Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Dr. Seîd, Me Kilîta Çîyê Wenda Kir

«Dînîtî», «şaşî», «tevgera tesadufî»… Ji referandûma 2016an ve, Breksît pir caran wekÎ fêkiyê pêkhateyeke şertûmercên xirab hat pêşkeşkirin. Li gel vê yekê jî ew tam bersivê dide bendewariyên sînorekî fînansê, ku sererastkirina ewropî -herçendî ditirse xwedî hêzan himbêz bike- zêdetir nerihet dike.

Romana Bîyografîk bi navê “Dr. Seîd Me Kilîta Çîya Wenda Kir” ji alî Selim Çürükkaya ve hatîye nivîsandin û di nav Weşanên Dozê da di meha çirîya pêşin ya 2020î de li Stenbolê hatibû weşandin. Pirtûk ji 727 rûpelan pêk hatîye û bi zimanê kurdî û tirkî çap û belav bûye.

 Ev roman li dorê jîyana sê cîlên (neslê) malbata Dr. Seîd Çürükkaya û jîyana wî bixwe raberê ber çavan dike. Li ser berga pêşîn ya pirtûkê wêneyek Dr. Seîd heye ku xemgîn dixuyê, bir rengekî agirîn navê pirtûkê (Dr. Seîd Me Kilîta Çîyê Wenda Kir) hatîye nivîsîn ku xwendevanan dixe nav ramanên kur. Dema mirov berga pirtûkê vedike, di rûpela bergê ya hundirîn de kurteyeka pirtûkê hatîye nivîsîn.

Pirtûk bi van hevokan dest pê dike:

“Ev berhem destaneke sed salî ya neteweyeke bi êşê hatîyê strandin e. Bi êrişa DAIŞê ya Kurdistanê re Dr. Seîd ku dev ji jîyana xwe ya Almanyayê berdide, berîya wê bi çardeh salan bi mafdarî dev ji berxwedana çekdarî berdabû niha jî bi heman mafdarîyê dest bi berxwedana xwe ya çekdarî kiribû û li Başûrê Kurdistanê bi cih bûbû, baregeheke leşkerî ava kiribû.”

Li ser berga paşî ya pirtûkê çend gotinên Serokê Kurdistana Federal Birêz Mesûd Barzanî, fîlozofê fransî Bernard Henry Lêvy û Dr. İsmaîl Beşîkçî yên derbarê Dr. Seîd de gotine cih digire.

Pirtûk bi hevoka rojnamevan û nivîskara amerîkî Aliza Marcus ya ku dibêje: “Seîd wekî ba bû, bê rawestan bû, digot belê û diçû. Ew bi peyvan nayê vegotin” dest pê dike.

Piştî çîroka navê vê romana bîyografî, çîroka çapa bi zimanên kurdî û tirkî, tercume ya bi zimanên îngilîzî û fransî bi çend vegotinan hatîye nivîsîn.

Pirtûk bi teqîna bombeyeke ku DAIŞê danîbû nêzîkî bajarokê Başîka ku grêdayê Mûsilê ye, birîndarbûna Dr. Seîd û şehîdbûna alîkarê wî Muhemed Resûl, rakirina Dr. Seîd ji bo nexweşxaneya Hewlêrê, paşî bi rêkirina wî bo nexweşxaneya eskerî ya Koblenza li Almanyayê û li wê derê bi bihîstina şehadeta Seîd, hatina hezaran welatperwerên kurd, beşdarîya girseyek mezin li merasima bi rêkirina termê şehîdê xwe û dîsan li Hewlêra paytextê Kurdistana Federal pêşwazîkirina berpirs û girseya bi dehhazaran kurdên başûrî û ji her alî ve Kurdistanîyan, bi rêkirina cenazeyê ji bo warê bab û bapîran bi beşdarîya hezaran kurdên welatperwer yên dilşewat dom dike.

Beşa duyem ya pirtûkê bi jîyana bapîrê Seîd Îsa ya bi êş û azar dest pê dike. Sal 1917 ye, şerê yekan ya cîhanî bi hemû tundîya xwe dom

dike. Leşkerê ûris xwe nêzikî Bîngolê kirine, dewleta Osmanî jî seferberîya eskerî daye destpêkirin, li gund û bajarên kurdan leşkeran kom dike. Îsa bi ewtîna seyê xwe yê şivanî ji bo çavdêrîyê derdikeve ser girekî ku gund ji ber ve dixuyê, dibîne ku leşkerên osmanîyan her çar birayên wî yên mezin destgîr kirine û dibin. Piştî ku tarî dibe vedigere gund û xwişkên xwe yên bi girî û kelûpelên mala xwe kom dike û wê şevê bar dike û diçe gundekî çîyayî ku xwişka wî ya mezin li wê bi mêr e bi cih dibe. Piştî bi salan, pê dizane ku her çar birayên wî jî mirine, dudu bi nexweşîya tîfoyê, dudu jî ji sermayê.

Beşa sêyem ya pirtûkê jî jîyan û serpêhatîya dapîra Seîd Helmayê vedihûne. Helma bi darê zorê dibe jina çarem ya melayekî. Helma ji vê zewaca bê dil ne razî ye. Jina mela ya sêyem jî iqna dike û bihev re direvin diçine bajarê Dîyarbekirê. Piştê ku xwe ji mela dide berdan bi bapîrê Seîd Îsa ra dizewice.

Gundê Tuunstê ku Îsa û Halma lê bi cih bûne li rexê çemê Muradê di navbeyna Palu û Gêncê de ye. Ev gund gundekî çîyayî ye, gundî di bin bandora cin û perîyan, dêw û şeytan û milyaketan de û di bin zexta cendirmeyan de dîl girtî û stuxwar in, tirsandî ne.

Beşa şeşem ya pirtûkê behsa kuştina bapîrê mezin yê Dr. Seîd dike. Bapîrê bavê Seîd dema di bin sîya dara bîyê de razayî bi destê dijminên xwe bi tivingê dihête kuştin. Hespê Şemdîn Axayê bapîrê Silêmanê bavê Seîd piştî kuştina xwudanê xwe hefsarê xwe diqetîne û ber bi gund ve bi çargavî dibeze, gundî pê dihesin ku tiştek qewimîye didin pey hespê çê û digehin ser termê Şemdîn Axayî. Beş bi çîroka Silêmanê bavê Seîd û dayika wî Zeynebê didome.

Di beşên pêş de çîroka evînî ya dê û bavê Seîd balê dikêşe. Bi darê zorê xebitandina bavê Seîd li ser çêkirina rêya hesinî, dema serîhildana Şêx Seîd, çîroka çûn û hatina binxetê ya hindek kesan, mirina Îsa û xwişka wî ya bi navê Wiçê, zewaca Silêman û Teybayê bi baldarî hatîye hûnandin. Çûna Silêman ya eskerîyê, durustkirina rêya trenê, li gund vebûna dibistana seretayî, çêkirina belemeke darîn li ser çemê Muradê dibine sedemê guherîn û pêşveçûnan.

Bûyîna zaroyên Silêman û Teybayê, ji gundê Tuunstê barkirina Çilkanîyê beşekê giring digire. Ji vir pê ve çîroka Selimê birayê mezin yê Seîd dest pê dike. Çîroka jîyana Selîm vegotina destpêka salên 70yî li bakurê Kurdistanê û pêşhatinên sîyasî li vê beşê ye. Selîm li cihê ku dixebite hînî xwendina rojname û pirtûkan dibe, bi têkilîyên çend xortên çepgir ra dikeve nav jîyaneka nû û cîhaneka nû. Dixwîne û xwe digehîne. Sala 1975an Selîm li Dêrsimê dest bi dibistana mamostayîyê dike û têkilî bi tevgera sîyasî ya bi navê Şoreşgerên Kurdistanê re datîne. Piştî demeke xebat û çalakîyan,  dihête girtin û davêjine zindana Dîyarbekirê ya ku bi îşkence û azardana girtîyên kurd ve nav dabû. Piştî demeke kurt jî cûnta ya eskerî dihête ser kar.

Dr. Seîd hêj 12 salî ye. Piştî heft salên din di 1987an de dema li Zanîngeha Çukurovayê beşa pizîşkî dixwîne bi tevgera sîyasî ra têkilî datîne û çalak dibe. Di zanîngehê de tevlî niqaş û gengeşeyên sîyasî û felsefî dibe, bi der û dorên sîyasî re danûstandinên fikrî dike. Carina jî serdana girtigeha Ceyhanê (qezayeke bajarê Adanayê) dike, bi birayê xwe û girtîyên sîyasî re sohbetên sîyasî dike. Bi mamostayê xwe yê edebîyatê Adnan Yucel ra gengeşî dike û ji ber bêhelwestîya wî ya beramber kêşeya Kurdistanê û şerê kurdan beramber dewletê rexneyên tund dike. Piştî danûstandinan demekê şûnde Adnan Yucel destanek bi navê “Zaroyên Agir û Rojê” dinivîse. Seîd di dema xwendekarîya xwe da dibe şahidê girtin û îşkencekirina heval û xizmên xwe. Bi xwe jî di nav karên rêxistinî de ye. Li ser van pêşvedanan diçe çîyayên Amedê fermandarê gerîlayên PKKê dibîne û roketavêjek li gel roketeka wê jê distîne û vedigere Adanayê. Di şeveka tarî de wê roketê davêje baregeheke polîsan ku cihê îşkence û lêpirsîna hevalên wî ye û xwe digehîne çîyayên Kurdistanê.

Seîd demekê kurt perwerdeya eskerî dibîne û vedigere çîyayên Kurdistanê. Ji ber zîrekîya xwe zû dibe fermandarekî kêrhatî û li devera ku bapîrê wî Îsa lê bûyî û jîyayî dibe berpirsîyar. Bapîrê wî ji ber naçarîyê, terka wan deran kiribû lê ew bi daxwaza dilê xwe vegerîyabû van deran û amadeyîya damezrandina hêzekê leşkerî dikir. Seîd hêza xwe ya leşkerî bi baldarîyeke mezin perwerde dike û dest bi çalakîyên ji holê rakirina baregehên dewletê dike, rêya hesinî ku gelek gundîyên deverê, bavê wî jî di nav da bi darê zorê hatibûn xebitandin ji kar diêxe, rê li ber gihandina pergalên leşkerî yên dewleta dagirker digire, ji kalemêrên ku di dema xwe de beşdarî şerê rizgarîxwaz ê di dema Şêx Seîdê kal de bûyer û qewimandinên demê guhdarî kiribû û dersên kêrhatî verdigirtibû.

Jîyana leşkerî ya deh salên Dr. Seîd di çend beşan de dihête vegotin. Beşa yekem bi nêrînên wî yên romantîk dibore, hêj rastîya rêxistinê nabîne û çi diqewime jê haydar nîne, çavên wî ji bo gelek tiştan girtîye û hemû qabilîyeta xwe ji bo şerekî bê kêmasî bi kar tîne. Seîd di nav rêxistinê de pirtûka birayê xwe Selim ku piştî derketina ji zindanê dîsan diçe nav refên rêxistina xwe û rûyê serokê rêxistinê Ocalan ya rastîn dibîne û ji rêxistinê dûr dikeve û bi navê “Ayetên Apo” nivîsîye, nexwendîye. Beşa duduyan ya Seîd di nav şer da dema hişyarbûn, dîtina rastîyan û azarkêşanê ye. Tiştên dîtî û jîyayî Seîd digehêjîne wê radeyê ku “li çîyê derkeve çîyê”. Dr. Seîd di destpêka sala 2000î de ji rêxistinê diqete û diçe Almanyayê. Li wê derê fêrî zimanê almanî dibe, dest bi xwendina xwe ya bilind dike ku nîvco mabû, xwendina xwe ya zanîngehê diqedîne, dest diavêje karên tîcarî û serketî dibe, ji xwe ra jîyaneke bi konfor ava dike. Di vê demê de pê dihese ku rêxistina tundrew ya İslamî DAIŞ êrişê dibe ser Başûrê Kurdistanê.

Dibêje “dema welatê min di bin êrîşê de be ez nikarim li Almanya jîyana xwe bidomînim.” Diçe li nêzikê Duhokê navendeke leşkerî ava dike û dest bi perwerdekirina pêşmergeyên xwebexş dike. Pisporê paqijkirin û pişkavtina mayinan, bombeyên bidest çêkirî perwerde dike, hînê peydakirin û derêxistina mayin û bombeyên çandî dibe, kifşkirina tunelên DAİŞê de dibe pispor û pêşmergeyên xwe jî digehîne. Di hemû cebheyên şer da şer dike, gelek karên kêrhatî pêk tîne wekî ba tevdigere. Bi general û serbazên pilebilind yên hêzên hevpeymanî re têkilî saz dike, li ser pûçkirina mayinên DAİŞê û li ser şerê ne nîzamî ders dide wan serbazan.

Roman ne tenîya li ser sîyaset û şer e, di heman demê de behsa erdnîgarîyê, çîya û banîyên welêt, zivistan û havînên çîya û banîyên rengîn yên Kurdistanê, çem û kanîyên zelal û bi coş, teyrên koçber, bayên ku rênivîsa belgên daran jî dike, xewn û xeyalên şervanan, xelkê deverê jî beşek girîng yên vê pirtûkê ne.

Çîrokên kevin û yên nû dide berhev û wekî filmekê sînemayî radiêxe ber çavan.

Mixabin sîstema dagirker vê pirtûka têr û tijê bi destê dadgeha 2.Sulh ceza yê ya Stenbolê di roja 04. 01.2021ê de qedexe kir û bir-yarê komkirin (berhevkirin)ê da.

Mixabin sîstema dagirker vê pirtûka têr û tijê bi destê dadgeha 2.Sulh ceza yê ya Stenbolê di roja 04. 01.2021an da hate qedexekirin, biryarê komkirin (berhevkirin)ê da.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial