Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

«Dapîrên sor» ên tevgera navneteweyî ya jinan

Tevî nûçeyên bi serûber ên edîtoryalê, dîroka femînîzmê xwedî quncikên tarî ne. Bo nimûne tevkarîya welatên bloka berê ya Rojhilat nadîren tê bi navkirin. Li gel vê yekê, hevalbendîya ku rêxistinên jinan li gel yên kolonîyên berê yên Başûr dihonin roleke girîng lîstin ji bo pêşveçûnên wekhevîya navbera cinsan li cîhanê.

Eger hûn jin bin û li welatên rojavayî bixebitin îro, hûn ji sedîsed navê Elena Lagadinova û Ana Durcheva yên bulgar nizanin, an jî haya we çênebûye ji Lily Monze û Chibesha Kankasa, ku bi xêra wan hûn bûne xwedî beşeke girîng a mafên xwe. Eger we tu caran der barê wan de tiştek nebihîstibe, ji ber ku serketîyên şerê sar gelek tevkarîyên jinên bloka Rojhilat û yên welatên Başûr ên ji bo tevgera femînîst a navneteweyî ji ser deftera xwe birine. Serxweşîya serketinê ya cîhana rojava piştî jiholêrabûna Yekîtîya Sovyetî her mîrateya erênî ya têkildarî tecrubeya sosyalîst ji ser hişan bir. Ev tecrube îro êdî daketîye asta otorîterîyê, dûvên dorê yên li ber firûnan, gulagan, astengkirinên seferên ji bo welatên din û polîsê îstîxbaratê.

Rojavayî meyleke wan heye ku nexwazin bizanin ku modernîzas-yona bi lez a Rûsyayê û ya hin welatên Ewropaya Rojhilat li derketina holê ya sosyalîzma dewletê rast hatîye. Di 1910î de, bo nimûne, hêvîya jîyê mirovan li Rûsyaya dema Çarîtîyê 33 sal bû, beramberî 49 sal li Fransayê. Di sala 1970yî de, ew ji du qatan zêdetir dibe, bi gihîştina 68 salî di serdema YKSSê de, ango sê sal tenê ji ya li Fransayê kêmtir. Yekîtîya Sovyetî prensîba wekhevîya qanûnî li navbera cinsan ji 1918an ve û kurtajê jî di 1920î de -yekemîn li cîhanê- di destûrnameyê de bicih dike. Ew dikeve nava hewldanên mezin ji bo fînansekirina awayê xwedîkirina zarokên kolektîf, hê berîya ku Rojava serê xwe bi vê mijarê re biêşîne û di warê perwerde û formasyona jinan de bi awayekî girseyî veberhênanê dike. Tevî gelek bêserûberîyên plansazîya navendîkirî, bloka Rojhilat piştî şerê duyem ê cîhanê îmza xwe datîne bin pêşketinên girîng ên zanistî û teknolojîk, ku kedeke mezin a jinan jî têde heye.

Helbet, her tişt pir dûrî mukemelîyê ye: çanda baviksalarî [pederşahî] jinan neçar dihêle, ji bilî karê xwe yê bi meaş, xwe bidin ber karûbarên malê jî ku zilam red dikin bicih bînin. Ji ber xela û bêîmkanîyan, kirîna berhemên bingehîn hewldanên bi qasî hilkişina serê Hîmalayan mezin ferz dike; paçên avêtinê an jî berhemên hîjyenîk ên jinan gelek caran ne mimkin e werin peydakirin. Û qedemeyên bilind ên desthilatîya sîyasî û aborî bi radeyeke mezin ji alîyê mêran ve dîsa tên dagirkirin. Li gel vê yekê, têra xwe pêşketin hene. Piştî 1945an, jinên li Yekîtîya Sovyetî û Ewropaya Rojhilat dijîn bi berfirehî dikevin nava girseyên aktîf, dema ku li welatên rojava ew bi giştî hê jî qada wan bi metbex û dêrê sînorkirî ye.

Di pêvajoya şerê sar de, statuya wan li nava civakê di navbera du blokan de dibe sedemê pêşbazîyeke ku roleke dîyarker dilîze ji bo welatên rojavayî. Di sala 1942an de, amerîkî şaşûmatmayî dimînin li ber lehengîyên sekvana ciwan a bijarte ya sovyetî Lioudmila Pavlitchenko (309 nazî ji holê rakirin), ku li gel hevjîn-seroka amerîkî Eleanor Roosevelt derdikeve sefera Dewletên Yekbûyî. Waşîngton êdî dikeve nava endîşeya tehdîda ku rizgarîya jinên sovyetî teşkîl dike, nexasim piştî hilavêtina peyka Spoutnîk, di sala 1957an de. YKSS, ku madeya grî, ya zilaman û jinan, ji Dewletên Yekbûyî du qat zêdetir dixe nava livûtevgerê, gelo gav navêje nava xetereya ku di fetihkirina fezayê de bikeve pêşîya wan? Hikûmeta amerîkî bi salan şûnde qanûneke ji bo parastina neteweyî ku fonê ji bo formasyona zanistî ya jinan tehsîs dike, qebûl kir.

14ê kanûna pêşîn 1961ê, serok John F. Kennedy îmza xwe datîne bin biryarnameya hejmar 10980, ku bû jêdera pêşî ya «komîsyona serokatîyê li ser statuya jinê». Pêşgotin sedemên wê yên hebûnê wekî ewlekarîya neteweyî desnîşan dike, lê belê, ne tenê ji ber ku dewletê pêdivî bi artêşeke yedek a xebatkarên jin heye di dema şer de, lê herweha ji ber ku rêveberên amerîkî ditirsin ku îdealên sosyalîst jinên malê yên amerîkî yên xeyalşikestî cezb bikin û wan tahmdin ber bi hembêza «soran».

«Kozmonoteke» ku çapemenîya amerîkî matmayî dihêle

17ê hezîrana 1963yan, «manşeta rûpela pêşî» ya New York Herald Tribune weha ye: «Zerîna sovyetî dibe yekemîn jina ku çû fezayê», û Springfield Union jî bi vê manşetê dertê: «Sovyetî yekemîn kozmonota xwe dişînin rêgeha fezayê». Rojname wêneyên Valentina Tereshkova, ya 26 salî, ya dibişire li nava kirasê xwe yê kozmonotî ku li ser bi herfên krîlî «CCCP» («YKSS» bi herfên latînî) hatibûn nivîsandin. «Rûs bi vî awayî îspat dikin ku jinek dikare li gel mêrekî bikeve nava karûbarên herî zehmet ên ku veguherîna teknîkê datîne ber me», wisa dinivîse Nicolas Vichney di rojnameya Le Monde de 18ê hezîrana 1963an. Dema ku lîderên rojavayî ji encamên rizgarîya jinan di nava jîyana malbatî ya kevneşopî de ditirsin, sovyetî yekê ji wan dişîne fezayê… Wekî berteka li hemberî hejmara madalyayên zêr ên ji alîyê jinên sovyetî ve li lîstikên olîmpîk ên Munîhê di sala 1972yan de hatin komkirin, amerîkî vê salê devê butçeya federal ji bo werzîşvanên jin vedike. Her pêşketineke li nava bloka Rojhilat welatên kapîtalîst neçar dihêle ku tedbîrên nû bigirin.

Heta desteka salên 1970yî Yekîtîya Sovyetî û hevalbendên wê li civînên li ser statuya jinan li nava Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ONU), serdest in. Ew herweha dibin xwedî cihekî navendî li nava kongreyên tên pêkanîn bi pêşengîya Federasyona demokratîk a navneteweyî ya jinan (FDIF), a di 1945an de li Parîsê ji alîyê mîlîtanên çep ve hat avakirin û karî beşdarên jin ên ji çil welatan hatî li hev kom bike. Hikûmetên rojavayî, ku bi giştî ji alîyê zilaman ve tên birêvebirin, FDIF wekî «rêxistina krîpto-komunîst» pênas dikin. Şaxê wê yê amerîkî, Kongreya jinên amerîkî, di sala 1950yî de piştî lêpirsîneke ji alîyê «komîsyona parlementeran a li ser karûbarên dij-amerîkî» ve hat birêvebirin, hat jihevxistin. Di kanûna paşîn a 1951ê de navenda FDIFê neçar dimîne ji Parîsê here, piştî ku seroka wê Eugénie Cotton, ku di heman demê de li ser serê şaxê fransî (Yekîtîya Jinên Fransî) bû, li dijî şerê kolonyal ê li Hîndoçînê kampanya îlan kir.

Li navendên xwe yên nû yên li Berlîn-Rojhilat, FDIF dibe hêzeke veguhêzkar a berjewendîyên kolonîyên berê li cîhanê. Li dawîya salên 1960î, Federasyon û rêxistinên girêdayî wê cesaretê didin neteweyan ku li Afrîka û Asyayê bi gewde dibin ji bo ku rêxistinên jinan li ser modela yên ku li Ewropaya Rojhilat hene ava bikin û desteka diravî û lojîstîk didin wan.

Di çarçova dekolonîzasyonê de, rêya sosyalîst a neteweyîkirina çavkanîyên xwezayî, planzasîya aborî û pêşxistina xizmetên civakî li hev digihîne, dibe çareserîya danûstandineke bi cazîbe ji bo neokolonyalîzma ku di nava modela kapîtalîst de tê ragirtin û pêşnîyarkirin. Gelek lîderên welatên serbixwe yên Başûr hingê li gel yên bloka Rojhilat îtîfaqan saz dikin. Ev êşeke mezin dide amerîkîyên ku ji berfirehbûna tesîra sovyetî ditirsin. Di heman demê de, rêxistinên Ewropaya Rojhilat li gel yên li Asya, Afrîka û Amerîkaya Latîn derdikevin holê hevkarîyê dikin. Bi hev re, ew dibin dijberên fikrê ku jin di nava sazîyên sîyasî-aborî yên awayên din ên zext û bêedaletîyan de didomînin, dikarin çareserîyan peyda bikin.

Bi pêşengîya FDIFê, li ser pêşnîyara delegeyeke roman, NY 1975an wekî «sala navneteweyî ya jinê» îlan dike, da ku bala hikûmetên cîhanê gişî bikşîne ser statuya jinê. Pêşengî tê dirêjkirin bi dehsala ji bo jinan, ku ji alîyê konferansên-kîlît li Meksîka (1975), Kopenhag (1980) û Nairobîyê (1985) ve hat destnîşankirin. Bi xebitîna bi hev re li Neteweyên Yekbûyî, koalîsyona jinan a Rojhilat û Başûr bernameyeke pêşverû ku dengvedana wê dewam kirin, ferz dike.

Perdeya jibîrkirinê ya danîn ser tevkarîya welatên sosyalîst a ji bo rizgarîya jinan, xwe dispêre têgihîştina teng a doza femînîst a cîhana Rojava. Tevahîya sedsala XXan û îro jî, mîlîtanên xwedî îlhama marksîst hatin rexnekirin ji ber xemsarîya xwe ya beramberî pirsgirêkên nijad û cins û meyla xwe ya ku têkoşîna sinifan deranî pêşîya hemû perçebûnên din ên mezin ên civakê. Li gel vê yekê, welatên berê yên sosyalîst ên Ewropaya Rojhilat ên xwedî vê îdîayê, di rizgarkirina jinan û dekolonîzasonê de zêdetir keda wan heye, nexasim eger ew bi welatên rojavayî re tên muqeyesekirin. Ji Tîranayê bigirin, li başûr, heta Tallînê, li bakur, ji Bûdapestê bigirin heta Vladivostok û wêdetir, li welatên wekî Çîn, Vîetnam, Kuba, Nîkaragua, Yemen, Tanzanya û Etîyopyayê, îdeala sovyetî ya «dayîna-kedkar» dewlet teşwîq kirin ji bo fînansekirina kreşan, kantînên gelemperî û bernameyên taybet ên ji bo destekdayîna welatîyên jin. Li dema ku amerîkîyan ji bo bidestxistina mafê xwegihandina zanîngehên ji bo zilaman veqetandî û wekhevîya derfetan di jîyana profesyonel de têkoşîn dikir, dewletên sosyalîst rêzek reformên ji bo misogerkirina dengeya navbera jîyana profesyonel û jîyana malbatî derbasî merîyetê kiribûn jî. Wekî ku delegeya amerîkî ya FDIF a li Meksîka û Kopenhagê, Arvonne Fraser ji me re dibêje, «kesî nedixwest qebûl bike û nexasim tu endamekî delegasyona amerîkî, lê belê pir kêm şik hebû ku li nava bloka sosyalîst, jin xwedî zêdetir desthilatîyê bûn, qet nebe di asta qanûnî de».

Di 1975an de, li dema amadekarîya yekemîn konferansa cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî ya der barê statuya jinan de li ser hedefên bûyereke wisa lihevhatin pêk nehat. Gelek jinên ji welatên rojavayî, nexasim ên amerîkî û fransî hêvî dikin ku konferans bi giranî li ser wekhevîya qanûnî û aborî pêk were û welatên endam ên Neteweyên Yekbûyî neçar bihêle îmza xwe bavêjin bin peymaneke têkildarî tedbîrên ji bo jiholêrakirina newekhevîyên navbera mêran û jinan. Li Dewletên Yekbûyî, bo nimûne, jin hingê nikarin li Harvard, Yale û Princetonê bixwînin; Columbia jî ancax ji bo perwerdeya têkel di sala 1981ê de wê destûrê bide.

Li gelek welatên rojavayî, jin ji bo bidestxistina wekhevîya meaşan, wekhevîya li kar û parastinên qanûnî li dijî cudahîkarîya cinsî têdikoşin. Ew têkoşîneke mezin dimeşînin li dijî pêşhukmên çandî ku roleke «xwezayî», ya mijûlbûna bi malbatê ve, li dijî xweserîya wan, li wan tê barkirin. Lê belê afirandina nîzameke nû ya aborî ya cîhanî an jî berxwedana li dijî neokolonyalîzmê ji bo wan mijûlahîyên bi temamî xerîb in ji bo daxwaza îdîayên jinan. «Sala navneteweyî ya jinê, li gorî Françoise Giroud, ku hingê seroka delegasyona fransî û sekretera dewletê ya statuya femînin e li dema serokatîya Valéry Giscard d’Estaing, wê tenê bibe hîleyeke din eger encam bi awayekî zirav ber bi dozên sîyasî yên neteweyî an jî navneteweyî hatibin arastekirin, welew ev mijar pir lezgîn, hêjayî rêzgirtinê û esîl bin jî.»(1)

Ev ne nêrîna delegeyên jin ên bloka Rojhilat e, ji ber ku ew dixwazin konferansê weî kursîyekî ji bo têkoşîna li dijî tiştê ku ew wekî jêdera newekhevîya navbera cinsan dinirxînin, bi kar bînin. Ew bi taybetî destekê didin bangên jinên afrîkî, asyayî û latîn-amerkî ên ji bo gelemperîkirina şirketên mîrasgir ên serdema kolonyal û neteweyîkirina çavkanîyan bi armanca fînansekirina pêşketina civakî û aborî ya zarûrî ji bo başkirina qedera jinan -û ya herkesî-.

Li nava delegeyên amade li Konferansa Cîhanî ya li Meksîkoyê, ji 133yan 113 heb jê serokên wan jin in. Yekîtîya Sovyetî astronota jin Tereshkova wekî seroka delegasyonê destnîşan dike û Bulgaristanê jî wekî seroka heyetê Elena Lagadînova hilbijart. Ev doktora agrobîyolojîyê bûbû partîzana herî ciwan a şerê li dijî monarşîya bi nazîyan re li hev hat di pêvajoya şerê duyemîn ê cîhanê de. Zambî ji hêla Chibesa Kankasa ve tê temsîlkirin. Lê belê ev lehenga têkoşîna li dijî brîtanîyan ya ji bo serxwebûnê, ji ber sedemên şexsî neçar dimîne hatina xwe betal bike. Nûnera kubayî Vilma Espín de Castro, hevjîna birayê Fîdel, M. Raúl Castro ku pir zû dibe şoreşger, tê ji bo li ser pêşketina girava xwe di mijara rizgarîya jinan de raporekê bide: «Tiştê ku ev konferans îdîa dike pêk bîne, me ew ji mêj ve bi dest xistîye. Tiştê em dikarin li vir bikin, parvekirina tecrubeya me ya li gel jinên din e. Jin beşeke gel in û eger hûn behsa sîyasetê nekin, hûn ê tu caran nikaribin tu tiştî biguherînin», bi van gotinan diaxive, jina ku di 1960î de Federasyona Jinên Kubayî, ku bi mîlyonan jin dibin endamên wê, ava kir.

Dewletên Yekbûyî ji bo wan temsîla wan bike, pêşî fikirîbûn zilamekî bişînin konferansê : Daniel Parker, midûrê Ajansa Amerîkî ji bo pêşketina navneteweyî (USAID). Ji bo amerîkîyan, ev konferans firseta guftûgokirina li ser mijara jinan pêşkêş dike. Ji ber vê yekê, ew bawer dikin ku zilamek dikare bi awayekî bêkêmasî pozîsyona welatê xwe li ser mijarên di rojevê de temsîl bike. Tenê piştî protestoyên femînîstan, Patricia Hutar weke hevseroka delegasyonê tê tayînkirin. Wekî din, Waşîngton, ji tirsa sîyasîkirina zêde ya gotûbêjan, nahêle hevjîna serok, Elizabeth Ford tevlî konferansê bibe. Berevajî, jinên bloka Rojhilat plan dikin giranîya zilamên li nava rêveberîya NYê û wezaretên karên derve, bi destwerdana li pirsgirêkên jeopolîtîk ên germ ên serdemê, bi denge bikin. Delegeyên jin ên Başûr ji deshilatîyê dixwazin li ser pêşveçûn, nijadperestî, emperyalîzm û ji nû ve belavkirina dewlemendîyê di asta cîhanî de xwe îfade bike. Lê belê, di rastîyê de, wê bi kêrî çi were parastina wekhevîya mêran-jinan li Afrîkaya Başûr a apartheidê dimeşîne an jî li kolonîyeke jihevketî ji ber xizanî, şîdet û asteke bilind a deynên derve?

Delegeyên jin ên afrîkî bi israr dibêjin têkoşîna li dijî nijadperestîyê bi qasî ya li dijî cinsîyetperestîyê girîng e. «Ev du rûyên heman madalyonê ne», li gorî Annie Jiagge, dadgera li Dadgeha Bilind a Ghanayê, ku serokatîya delegasyona welatê xwe dike. Hiqûqzan xeyalşikestina xwe tîne ziman li hemberî amerîkîyên ku dixwazin berê gotûbêjê bidin ser wekhevîya navbera cinsan tevî ku serokê wan hê nû destek da general Augusto Pinochet ji bo ku derbeyekê bike li hemberî Salvador Allende, serokê bi awayekî demokratîk hilbijartî yê Şîlîyê û bombeyan bi ser Vîyetnamê de dibarîne. Di bangeke 1975an de ku li ser navê «Ji bo guherandinê li jinan guhdarî bikin» hat weşandin, Jiagge weha dibêje: «Rizgarîya jinan tu wateya wê tune eger ew li cem jinan nebe çavkanîya vîna lihevgihandina azadîya xwe û têkoşîna ji bo xwe rizgarkirina ji hemû cureyên zext û zorê. Jina azadbûyî divê qebûl neke ku welatê wê zilmê li yên din bike. Li cîhaneke ku ji sisêyan yekê nifûsê dest datîne ser ji duduyan sisêyê dewlemendîya cîhanê, welatên zengîn divê awayê jîyana xwe eyar bikin.»(2)

«Ji Betty Fiedman bêhtir nêzî Karl Marks»

Piştgirîya navbera jinên welatên sosyalîst û yên welatên Başûr, ji bo jinên welatên Rojava dibe pirsgirêkeke îdeolojîk. Li ber çavên wan ên heyretmayî, hemkarên wan ên ji welatên Başûr femînîzma wan a xwe dispêre îlhama lîberal hefsar dikin û fikrên wan wekî yên emperyalîst pênase dikin. Li gorî wan, jinên amerîkî û hevalbendên wan guh nadin nêrînên jinên welatên din ên cîhanê yên ku kapîtalîzmê wekî çavkanîya zextên li ser xwe dibînin. «Min femînîstên wisa yên ji Amerîkaya Bakur dîtin ku şaş diman dema keşf dikirin ku herkes bawerîya wan parve nake, bawerîya wan ku li gorî wê baviksalarî sedema esasî ya zexta li ser jinan bû û jinên cîhana sêyemîn ji [femînîsta amerîkî] Betty Friedan» zêdetir, xwe nêzî Karl Marks hîs dikirin, bi van gotinan çavdêrîyên xwe tîne ziman Jane Jaquette, sîyasetzana amerîkî, beşdara foruma rêxistinên der-hikûmetî ya di paralela konferansa fermî ya Meksîkoyê de pêk hat. Di vê qada gotûbêja nefermî de, mirov li hin jinên rojavayî yên femînîzmeke sosyalîst an jî komunîst dixwazin jî rast tê -bo nimûne nexasim jinên reş ên wekî Angela Davis an jî Claudia Jones-. Li gel vê yekê, nêrînên wan li ber derîyê heyetên fermî, ku pevçûna fikrên Rojhilat-Rojava pêk tê, dimînin. «Jinên amerîkî fêr bûn ku ew dikarin bên biçûkxistin, ku vê yekê bi kûrahî tesîr li hinan kir, wekî ku dinivîse Arvonne Fraser di 1987an de bi wesîleya konferansa li Meksîkoyê. Tevgera nû ya femînîst a amerîkî bang li wan dikir ku hemû jinan wekî heval binirxînin, eynî wekî gelekî yekbûyî ji bo dozeke hevpar. Lê belê wan têgihîşt, hê di hevdîtina pêşî ya navneteweyî de, ku rewşeke wisa ne mijara gotinê bû û ev yek ji bo hinan bû sedema şixestina xeyalan û xemgînîyeke kûr.»(3)

Piştî konferansa Meksîkoyê, gelek hikûmet qanûnên nû derdixin, statîstîkan kom dikin û mase û wezaretên taybet ji bo jinan saz dikin. Bi saya hewldanên dîplomatan û aktîvîstan, parastinên di mijara milk, mîras, welateya zarokan û welatîbûnê de(4) tên berfirehkirin. Dewlet neçar dimînin iznên dêûbavî, kreşên gelemperî, alîkarîyên ji bo malbatan û çavkanîyên din ên ji bo destekkirina jinan di rola wan a hem xebatkar hem jî dayîkî de zêde bikin. Di 1980yî de, li Kopenhagê, gelek welatên endam ên NYê îmza xwe datînin bin konvansîyona têkildarî jiholêrakirina hemû şêwazên cudakarîya beramberî jinan, peymaneke ku Dewletên Yekbûyî û çend welatên din ên serhişk ên wekî Îran, Sûdan û Somalî hê jî îmze nekirine.

Li pêvajoya Dehsalên Neteweyên Yekbûyî ji bo jinan (1975-1985), FDIF tevlîbûna konferansê ya sedan aktîvîstên jin ên Başûr ku diçin Meksîko, Kopenhag û Naîrobîyê organîze û fînanse dike bi saya biletên balafirê ku ji alîyê Aeroflot, Balkan Air, JAT Yugoslav Airlines û şirketên din ên rêyên hewayî yên bloka Rojhilat ve hatin pêşkêşkirin. Di 1977an de, FDIF û Fédération jinên kubayî li Havanayê dibistaneke ji bo amadekirina jinan ji wezîfên berpirsîyên li cem Neteweyên Yekbûyî re vedikin. Dezgeheke din a bi heman rengî di 1980yî de li Sofyayê ji bo mîlîtanên jin ên afrîkû asyayî vedibe. Di 1985an de, FDIF û Komîteya jinên bulgar xwe didin ber bicihkirin û xwedîkirina bi sedan jinên afrîkî yên dibin beşdarên forûma rêxistinên derhikûmetî ya wekî paralela konferansa Naîrobîyê pêk tê.

Tevî hin tengezarîyên car caran rû didin, van jinan karî tevnên navneteweyî bihonin. Lily Monze, pêşenga girîng a femînîzma Zambîyê, tecrubeya xwe ya pêşî ya konferansa navneteweyî li Moskovayê nas kir. Di hevpeyvîneke di 2012an de, ev endama berê ya heyeta fermî ya Zambîyê li Kopenhag û Naîrobîyê, li Fransayê bû sefîra welatê xwe, bi gelek awayên din desteka welatên bloka Rojhilat vegerîya cem jinên afrîkî yên dilxwazên têkoşîna li dijî emperyalîzma rojavayî: «Vê hevkarîyê têra xwe alîkarî da me, wê wisa digot. Ji bilî serdanên dualî -carna ew dihatin vir, carna em diçûn wan bibînin-, ji bo em biçin li welatên sosyalîst bixwînin me ji bûrsan sûd wergirt û di dema seferên ji bo tevlîbûna konferansan jî xwe dan ber hemû lêçûnên me.» Ev desteka mîlîtanî û madî ya welatên soyalîst hikûmeta amerîkî sor kir ji bo xwe bide ber lêçûnên rêxistinên femînîst ên lîberal (yên li ser pirsgirêka wekhevîya mêran-jinan xebatê dimeşînin) li welatên Başûr. Çi li welatên wan li ser xeta Moskovayê çi jî li yên li ser xeta Waşîngtonê, jinên welatên Başûr sûdekî baş wergirtin ji butçeyên mezin ên pêşbazîya navbera hêzên mezin û vê yekê hişt ku di pêvajoya deh salên navbera 1975-1985an de tevlî gelek bûyerên navneteweyî bibin.

Di 2010î de gava em ketin nava lêkolînên li ser tevgera navneteweyî ya ji bo mafên jinan, me xeyal nedikir heta kîjan radeyê ev dîrok li gorî berjewendîyên femînîstên amerîkî û hevalbendên wan ên rojavayî hatîye berevajîkirin. Çawa karîne tevkarîya jinên bloka Rojhilata û Başûr tune bihesibînin, tevî tesîra koalîsyona li nava NYê û dengvedana danûstandinên wan ên navneteweyî?

Beşeke bersiva vê pirsê li nava veguherîna bi carekê ya rejîmên komunîst ber bi «demokrasîyê» û bazara serbest veşartî ye. Jinên em di salên navbera 2010 û 2017an de li wan rast hatin bi berdêla qûtekî nemir, mehê bi meaşekî bi qasî 200 ewro dijîyan. Eger pere danîbûna alîyekî jî ji bo xanenişînîya xwe, wê dîsa jê bêpar mabûna gava bankayên bulgarî di nîvê salên 1990î de hilweşîyan. Heta eger çend kîs pere di bin balgîvên xwe de jî veşartibana, nirxê wan wê bi carekê berhewa bibûya li bin bandora hîperenflasyona ku da pey vê hilweşînê. Xizmetên gelemperî ji holê rabûn, pergala tendirustîyê ji hev ket û fîyeta dermanan adeta firîya.

Serkeftîyên şerê sar tûşî rewşeke wisa serûbinbûyî nebûn. Piranîya jinên amerîkî yên beşdarî sê konferansên cîhanî bûn li nava çînên bilind cih digirtin û ji îmtîyaza jîyan li welatekî ku hê jî çerxa wî dizîvirî sûd werdigirtin. Di 2007an de, Fraser hîs dikir ku ew û mêrê xwe xwedî «îxtîyarîyeke zêrîn» bûn, ji ber ku «tendirustîya wan a fizîkî baş bû û hesabekî wan ê baş ê şexsî hebû li bankayê, perê wan ê ji bo xanenişînîyê û ewlekarîya civakî jî têra xwe baş bû û xwe qed di bin barekî giran de hîs nedikirin »(5). Wan hem ji demê hem jî çavkanîyên pêwist sûd werdigirt ji bo nivîsandina bîranînên xwe, ji bo hilberandina xebatên lêkolînî li ser tecrubeyên dehsala Neteweyên Yekbûyî. Wan di şirketeke xwedî bin-çanda femînîst a dîmanîk û dilxwaz de ji bo ragihandina dîroka jinan bi îngilîzî dinîvîsand.

Aktîvîstên jin ên feminist ên rojavayî gelek caran xwedî tesîr in û têkilîyên wan ên pêwist hene ji bo ku belgeyên xwe yên şexsî biparêzin li nava arşîvan an jî di şirketên dîrokî de û vekirî bihêlin ji bo ku lêkolînerên nifşên nû xwe bigihînin wan. Bi vî awayî di 2018an de, du jinên amerîkî ku roleke navendî lîstin di serdema Dehsalên Neteweyên Yekbûyî de mirin, di temenên xwe yêm li gorî rêzî 92 û 100 salî de. Ya yekemîn, Fraser, bû xwedî mafê îlaneke mirinê di New York Timesê(6) de û Minnesota Historical Society heştê karton axaftinên wê û raporên wê yên têkildarî serdema cihgirtina wê ya li nava delegasyona amerîkî ya fermî li Meksîko û Kopengagê, kom kirin. Ya duyem, Mildred Persinger, organîzatora kursîyê salan yê navneteweyî yê jinan, yê di paralela konferansa fermî ya Meksîkayê de hat lidarxistin, kaxezên xwe radestî Wyndham Robertson Library, ya girêdayî zanîngeha Hollins a li Vîrjînîyayê kirin. Ev dezgeh bi giştî derfetên wan hene belgeyan dîjîtal bikin û ev jî wezîfa lêkolînerên li pey çavkanîyên destê yekemîn hêsan dike. Arşîvên Persinger ên têkildarî Dehsalên Neteweyên yekbûyî ji bo jinan ew jî dikarin bi formata dijîtal li ser bingeha daneyên «Women and Social Movements, International», a Alexan12,6

Arşîvên li bin tehdîda windabûnê

Jinên welatên sosyalîst ên Rojhilat û Başûr nebûn xwedî mafê dîtina van eleqeyan. Ana Durcheva a bulgar, ku ji 1982an heta 1990î li Berlînê, hejmargira FDIFê bû, di 2014an de bi krîzeke dil mir.(7) Elena Lagadinova, seroka berê ya Komîteya Jinên Bulgar û raportora giştî ya Konferansa Naîrobîyê, di çirîya paşîna 2017an de, di xew de mir.(8) Chibesha Kankasa, ku berê pêşenga jinên Zambîyê bû, di sala 2018an de windabû.(9) Arşîvên van her sê jinan ên şexsî û bîranînên wan ên nivîskî yên têkildarî faalîyetên serdema Dehsalên Neteweyên Yekbûyî ji bo jinan wê winda bûbûna eger xwedîyên malên wan comerdî nekirina ji bo em fotoyên wan bikşînin û beşekê ji wan biparêzin.

Her çendî navê wan bi giştî hatibe jibîrkirin jî, li ser îlhama sazkirina cîhaneke adiltir û aşîyanetir, ku tê de berjewendîyên madî wê bi ser pêdivîyên herî bingehîn neketana, van jinan koalîsyonên zexim ava kirin. Îdealên sosyalîst li nava têkoşîna li dijî bêedaletîyên bi navê parastina bazara serbest, ew anîn cem hev û wan ew piştgirîyên Rojhilat-Başûr pêşbazîyên şerê sar ji bo bibin hêza pêşketinên di warê mafên jinan de li her derê cîhanê bikar anîn. «Dapîrên me yên sor» bawer  dikirin ku cîhaneke din mimkin bû. Eger dengê wan hatîye birîn, em hêvî dikin ku xeyalên wan mayînde bin.

*Profesorê lêkolînên rûs û rojhilat-ewropî, endamê Graduate Group of Anthropology ya zanîngeha Pennsylvanya. Nivîskarê pirtûka Çima jin xwedî jîyaneke baştir a cinsî ne di serdema sosyalîst de, Lux, Montréal, 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Cité par Jennifer Seymour Whitaker, «Women of the World: Report from Mexico City», Foreign Affairs, vol. 24, n° 1, New York, kanûna paşîn 1975.

2) Broşur li ser vê navnîşanê heye http://bcrw.barnard.edu/archive/militarism/listen_to_the_women.pdf

3) Jane Jaquette, « Crossing the line : From academic to the WID office at USAID », dans Arvonne S. Fraser et Irene Tinker (sous la dir. de), Developing Power : How Women Transformed InternationalDevelopment, The Feminist Press at CUNY, New York, 2004.

4) Li hin welatan, jin ji statuya xwe ya hemwelatîbûnê dibin, eger ew bi zilamekî ji welatekî din re dizewicin, û zarokên wan dikarin tenê hemwelatîbûna bav bi dest bixin. Binêrin li nivîsara Warda Mohamed, «Jinên ereb, wekhevîya binpêkirî», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2014.

5) Arvonne Fraser, She’s No Lady: Politics, Family, and International Feminism, Nodin Press, Minneapolis, 2007.

6) Neil Genzlinger, «Arvonne Fraser, who spoke out on women’s issues, dies at 92», The New York Times, 10 tebax 2018.

7) Cf. «A death in the field», Savage Minds, 8 kanûna paşîn 2015, https://savageminds.org

8) Cf. «The youngest partisan», Jacobin, 12 çile 2017, www.jacobinmag.com

9) Cf. «Freedom fighter and politician Mama Chibesa Kankasa has died», Lusaka Times, 29 çirîya pêşîn 2018.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial