îro li nav me kurdên bakur, pêvajoya sazkirina nasnameya kolektîv yanê hemû ew fealîyet û gotarên neteweperwer, ku li jor hat qalkirin, tên mehkûmkirin û bi nijadperestîyê tên tawanbarkirin. Ev tê çi maneyê? Nayê xwestin em kurd, xwe ji tirkan cuda texeyul bikin, bibin ‘xwe’ û bibin kirdeyên (subject) îro û siberoja xwe, tê xwestin em di nav nasnameyeke şêlû tirkîyeyîbûnê de bihelin, entegreyî nasnameya tirkî bibin. Niha sîyaseta kurdî bi xwe yek ji wan aktoran e ku vê pêvajoyê dide meşandin, heta li pêş perdê gelek caran ew xuya dike. Gelek caran êdî hewce nake dewleta serwer amûrên hişk ên tundîyê biemilîne, sîyaseta me bi xwe bûye parçeyek ji fealîyet û gotarên entegrekirinê. Bi ya min ev serkeftina dewleta serwer û amûrên wê yên birêvebirinê ye ku dikaribû/ye tevgerek an rêxistineke ku sedema hebûna wê bidestxistina azadî û serxwebûna me ye, ketîye bin hegemonayaya îdeolojîk û sîyasî ya dijberê xwe. Çima? Me hê ‘xwe’ya xwe pênase nekirîye, nedaye rûniştandin di hişê xwe de. Em ‘xwe’ wekî dewama tirkan dibînin di dîyarkirina rojeva xwe de, fikirîna xwe de, şirovekirina qewimînin derdora xwe û cîhanê de, rewşenbirîya xwe de. Bi kurtî, em nikarin wekî kirdeyeke (subject) cihê ji serdestê xwe saz bikin. Ji bo vê asta me rewşenbîrî û amûrên me yên xwe-sazkirinê pir lawaz in. Îcar bawer dikim divê pirs ev be, gelo sîyaset faîlê vê rewşê ye an rewşa me bi giştî, ku xwedî paşxaneyeke dîrokî a dûrûdirêj e jî, dike ku ev sîyaseta bêsîyasetbûnê bikaribe li ser pêya bimîne? Helbet ez li vir naxwazim rola sîyasetê şêlû bikim an bêperpirsyarîya wê rolatîvîze bikim. Dawîya dawî îro aktor ew e û em mecbûr in gelek tişta di ser wê re bipeyivin lê divê hin kes jî bikin karê xwe ku bîrê hê kûrtir bikolin ger dîtin av ne nêzîkî rûyê erdê be. Nîqaşa tenê li ser sîyasetê mîna derxistina ava nêzîkî rûyê erdê ye bi ya min. Li derveyî sîyasetê xeteke entellektuelî ya ji alîyê dîroknasî, sosyolojî, teorîk û çandî ve xurt divê bê avakirin ku em bikaribin ‘xwetî’ya xwe ava bikin û ji xwe re bin.

Hûn dibêjin ‘ji bo şexsekî/ê xwetî  çi be ji bo civatê jî netewe ew e’. Ka em vê tesbîtî binirxînin. Gelo mînakeke beravajî vê tesbîtê heye?

Rast e, çawa ku şexsek ger ‘xwetî’ya wê/wî rûneniştibe, nikare bi ke-sên din re têkeve nav têkilîyeke wekhev an di heman astê de, civatên ku bi hin taybetmendîyên xwe yên hevpar ji yên din vediqetin û marûzî êrişên derdora xwe dimînin, heta ku xwetîya xwe ya kolektîv  a birêxistîkirî xurt nekin, nikarin hebûna xwe biparêzin an di asta wekhev ên mixatabên xwe de bijîn. Ger xwetîya kolektîv tunebe, wê çaxê ew civat parçe parçe ye, wê nikaribe îradeyeke hevpar jî nîşan bide. Mînakeke berovajî ez nizanim. Ger tu nikaribî îradeyeke kolektîv deynî holê tu yê çawa bikaribî çand û mafên xwe yên kolektîv biparêzî, bibî xwedî maf û statuyekê? Bawer nakim ev mimkin be.

Gelo li gorî we çima îdeolojîya nasnameya jinan û nasnameya neteweyî hevûdu înkar dikin, tê rojevê? 

Bi giştî, li seranserê cîhanê tevgera jinan û tevgera neteweyî hin caran hatine hemberî hev an jî çûnûhatinek çêbûye di navbera wan de. Lê pirî caran tifaq çêkirine, di nav hev de mizakere çêkirine, hevdu veguherandine. Bêtir jî tevgera jinan têgeha neteweperwerîyê dane ber pirsan û ew li gor berjwendîyên jinan veguherandine ne ku ew bi temamî red kirine. Kitêba “Neteweperwerîya Femînîst” ku berîya demeke nêzîk ji nav weşanên Avestayê derketîye gelek mînakan dide di vî warî de. Li tu derê nasnameya jinbûnê û nasnameya neteweyî ewqas wekî ku dijberî hev bin nehatîye şirovekirin. Li gor min, sedema sergêjîya derheqê neteweper-werîyê çi be, ku min di pirsa duyem de hewl da îzeh bikim, sedema vê jî ew e. Femînîzm û nasnameya jinbûnê jî eyn mîna îdeolojîyên gerdûnî, çepîtî û îslamîzm, xwişk û biratîya gelan hwd. mîna îksîrekê tê bikaranîn ji alîyê tevgera sîyasî ya PKKê, da ku kurd ji nasnameya xwe ya neteweyî bên dûrxistin, nebin xwedî îradeyeke neteweyî û bi rihetî xwe di nav nasnameya tirkîyebûnê -bi awayekî neyekser, di nav tirkbûnê de- bibînin. Niha li bakur van çil salên dawî aktorê sereke yê sîyaseta kurd PKK ye û nîqaşa li dor nasnameya jinbûn û ya neteweyî ew dîyar dike. Loma ji bilî vê, sedemeke eslî nayê bîra min. Ji bo di vî warî de jî em xwe bigihêjin rastîya xwe, divê em bikaribin derkevin derveyî hegemonyaya vê tevgerê ku li ser civaka kurd hatîye avakirin bi şirîkatîya çepgirîya tirk di çil salên dawî de û ji wir bifikirin, bipeyivin.

Di pêvajoyên avakirina îdeolojîya neteweyî de, têgeha cinsî ya civakî, jintîyê herdem di  çarçoveya hestê neteweyî de helandîye û bi rê ve çûye. Li gorî we di vê mijarê de herdu tesbît bêyî ku hevûdu red û înkar bikin, hevûdu bipelixînin û xerc bikin, dikare bên parastin.

Ez wekî te nafikirim ku di sazkirina nasnameya neteweyî de jinbûn her tim di nav hesta neteweyî de hatibe helandin an nexuyakirin. Di vî warî de mînakên erênî ji yên neyênî gelekî zêdetir in. Wekî neyênî her tim mînaka Cezayirê tê dayin. Wekî tecrubeyeke dîrokî helbet em li wir binerin û dersan jê derxin lê em behsa mînakên erênî yên mîna ji Finlandîyayê bigre heta Filistînê, Koreya Başûr, Filipinê hwd. jî bikin. Bi taybetî di nav peywenda ew civakên ku di sedsala bîstemîn de serxwebûna xwe bidest xistine an li dijî hêzên mezin ên li welatên serwer serî hildane, em dibînin geşbûna tevgera jinan û ya neteweyî di nav têkilîyeke nêzîk de ye.

Çima nasnameya jinbûnê û ya neteweyî bi hev re neyên parastin? A rast, ev pirs bi xwe jî min aciz dike. Ger ez ji welat, ax, gel û mala xwe hez bikim, çima ne neteweperwer bim? Ev welat warê mêran tenê ye? Divê pirs ev be ku em çima li ser vê nîqaş dikin ji dêvla ku em di nav xwe de bi hev re li ser xalên nîqaşbar mizakere bikin, hevdu biguherînin ber bi hevçêtirkirinê. Em çima rasterast wekî jin û mêrên kurd rolên xwe yên civakî ku li ser me hatine ferzkirin, nakin mijara nîqaşê? Weleh, em wekî jin û mêr, ger utopyayek me wekî civakeke-tekzayendî tunebe, em mecbûr in pey li hev nekin û hevdu xerc nekin lê di nav dîyalogê de bin. Ji dîyalogê pê ve rîyek din nizanim. Di dîyalogê de jî em jin divê bêtir çalak bin, hişyar bin li hemberî zextên bavsalarîyê [pederşahî] û ew rolên civakî ku li ser me hatine ferzkirin.  Ji vî alîyî ve karê me jinên kurd helbet zehmettir e ji yê mêrên kurd. Zehmet be, ne zehmet be, ev rastîya me, berpisyarîya me ye, divê haya me ji berpirsyarîya me hebe da ku neteweperwerîyê ji mêran re nehêlin, lê xwedî derkevin û li gor berjewendîyên xwe wê ji nû pênase bikin, naverokeke nû bidinê. Em dikarin vê bikin.

Li gorî we di bingeha enfeksîyonên jintîya ji feminîstbûnê ziravê wê diteqe û kurdîtîya ji neteweperestbûnê direve û ditirse de çi sedem hene? Li beravajî vê yekê kesên ku bi nasnameya xwe ya neteweyî an jî bi nasnameya xwe ya cinsî re lihevhatî ne û ji alîyê kulturî ve van têgehên xwe hildiberînin jî ne parçeyek van civatan in. Li gorî we çima ev cudatî rû dide?

Dibêjim bila feminîst pêşî vê pirsê ji xwe bikin: çima, wek jin, mafê me heye û rast e ku em bibin feminîst lê wekî kurd çima em nebin neteweperwer jî? Divê em qebûl bikin, wekî mirov, tenê yek nasnameya me tuneye. Çima em nasnameyên xwe yên cihê bikin neyarê hevdu?

Li gor min, jineke ku ji feminîzmê bireve û kurdeke/î ji neteweperwerîyê bireve, herdu jî xwe bi xwe dikevin dafika ber xwe. Herdu jî haya wan ji îradeya wan a potansîyel tuneye ku wê têxin merîyetê û rewşa xwe baştir bike. Herdu jî nikarin bibin “xwe” an “kirde”ya jîyana xwe, çi li ser wan hatibe ferzkirin, wê wekî heqîqet dizanin û razî ne di nav wê de bijîn.

Li Tirkîyeyê pêşkeftina argumenta femînîst, di demeke kin de veguherînên gelek cidî jîya. Bê guman bi tesîra hebûna kurdan re. Lê belê, ev argumenta femînîst digel vê yekê di şerê xwe yê li dijî neteweperestîya kurdî de ji bikaranîna Peymana Tirkîtîyê jî kêm namîne. Ev jî wekî helandina kurdîtîyê ya ji alîyê femînîzmê ve tê xuyakirin. Em kêm be jî li hêla din helwesteka berevajî dibînin. Çima di heman demê de parastina herdu têgehan wekî nakokî tê nirxandin?

Hûn di vê çarçoveyê de çi difikirin, wekî kurd û wekî jineke li hemberî têkoşîna herdu têgehan, divê li kîjan mesefayê bê sekinîn?

Tu pir rast dibêjî, ew fehma femînîzma kurdî ya niha li nav me serdest e bi şerê xwe yî bi neteweperwerîya kurdî re xizmeta Peymana Tirkîtîyê dike an wê ji nû ve disepîne li ser me. Ji xwe tevgera me ya sîyasî, ku femînîzma niha em li ser nîqaş dikin jî yek ji encamên wê ne, bi giştî Peymana Tirkîtîyê ku hatîye li cihekî xetimîye, revîze dike, wê nû dike û xurttir dike. Helbet vê tenê di ser femînîzmê re nake, çendîn lingên wê yên din hene, mîna îdeolojîyên gerdûnî, stratejîyên sîyaseta legal, helwest û gotarên sîyasetmedarên wê yên populer hwd.

Tu qala enîya li hemberî wan jî dikî lê enîyeke wiha heye tuneye ji wê ne bawer im. Bi ya min, ne enîyeke li hember, kes û derdorên li derveyî wê hene lê ew bi xwe jî ji van rexneyan çiqas azade ne, ev hêjayî nîqaşê ye. Belkî em dikarin weha formule bikin ku fehmeke neteweperwerîyê ku mafên jinan ji nedîtî ve tê, wan piştguh dike an rasterast dixwaze jinan bike tenê amûra neteweperwerîyê heta rizgarîyê an li ser navê “parastina çanda kurdî” an “nîşandêrên çanda kurdî” wan di nav çar dîwarên malê de bihêlin. Helbet ev jî nayê qebûlkirin. Li vir divê bi nasnameyeke femînîst û neteweperwer, em li hemberî herdu nêrînan jî ya xwe bêjin, wan vala derxin.

Hûn xisarditina hestên neteweyî ya civata kurdan, wekî sebeb an jî encama rewşa neheq ya îro tê de tê jîyîn dibînin?

Xisara li hestên neteweyî ya civaka kurd bûye bi xwe encama dîrokeke bi sedansala ye, ne tenê ya sedsala dawîn e. Ev cihê neheq ku em îro lê ne, ew jî encama van çend sedsalan e. Li gor min, zehmet e mirov herduyan ji nav hev derxe û şiroveyên cihê bike di derbarê wan de.

Hûn rewşa rojane ya sîyaseta kurdî çawa dinirxînin? Hûn xwe aîdê sîyaseta kurdî dibînin? An jî ez pirseke beravajî bipirsim, sîyaseta kurdî ya îroyîn aîdê kî ye?

Bawer dikim ji bersivên jor dîyar dibe ku rewşa sîyaseta kurdî çawa dibînim. Dîsa jî vê bibêjim, ev sîyaseta îro ne sîyaseta “me” ye. Talebên me, hewcedarîyên me berê wê dîyar nakin. Hatîye wê radeyê ku zihnîyet û vîzyona vê sîyasetê kurdan wekî objeya xwe dibîne, ne ku kurd bi xwe kirdeyên wê bin. Lê digel her tiştî dîsa jî bayê wê piranîya me kurdan dide ber xwe. Ez naxwazim li ber vî bayî biçim, xwe di wir de bibînim.

Fahrîye Adsay, werger, nivîskar, rojnamevan… jineke herdem hildiberîne, dinivîse û gotina     xwe texsîr nake. Ji bo me xwendina kîjan pirtûkan û kijan nivîskaran pêşnîyar dike? 

Di van demên dawî de ji alîyekî ve bi kovara Zaremayê re mijûl dibin li gel hevalên din û ji alîyekî ve jî wergerê dikim. Hejmara 14. ya Zaremayê piştî sê salan derket, çendek berê û ji niha de me dest bi karê hejmara 15an kirîye. Wergera niha di destê min de “Kurdish Nationalism on Stage: Performance, Resistance and Politics in Iraq” a Mari R. Rostami ye. Ev herdu mijar, feminîzm û neteweperwerî ku em li ser axivîn, li gor min du xalên sereke ne ku divê em li ser pir bixwînin, bifikirin, nîqaş bikin, binivîsin.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial