Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Alibaba, destana çînî

Bi saya berhevkirina daneyên kesane yên mişterîyên xwe û îdola xwe ya li gel rejîma Çînê, koma Alîbaba bû aktorekî xwedî hêz ê cîhanê yê e-bazirganî, fînansa li ser înternetê û tendirustîyê. Îro, Pekîn êdî bi vê girêdana xwe ya beramberî vê holdînga ku bankayan dilerizîne, dihise. Çîn vê gavê xwe dispêre bêbawerîya her mezin dibe ya welatîyên xwe ya li hemberî avakarê Alîbaba, M. Jack Ma.

Em tev zanin ku, gava hûn 100 000 yuanî deyn dikin, nava we ji bankayê diqete. Gava hûn 10 mîl-yon yuanî deyn dikin, hingê hem nava we hem jî ya bankayê diqete. Gava hûn mîlyarek yûanî deyn dikin, îca hûn nava bankayê diqetînin.» 24.10.2020, li Zîrweya Bund a Şangayê, konferanseke ku giregirên cîhanî yên sektora bankayan tîne cem hev, M. Jack Ma, avakarê Alîbaba, dêwa çînî ya bazirganîya li ser înternetê, bi vê tehdîda ku hê nû eşkerebûyî, dengê xwe bilind kir. Teqawidbûyî ji îlona 2019an ve ji serokatîya komê, M. Ma -navê wî yê rastîn Ma Yun- hingê bi awayekî jixwebawer, li ser kevinbûna teklîfa mewcûd a bankayan û hatina big datayê gotara xwe pêşkêş dikir. Di nava pêvajoyê de ew diket nava xêzkirina resmê «pergaleke nû ya fînansê ku têde nûkirin û sererastkirin di nava ahengê de ne» û diket nava parastina «afirandina pereyekî dîjîtal». Bêyî ji bîr bike, bêguman, pîrozkirina afirandina dezgeha xwe: Ant Grûb, şaxê fînansî yê grûbê, ku kredîyên mezin dide kesên taybet û şirketên biçûk û navîn (PME) yên ne xwedîyê dîrokeke bankayî. «Di van şanzdeh salên dawî de, pêşketina Ant Grûbê di çarçoveya rêzgirtina hawîrdor, xweragirî û zêdekirina fînansê de pêk hat. Eger fînanseke ji bo hawîrdorê rêzgir, xweragir û perevekêş eşkere bike ku şaşîyê dike, hingê em ê vê şaşîyê ji bo hetahetayî bikin.»

Ev firîna lîrîk qet jî neguncîya li zewqa M. Wang Qishan, alîkar-serokê Çînê, ne jî li ya M. Yi Gang, rêveberê Bankaya Navendî, ku her duyan jî çend kêlî berîya wî xwe îfade kiribûn. Çend roj şûnde, 2yê çirîya paşînê, M. Ma ji bo hevdîtineke li gel sererastkerê fînansê hat vexwendin. Dotira rojê, ketina Ant Grûb nava borsayê ya li Şangay û Hongkongê, ku wekî nûçeya heta hingê herî girîng dihat ragihandin, bi carekê hat betalkirin. Meheke din, lêpirsînek hat vekirin têkildarî karûbarên bazirganî yên grûbê, ku weke dij-reqabetê dihatin nirxandin. Mîlyarderê herî navdar ê welêt çil û heşt rojan ji holê winda dibe û ev yek dibe sedemê peydebûna tirsa binçavkirinê an jî reva ji bo welatekî din. Ew ê ji nû ve derkeve holê li ser vîdeoyeke ku têde bi awayekî şermoke di çarçoveya weqfa xwe de xîtabî perwerdekarên dibistanên gundewarîyê dike, berîya ku li ser qadeke golfê ya girava Hainanê xuya bike.

Herçendî 2020 ji bo M. Ma di nava tevlîhevîyê de jî bi dawî bû, ev sala şewba cîhanî saleke serketî bû li cem Alîbaba, împeretorîya wî ya bazirganîya elektronîk -ew hê jî şêwirmendê rêveberîyê û duyemîn hisedarê kesane ye-, hetta piştî dewrkirina ji sedî 1,4ê sermayeya xwe di tîrmeha dawî de, bi berdêla 8,2 mîlyar dolarî. Bi krîza tendirustîyê re, sala borî firotinên li ser xetê % 11 hilkişîyan û gihîştin ji çara yekê firotinên perakende yên malê berxwarinê.(1)  Martingaleyê grûbê Taobao ye. Li ser vê platforma ku 2003yan vebû şirketên biçûk û navîn (PME) û kesên taybet dikarin berhemên xwe bicih bikin. (2) Di 2008an de, ew du qat mezin bû û Taobao Mall jî jê navê derket holê û ev a dawî jî veguherî Tmall a dikeve nava karûbarên markayên mezin ên çînî yan jî navneteweyî û belavkerên wan ên xwedî erk -malê fransî yê kozmetîk û berhemên luks ên Lancôme, bo nimûne, tevahîya firotinên xwe yên li ser xeta çînî radestî wê hatine kirin-. Dû re li van, hinên din zêde bûn : xizmeta radestkirina ji bo malan, Cainiao, bi awayê Amazonê û amûra peredayînê bi rêya smartfona Alipay. Ji 2008 heta 2018an, Taobao ji sedî 80yê bazara çînî ya firotina li ser xetê xist bin destê xwe.

Yek ji alîyên xurt ên grûbê, afirandina zemîna lihevnêzîkirina firoş û mişterîyan e. Bi destpêkirina vê pêngavê re, Taobao berîya her pêkanîneke kirîn û firotinê, di nav-bera alîyan de bi navgîna tchatê rêya sohbet û guftûgoyê vedike. Gelemperîkirina smartfonê û bicihkirina bi qasî pêwist tevnên telefonî yên xwedî performanseke bilind navgîna vîdeoya streamîng pir bi cazîbe dikin û pê re jî civateke ciwanên bi tesîr ên Netê, Wang Hong, ku di berdêla xizmeteke wekî stran an jî danseke zindî de, îkrameke biçûk werdigirin. Taobao wan bi kêfxweşî pêşwazî dike: ew toza firotina ji dûrve ji ser xwe davêjin û dibin seyarfiroşên serdema dîjîtalê.  Yanzdehê meha yazdehan, «roja ezeban» di 2009an de ji alîyê Alîbaba ve hat avakirin û bîst û çar saetan bi bakîyeyên mezin bi encam dibe -her sanîye 583 000 transaksîyon di 2020î de- û ji bo wan dibe serketin. Ev roja bi coş dibe pîrozkirina firotina bi zehmet a li navenda ciwanên li pey lêgerîneke berdewam.

Holdîngeke li her derê hazir

 

Lê belê patronê Alîbaba ji platforma navdar ne razî ye. Ew bi lezeke mezin dest bi avakirina holdîngeke qirase dike. Ev holdîng bi zîncîra supermarketan li nava bazirganîya klasîk cih digire, li sektora radestkirina mal ji bo malan, li warê înformatîka ewran (cloud), li sînemayê pergaleke rêberîyê û navîgasyona bi awayê GPSê, malpereke vîdeoyan a wekî YouTube pêşnîyar dike… Ew wekî din yek ji rojnameyên herî girîng ên îngilîzî yên Hongkongê, South China Morning Postê dertîne û xwe pê dipesinîne.

Di vê navberê de bi sazkirina Ant Financial, ku wê bibe Ant Group, ku ev jî li Hanghzou (Zhejiang) ye, ew dikeve nava karûbarê fînansê. Eger em ji efsaneya ku ew hewl dide saz bike, bawer bikin, M. Ma xwe avêtîye nava serpêhatîya ji bo berterefkirina heqareta ku berê li wî jî hatibû kirin, wekî hemû herkesê bê-rutbe, ku bi awayekî sîstematîk daxwazên wan ên kredîyê tên redkirin. Bo nimûne, li dema Foruma aborî ya cîhanî ya Davosê, di 2017an de, wî digot ku di gavên wî yên destpêkê yên 1995an de, neçar mabû sê mehan li bendê bimîne ji bo wergirtina bersivekê (neyînî) ji bankayeke ku wî ji bo deyn serî lê dabû. Wî hingê hewl dida bikeve nava karûbarê sazkirina malperên Webê yên ji bo şirketan. Piştî çar salan, li gel hivdeh hevkaran, ku yek ji wan, parêzerê ciwan ê bacê yê kanadayî yê bi eslê xwe taywanî M. Joseph Tsai ye, ew Alibaba.com saz dike û 20 mîlyon dolarî li Softbanka japonî li hev kom dike, ev pere di 2014an de piştî ketina wê ya nava Borsaya li New Yorkê, bi nirxa borsayê wê bibe 60 mîlyar dolar…

Ant, ku Alibaba xwedî ji sedî 33yê sermayeya wê ye, bi xêra aplîkasyona Alipay ku ji 2004an ve heye, navûdeng da. Ev amûrê diravdayînê îro ji bo nêzî ji sedî 56ê kirînên bi smartfonê tê bikaranîn, (3) pir wêdetir li pêşîya WeChat Pay, grûba raqîb a Tencent, li welatekî ku lê tenê ji pênca yekê nifûsê xwedî karteke kredîyê ye, li gorî daneyên Bankaya Cîhanî yên 2017an. Li dikanên herî biçûk jî, ew niha ji bo kirînên bi rêya telefonê di merîyetê de ye. Her diçe zêdetir esnaf nema pereyên bi dest qebûl dikin, ev jî bi awayekî dibe mîna cezakirina ixtîyaran. Gelek caran, Bankaya Navendî ya Çînê ji vê rewşê gazin kir û 15.12.2020î bi daxuyanîyekê xwest ku «sazîyên diravdayînê yên ne-bankayî têgeha bêyî-cash teşwîq nekin û bi tu awayî peredayîna cash berteref nekin ». (4)

Çi kirîna bi Tmall an jî Taobao be, çi şîveke li restorantê an jî xweçêkirina li saloneke bedewîyê be, Alipay hez dike pêşnîyarîyên dîyarîyan li firotinan zêde bike. Bi navgîna qeydîya bilez a kredîya xanî ya ji alîyê xizmeta Huabei ve hatî dayîn, di 2015an de hat afirandin. Ev xizmet tu caran pereyan rasterast naşîne ji kirîyar re lê ji firoş re dişîne. Hingê mişterî heta 10ê meha bê wext li ber heye ku deynê xwe bide. Rêjeya feyîzê bi giştî sifir e, lê belê ev xizmet berdewam xerckirina pereyan teşwîq dike, bêyî ku li benda hatina deynê mehane bimîne. Pergaleke nêzî vê, bi navê Jiebie, her-weha tê pêşkêşkirin ji bo şirketên biçûk û navîn (PME) jî ku demeke dirêj ji alîyê bankayên kevneşopî ve dihatin paşçavkirin.

Ev deyn an jî pêşînat li gorî pêdivîya mişterî, bi navê «kredîya kuncî» an jî Zhima credit tê dayîn -li gorî modeleke nêzî credit score ya amerîkî-. (5) Ev awayekî derecedayînê ye ji bo her bikarhênerê Alipay ê ku kredîyê dixwaze û li gorî fonksîyona dîroka xwe ya kirînê hatîye destnîşankirin. Her roj bi milyaran dane bi vî awayî tên berhevkirin û analîzkirin bi armanca vekirina derîyên kredîyê ji bo hejmara herî zêde a mişterîyan. Notê mişterî çiqas bilind be, çendeya kredîya werdigire jî dikare ewçend bilind be û wextê vegerandina kredîyê jî dirêjtir dibe.

 «Kredîyeke kuncî» ya baş her-weha dibe garantîya cihgirtina li nava kluba berxwirên bi îtîbar ku zincîrên hotelan êdî ji wan garantîya ji bo veqetandina odeyekê naxwazin, restorant şarja derve ya smartfonê di dema xwarinê de didin wan, pirtûkxane hejmara pirtûkên ku dikarin deyn bikin ji bo wan zêde bilind dike…. Lîsteya avantajan bêdawî dirêj dibe… Berevajî, «kredîyeke kuncî» ya xirab ji bo mişterî vediguhere rêze-qedexeyên aborî.

«Li derdora Zhimayê gelek xweşxeyal hene», bi van gotinan rewşê dinermîne M. Branden Zhang, rêveberê berê yê Ant-Asyaya Başûr-Rojhilat, li Sîngapûrê. Ew bi awayekî nerasterast balê dikşîne ser sûcbarîyên berdewam ên wekhevîyên navbera « krêdîya kuncî» ya M. Ma û pergala kredîya civakî ya ceribandî ji alîyê hikûmeta çînî ve ji 2014an û vir ve, ku pûanan dide an jî vedikişîne ji welatîyan ji bo destnîşankirina livûtevgerên wan ên baş an jî xirab. (6) M. Branden Zhang weha dewam dike: «Dîyar e ku welatekî din wê nexwaze destûrê bide şirketeke çînî ji bo xwe bigihîne ewçend daneyan. Lê belê herçendî hikûmeta Çînê pir hez dike xwe wisa nîşan bide ku her tişt di bin kontrola wê de ye, di eslê xwe de, ji alîyê teknîkî ve pir kêm derfetên wê hene xwe bigihîne daneyên kesane».

Projeya diravê dîjîtal

 

Jixwe, dewleta çînî hema bêje bû temaşevaneke pasîf beramberî bilindbûna hêza Alibabayê. «Li cem we, dema rê amade be û ronahîyên trafîkê bicihkirîbin erebe tên ajotin. Li vir, rewş cuda ye. Ronahîyên trafîkê paşî tên. Eynî wekî tiştê ku di dema vebûna aborîya welêt de rû da», wisa tîne ziman M. Zhang. Em ceribandinan dikin, dihêlin çêbe û dûre… «Helbet, dema rêzikname hebin, mirov nikare zêdegavîyan bike.»

Bi hewldana rawestandina pêşketina Ant Grûbê û ketina wê ya beravêtî ya Borsayê jî tiştê tê kirin tam ev e. Bêguman, gotinên M. Ma yên têkildarî gazinên wî yên ji zihnîyeta «deyndêrên tefecî» ya bankavanên (gelemperî) çînî û hişyarîyên wî yên li hemberî kontrolan hîç ne li gorî dilê rêveberên sîyasî bûn. Di serî de jî ne bi dilê serok Xi Jinping bûn. Lê belê, tiştê esasî ne li vir e. Ya mijara gotinê berî hertiştî hakimîyeta li ser belavkirina kredîyê û afirandina pereyan e.

«Ev astengkirina dawî ji bo pêşîgirtina li rîskên pergalî ye, li gorî nirxandina wezîrê berê yê malîyeyê M. Lou Jiwei, li Foruma China Wealth Management 50 de, li Shenzhenê, 20ê kanûna paşîn a sala borî. Eger pirsgirêk rû bide û hikûmet were bi hawarê ve, hingê mukelîfên bacê wê pereyan winda bikin. (…) Divê mirov xwe nede ber senaryoya “zêde mezin ji bo têkçûnê ” [«too big to fail», weke di 2008an de li Dewletên Yekbûyî li dema krîza subprime] di fintechê de Ne mijara gotinê ye ku hikûmeta çînî rêveberîya deynên taybet bispêre komek sazîyên xeşîm ên fînansê. Wezîrê berê di rewşeke pir baş de ye ji bo bizane çend bankayên bazirganîyê ji ber kredîyên xirab ji niha ve rizîyane. Havîna 2020î, bankaya Baoshang, li Moxolistana navîn îflas kir, helbet piştî ketina ser hev a kredîyên gumanbar ên demeke dirêj Pekînê çavên xwe jê re girtin.

Ya rastî, Ant «yek ji sazîyên diravî yên herî girîng e di asta pergalî ya cîhanê de û vê gavê, mirov nikare bibêje ew bi temamî li gorî rêzikan dimeşe, bi tesbîta M. Felix Salmon, pisporê diravî yê malpera amerîkî Axios. Eger şirketeke teknolojîyê di heman demê de sazîyeke fînansê ya xwedî girîngîya pergalî be, divê ew li gorî rêzikan çerxa xwe bizivirîne eynî wekî her dêweke din a xizmetên diravî». (7) Ev destnîşankirina ji alîyê mîlyarderê çînî ya têkildarî afirandina pereyê dîjîtal, li derveyî Dewletên Yekbûyî hat plankirin -çawa ku berîya wê, li Dewletên Yekbûyî, patronê Facebook li gel Diem (Libra ya berê) çêkiribû- bû sedemê mezinkirina tirsa dîtina bigewdebûna dêweke kontrolkirina wê ne mimkin. Wekî din, Ant Grûb zanî bi hêsanî veberhênerên bîyanî zeft bike û nexasim jî foneke serwer a sîngapûrî ya bi qasî 780 mîlyon dolarî, dûre fona serwer a Malezyayê ya xwedî 650 mîlyonî, Ofîsa veberhênana rejîma xanenişînên Kanadayê ya xwedî 600 mîlyon dolarî û herî dawî jî 500 mîlyonê ji bo fonên amerîkî Silver Lake Management, Carlyle û Warburg Pincus, di dema tûra dawî ya fînansê ya 2018an de. (8)

Ji ber vê yekê biryar bi vî awayî ye: qet nebe heta fermaneke nû ketina nava borsayê ne mijara gotinê ye -û çi xebereke nexweş e ev ji bo van sazîyan û vegera wan a li veberhênanê-; jihevxistina qet nebe beşeke mammouth a « too big to last» («zêde qelew ji bo xweragirîyê»)… Dibe ku M. Ma wê jê sûdê wergire ji bo derketina ji vê dualîteya ku ev bîst sal in dimeşîne. Li alîyekî, ew xwe wekî mamosteyekî îngilîzî yê bûye karsazekî fedakar ê mîna Lei Feng -welatîyek û karkerekî nimûne li serdema rêveberîya Mao Zedon-gê sedsala XXIemîn pêşkêş dike. Li alîyê din jî, kesê em dibînin karsazekî narsîst e ku dersa rêveberîyê dide mezinên vê cîhanê, li gel xetereya ku serok Xî li bin sîya xwe bihêle.

Bi vî awayî, di bernameyeke kanala amerîkî Cable News Network (CNN)ê de, sala 2014an, wî bi xwestina derxistina herêma Guizhou ji nava xizanîyê xwe dipesinand û bala şirketên dijîtal ên amerîkî dikişand ser projeya xwe ya nû «Big Data Valley». Li Wuhanê, wî teknolojîya xwe pêşkêş kir ji bo xizmeta hikûmeta Hubei, bi şopandina kesan li gorî livûtevgera wan a nêzî navenda şewba cîhanî Covid-19. Rêwitîyeke bi taksîyê, bilêteke trênê, kirîneka bi Alipay a ji bo cihekî, ev giş agahîyan diherikînin ji bo Alîbaba ku ew jî wan bi algorîtmayên xwe dinirxîne û şirove dike. Kodeke «kesk» tê dayîn ji bo kesên rîska ketina wan a bi şewbê qels e û ew kes dikarin ji dorpêçê derkevin. Pêvajoya mehan, ev pêkanîn li seranserî welêt hat pêşxistin. Ev cara pêşî ye ku têkilîyeke wisa berbiçav di navbera hikûmet û Alibaba de tê tesbîtkirin.

«Bêraqîb heta bigihe ezmanan»

Dema ku M. Ma vê xizmeta suxreyî pêşkêş dike, di ber de jî dersan dide: Di kanûna paşîn a 2017an de, ew soz dide serokê hilbijartî Donald Trump ku ew ê di nava pênc salan de li Dewletên Yekbûyî ji bo mîl-yonek kesî kar biafirîne, lê belê tenê heşt roj şûnde li Davosê jî weha diaxive: «Di sî salan de IBM, Cisco, Microsoftê bi saya hilberîna bi Çînê dan çêkirin bi mîlyaran dolar pere bi dest xistin, baş e ev pere bi ku ve çû? Amerîkayê gelek şer meşandin. Çima ev pere ji bo binesazîyên xwe xerc nekir? Hûn pereyan bi awayekî baş belav nakin û berdêla wê jî îro didin. Globalîzm tiştekî baş e, lê belê divê herkesî himbêz bike.» Mîrzayê mezin, bi xwe bawer weha dewam dikir: «Wekî çînîyek, ez bextîyar im ku Xi Jinping berpirsîyara birêvebirina duyemîn aborîya cîhanê qebûl dike. (…). Lê belê divê Çîn zêdetir vebe û ez hîs dikim ku M. Xi wê zêdetir li cîhanê vebe.»

Li pêşberî girseyeke heyranmayî, M. Ma dide nasîn amûra xwe ya ji bo PMEyên tevahîya cîhanê, Electronic World Trade Platform (EWTP), a ji bo ji holêrakirina kêmasîyên Rêxistina Cîhanî ya Bazirganîyê, «bêhtir jî ji bo şirketên mezin hatîye plankirin». Li gorî wî, li vir tiştê mijara gotinê meşa ber bi «pêvajoya ahenga cîhanî» ya rêzikên bazirganîya elektronîk, hêsankirina sergêjahîyên gumrukan û pêşxistina binesazîyên lojîstîk e. Rwanda bû yekemîn welatê afrîkî yê EWTP eciband. «Eger her welat bişibîya [wî], Afrîka wê çendî karibûya xurt bibûya!», bi van xwe îfade dikir M. Ma li civîna fermî ya danasînê li Kîgalîyê, li kêleka serok Paul Kagamé. (9)

Lê belê, zîrweya megalomanîyê 11.11. 2017an pêk hat, gava ku mîlyarder fîlmekî kurtemet-raj ê bi navê Nobedarê hunerên werzişa xweparastinê (Gong Shou Dao, li ser YouTubeê dikare were temaşekirin) danî ser înternetê. Her beşa vê rêzefîlmê bîst û du deqe didome û têde li dijî raqîbên navdar ên wekî aktorên Jet Li û Donnie Yen, an jî li dijî gulaşvanekî moxol şer dike. Wekî ku tê payîn, M. Ma zora wan dibe û bi livûtevgerên taï-chi pêşbazîyê bi dawî dike. Li derdora qehreman diruşmeyên pesindarîyê tên raxistin: «Doktrînê neşopînin, tenê bala xwe bidin karmayê. Dilek nikare were têkbirin. Bê raqîb heta bigihîje ezmanan… »

Wê demê, mîlyarder li gel vê yekê hê nebûye îkonê ku di serê xwe de xeyal dike. Zeftkirî ji alîyê raqîbên xwe yên wekî Tencent, JD.com û dûre jî Pinduoduo ve, Alibaba êdî ne di nava pêla bilindbûnê de ye. Li nava pênc sed mîlyon çînîyên girêdayî deynên biçûk, gelek ciwanên xwe avêtine nava aborîya nû hêrsa xwe li ser tevnên civakî tînin ziman: ew wisa hîs dikin ku ketine kemînê bi rêya deyndarbûna berdewama ku nahêle çend çerxîyan berhev bikin ji bo bibin xwedîyê xanîyê xwe.

Bi alîyê xwe yê rêveber, ev karsazê pir medyatîk, serbilind e bi dorpêçbûna bi ciwanan ku ji wan enerjîyê û fikran werdigire û di heman demê de jî dersên fedakarî û çilekêşîyê dide wan. 18.10. 2017an, ew ji alîyê Zanîngeha Dewletê ya Moskovayê ve ku wargeheke biîtîbar a çil hezar xwendekarî ye, tê vexwendin. Zilam ne êdî ew ê ziravok ê bi îşilkê zer bû ku berî şeş salan li zanîngeha amerîkî ya Stanfordê bi kodên kincan û yên zimannasî yên Steve Jobs an jî yên Bill Gates xwe îfade dikir. Êlekê çerm ê şînê şevê, îşlikê spî yê bi bestûka Mao, Jack Ma yê Moskovayê bi xwe bawer e: «Bihêlin bila mirov ji şoreşa teknolojîk endîşeyê bikin. Ez, nagirîm, ji ber ku girî feydê li min nake. Divê em raqîban bidin girî. Tu tişt ne belaş e, tu tişt ne hêsan e. Eger tu dixwazî biserkevî, divê tu berdêla wê bidî. Min sala borî şêst û heft saet di balafirê de derbas kirin. Li cem Alibaba, em bi şev û roj dixebitin. Em hewl didin bibin yekane, cihêreng. Îro dijwar e, sibe wê hê dijwartir bibe, dusibe wê şahane be.» (10)

«Li cem Alibaba her roj roja şer e», bi van gotinan tarîf dike, bavekî malbateke ku dixwaze bi navê veşarî «Hong Cha» (Çaya reş) em wî bi nav bikin. Wî du salan li navenda Cainiao şaxekî lojîstîkê yê komekê li Hangzhouyê kar kir. Ev bajar êdî bûye navendeka cezîbê û ji ber vê yekê nifûsa wî di bîst salan de deh qat zêde bû. «Eger ev bajar ji alîyê hunerî ve ne di asta Şangayê de be jî, eynî wekî îmaja M. Ma ew bi bazirganîya elektronîk û aborîya nû nefesê dide û distîne.» Zilam rojan jî eynî li gorî rêzika «996», a ji alîyê M. Ma ve ji raya giştî re formûlekirî, tarîf dike: karkirina ji saet 9ê sibê heta 9ê êvarê, hefteyê 6 roj. Piştî yek li vir dikeve kar, êdî hefteyê heft rojên xwe ji bo fêrbûna nirxên Alibabayê xerc dike.

«Hong Cha» dibêje, di nava du salan de hatinên wî yên aborî salane kêm zêde gihîştin 257 000 ewroyî, ku beşek jê hise ne. Li gel vê yekê, li gorî wî, ew rêxistinek posteyan e ku herkes li navê li dijî hev di pêşbazîyê de ye. «Mîmarîya Alibaba pir navendîkirî ye. Li Çînê deh hezar kes wekî min karê P8 dikin, tenê bi qasî sêsed-çarsed rêveberên payebilind xwedî pozîs-yona P10 in. Amirê min, ku xwedî vê astê ye, çar ekîbên P8 li bin baskên wî dixebitîn û soz dida ku ew ê tenê kesekî bilindî asta P9 bike. Gihîştina vê astê, tê wateya bilindbûna meaş û ducarbûna hiseyê jî. De êdî hûn bifikirin di navbera karkeran de reqabeteke çawa dest pê dike…» Ew herweha nirxandinên salane yên bi formula «3-6-1» bibîr dixe: «Ji sedî 30yê rêveberan wekî awarte, ji sedî 60ê wan wekî jêhatî, ji sedî 10ê wan jî wekî bêkêr hatine pênaskirin. Piştî du salên li pey hev mayîna di kategorîya bêkêr de divê hûn ji şirketê veqetin.»

Xwediyê şereb li Gironde

Lê belê, di heman demê de, ruhê xebata bi hev re (teambuilding) jî ku wekî cehwerî tê nirxandin, divê were bi pêşxistin. «Me wekî komên deh kesî tînin cem hev, pirsan bi peşkê li me belav dikin û divê bên bersivandin. Pirsên hinek mahrem in, bo nimûne cihê ku me cara pêşî lê evîndara xwe maç kirîye. Min ji xwe re digot ev hewldaneke çandî ya firoşîyê ye ji bo karê otantîk ê Alibabayê.» Şirket xwedî Bulletin Board System (BBS) ye. Ev forumeke înternetê ye ku têde xebatkar bi navê xwe yê rastî nêrînên xwe tînin ziman. Mijar giş tên nirxandin, destwerdan li tu tiştî nayê kirin. «Em gelek caran nivîsên ku têde xebatkar ji nirxandineke neheq a amirê xwe gazinan dikin, dixwînin. Ev dibe sedemê şiroveyan, gotûbêjeke krîzê û bi giştî her du alî ji forûmê vediqetin. Xebatkar pir hez dikin tevlî gotûbêjên wisa bibin.» Herweha li ser vê forumê ye ku M. Ma xîtabî karkeran dike ji bo gotûbêjên li derve bîne rojevê an jî ji bo bersivê bide pirsên girîng ên tên kirin. «Hong Cha» herweha dibêje : «Dawîya dawî, koleyên birra hê jî li cem Pinduoduo [raqîba bi fîyetên erzan a Taobao] ne. Ew mehê sê sed û sî saetan kar dikin, ancax dikarin piştî şîvê vegerin malê, ev mecbûrî ye.»

Li Ewropayê, ku lê Alibaba serwerê bazarê ye, grûb dixwaze platformeke lojîstîk li nêzî balafirgeha Lîejê saz bike.(11) Li Fransayê, mîl-yarderê çînî li pey pêkanîna projeyeke hê kesanetir e. Di 2016an de, wî qada Château de Sours, rawestgeheke qedîm a hacîyên rêya Compostell, li Saint-Quentin-de-Baron (Gironde) kirî. «Heta ku erebeyên tûrîstên çînî yên hewl didin wî bibînin di gund re derbas nebûn, min navê vî zilamî jî nebihîstibû», wisa li xwe mikur tê M. Jack Allais, şaredarê salên navbera 2014 û 2020. M. Ma dikana şerabê girt ji bo zîyaretvanan dûr bigire, bêyî xeberê bide tu kesî, amûrên li dijî teyrokê li ser erazîya xwe ya bi qasî du sed hektarî bicih kirin, tirîyên portugalî û îspanyolî dan nasîn, çandinîya permayê (permaculture) ferz kir, dermanê kêzikan û binavkirina wan a orîjînal qedexe kirin (AOC) û wisa zêdegavî kir ku rezvanên cîran ji vê rewşê hêrsbûn. Bîst mîlyon ewro li van karan xerc kir. Şûşeyên pêşî yên vê şeraba nû wê di 2023an de derkevin pîyaseyê û giş wê ji bo îxracatê bin. Tu tiştekî folklorîk tune: li vir jî wekî li deverên din, M. Ma dixwaze modela serdest bênirx bike, pêşbînîyan dike û pereyan xerc dike, bê hedûhesab. Qet nebe vê gavê…

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

____________________________

Tendirustî, herêmek stratejîk

 

Tu sektoreke bi qezenc ji dilbijîya wê bêpar namîne. Ji 2014an ve, Alîbaba dest avêtîye tendirustîyê, «warekî ji alîyê stratejîk ve ji bo grûba me girîng, li gel potansîyeleke xurt a mezinbûnê», bi van gotinan dinirxîne serok-midûrê wê yê giştî Daniel Yong Zhang. (1) Çîn bûye mexdûra cudahîyeke mezin a xizmetên tendirustîyê di navbera bajaran û gundewarîyê de û nifûseke wê ya her diçe ixtîyartir heye. «Pergala tendirustîyê ji awayê rêvebirina nifûseke hatina wê qels, xwedî rêjeya bilind a mirin û zayînê, ku li pey bicihanîna tendirustîya bingehîn e, gav avêt nava nifûseke nîsbeten rêjeya wê ya mirin û zayînê qels ku êdî li pey tendirustîyeke baştir e», li gorî analîza sala 2018an a Carine Milcent, lêkolînera Navenda neteweyî ya lêgerîna zanistî (CNRS) û aborîzana tendirustîyê. (2)

Ji bo bersivandina vê daxwazê, M. Jack Ma AliHealth xist dewrê. Ji bo hewza mişterîyên dilsoz bi saya Taobao, ew teqwîyeyên tendirustîyê yên li ser daxwazê û muayeneyên bi vîdeoyê yên li gel reçeteyên dermanên belaş ên di sî deqeyan de radestkirî pêşnîyar dike. Ev pêşkêşkirina xizmetê, ku ji hingê ve ji hêla raqîba wê JD.com ve hatîye kopîkirin, bi navgîna aplîkasyona bi pere ya Alipay xwegihandina wê mimkin e. Tiştê ku bikarhêner bike tenê tarîfkirina semptomên bi bot e (bernameya otomatîzekirî). Ev a dawî hingê berê bikarhêner dide bijarteyeke biçûk a doktoran li nava sî û neh hezar pratîsyenên li ser xetê, doktorên pispor jî di navê de, ku fîyeta wan li gorî tecrubeya wan diguhere, an jî ji bo bikarhêner rasterat ji nexweşxaneyê randevûyekê digire. 29ê kanûna paşîn a 2020î, dema ku bi dehan bajarên çînî dest pê dikirin dor li xwe digirtin, AliHealth radigihand ku wê sînorê rojê sed hezar muayeneyên ji dûrve derbas kirîye. Nirxê wê yê borsayê di nava salekê de ji sedî 52 bilind bû.

Çîn welatek e ku «lê zêde tiba bajarî tune, ji bilî nexweşxaneyan… û yên herî bi serûber, yên bajarên mezin, nîvê muayeneyan pêşwazî dikin, çi ji bo zekemekê be çi jî ji bo tumorekê», wekî ku tîne ziman M. Xavier Brochart, şêwirmendê bazirganîya dîjîtal, ê ku xizmeta tendirustîyê ya welêt nas dike ji ber ku demeke dirêj li Şangayê li beşa laboratuwarên ewropî bi hewldana keşifkirina bazara tedawîya astimê xebitîye. Ji ber vê yekê divê mirov zû serî li dezgehê bide ji bo çêkirina qeydîya xwe û ji nû ve demeke dirêj li benda muayeneya xwe bimîne. «Ev yek bi saetan didome ji bo, axirî, hûn bi qasî sê deqeyan bên pêşwazîkirin li cem doktorekî ku we nas nake û bi rîska ku nexweşê li pey we, yê zêde lez dike, di dema muayeneyê de we adeta daf dide. Ev tiba serdema şer e. Ev yek dibe sedemê tengezarîyê û hetta êrişbazîyê.» Ji bo M. Brochart, guman tune: «Çareserîyên dîjîtal vê yekê giş sist dikin. Ew pirsgirêkên bendemayînê çareser dikin, bi pergaleke pûankirinê pratîsyenên baş dertînin pêş. Ji bo vê pergala arkaîk ev têra xwe bi feyde ye.» Li gel vê yekê jî, nexweş dibe mişterîyek ji mişterîyan.

Bi vî awayî, sîgortevan Pîng An gavên hê wêdetir avêtin, bi bicihkirina li kolanên bazirganîyê kabîneyên ji dûr ve şêwirînê yên bi navên «Good Doctor» ku ji alîyê belavkerên dermanan ve hatin destekkirin. Ali Health dûre kete nava pêşxistina 13emîn plana pênc salane (2016-2020) ji bo «meşandina xizmetên hem têkildarî sîgortaya tendirusîyê, bi hedefa berfirehbûneke gerdûnî ji bo 2020î, hem pêşxistina xizmetên tendirustîyê yên taybet ên ku tendirustîya dîjîtal didin ber xwe, hem pêşxistina sîgortayên taybet û hem jî pêkanîna unîformîzasyoneke hê mezintir a pergalên agahdarîya tibî ji bo veguhestineke baştir di navbera alîyên têkildar de», wekî ku Mîlcent destnîşan dike. Hikûmet di encamê de ji bo ji holê rakirina xitimîna li nexweşxaneyan gelek bi hêvî girîngîyê dide zekaya sunî: objeyên bi hev ve girêdayî wê bên anîn ji bo çavdêrîkirina patolojîyên li malê û ew ê karibin bibin alarma ji bo krîzeke têkildarî îşaretên pêşî. AliHealth ber bi rojên xweş ve bi pêş dikeve.

  1. P.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Daxuyanîya çapemenîyê ya Alîbaba, Hangzhou, 29 gulan 2018.

2) Carine Milcent, «Pergalên tendirustîyê yê çînî: kilîdên ji hev derxistinê», HAL, 2018, https://hal.archives-ouvertes.fr

______________________________

 

Bi kurtî…

Grûba  Alîbaba di 1999an de ji aliyê M. Jack Ma û hivdeh hevalên wî ve hat avakirin.

Navenda civakî: Hangzhou (Çîn).

Serokmidûrê giştî: M. Daniel Yong Zhang (ji dema îstîfaya M. Ma 10ê îlona 2019an û vir ve)

Hêza wê ya kar a cîhanî: 122 399 xebatkar (2020), + % 4 di salekê de

Têketina wê ya Borsayê: li New Yorkê di 2014an de, li Hongkongê 2019an de.

Hisedarên wê: Softbank (Japonya): % 25; M. Joseph Tsai (hevavakarê taywanî-kanadayî): % 6,2; M. Ma: % 4,8; BlackRock (Dewletên Yekbûyî: % 3,1; T. Rowe Price (Dewletên Yekbûyî): % 2,3…

Şaxên wê: Taobao û TMall (firotina li ser xetê), Cainiao (qada lojîstîk), Ele.me (radestkirina xwarinê), Sun Art û Freshippo (rêza supermarketan); Alibaba Cloud (înformatîka li ewran); AliHealth (tendirustî); Fliggy (ajansa gerûgeştê); AutoNavi (nexşevanî); Youku (malpera vîdeoyan); Alibaba Pictures (sînema); South China Morning Post (yek ji gelek rojnameyên girîng ên bi îngilîzî li Hongkong).

Ant Group, grûba diravî ya jêdera wê Alipay, di 2004an de ji aliyê M. Ma. Alîbaba ve hat avakirin û % 33 sermayeyê di destê xwe de digire.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_________

1) «Chine: les ventes au détail en ligne en hausse de 10 % en 2020», Xinhua, Pékin, 3 sibat 2021.

2) Binêrin li nivîsa Martine Bulard, «Gundîyên çînî di navbera paleyî û înternetê de», Le Monde diplomatique, çirîya paşîn 2015.

3) Demsala pêşî ya 2020, li gorî ajansa pekînî IResearch.

4) «China central bank urges wider acceptance of cash as payments go digital- Bankaya Navendî ya çînî li dema ku diravdayîn dijîtal dibe hişyarîyê dike ku qebûlkirina pereyê cash were teşwîqkirin», Reuters, 15.12. 2020.

5) Binêrin li nivîsa Maxime Robin, «Li Dewletên Yekbûyî, hunera fîdyekirina xizanan», Le Monde diplomatique, îlon 2015.

6) Binêrin li nivîsa René Raphaël û Ling Xi, «Çînîyê baş û xirab», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2019.

7) Wergirtina ji alîyê William Pesek ve, «Xi walks a tightrope by reining in Jack Ma- Xi bi hefsarkirina Jack Ma li ser benê li hewayê dimeşe», Asia Times, Hongkong, 9 sibat 2021.

8) Jing Yang û Julie Steinberg, «How a “surefire” bet on Ant Group has trapped global investors », The Wall Street Journal, New York, 9 sibat 2021.

9) Ristel Tchounand, «E-commerce: bi eWTP Africa, Alibaba Rwandayê dike yekemîn welatê Afrîkayê yê platforma xwe ya cîhanî», La Tribune Afrique, 01.11. 2018, https://afrique.latribune.fr

10) «Jack Ma holds lecture at Moscow State University», Ruptly, 18.10. 2017, li ser YouTube.

11) Cf. Nemaze Cédric Leterme û Sebastian Franco, «Belçîka li ser dika cîhanî ya Alîbaba», Mirador, 01.10.2019, www.mirador-multinationales.be

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial