Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Agahdarkirin bi berdêla rîsk û xetereyan

Rojnamavenên ku dibin hedefa rayedarên cezayîrî û fasî, ku bêdudilî edaletê ji bo bêdengkirina wan bi kar tînin, di rêza pêşî ya têkoşîna ji bo demokratîkkirina welatê xwe de cih digirin. Li Tûnisê, tevî şoreşa kanûna paşîn ya 2011an û dawîya sansura ji alîyê rejîma berê ve sazkirî, cîhana medyayê ku di nava zehmetîyê de hewl dide xwe saz bike, hebûna xwe li bin zextên aktorên sîyasî didomîne.

Ji paytext Cezayîr, deng nizm, lê bi awazeke biryardar dertê. Li alîyê din ê xetê, Xalid Drarenî, dîrektorê malpera Casbah Tribune, bi sergiranîya xwe tesîrê dike. Cezaxwarî du caran di îlona 2020î de bi du salên hepsê ji ber «zirardayîna yekîtîya neteweyî» û «bang-kirina ji bo serhildana bêçek», di 19ê sibata 2021ê de piştî razana yanzdeh mehan li zindana Kolea, hat berdan. Ev kesê ku herweha hevkarê TV5 Monde e, di nava salekê de bû sembola têkoşîna ji bo azadîyên gelemperî li welatê xwe û wêdetirî sînoran. Dawîya adarê, Dadgeha Bilind mehkûmîyeta wî xira kir û xwest darizandin ji nû ve çêbe. Cara sêyemîn ji bo Drarenî, ku rejîm lê nabore ji ber nûçeyên wî yên berdewam têkildarî Hirak, tevgera gel a ku ji 16ê sibata 2019an ve Cezayîrê dihejîne.

Çawa ji zindanê derket, rojnamevanê ciwan dîsa vegerîya ser rêya xwe ya xwepêşandanan, ku, qut bûbûn ji ber şewba cîhanî Covid-19, di adara 2020î de, û di bihara 2021ê de ji nû ve dest pê kirin. Daxwazên tên kirin dîsa eynî ne: Dewleteke sîvîl, ne ya leşkerî, edaleteke serbixwe û hilbijartinên azad. Lê belê atmosfer ne ya destpêka tevgerê ye êdî. Cezayîrê herweha gav avêt nava «yek ji qonaxên herî xirab ên dîroka xwe» ji alîyê azadîya çapemenîyê ve, wekî ku Dearenî jî destnîşan dike: «Di nava hemkaran de, me gelek caran digot: “Hilweşîna çapemenîyê bi Abdelaziz Bûteflîka re di 1999an de dest pê kir.” Lê belê îro, rewş hê xirabtir dibe. Seîd Bûdûr, Sofya Marrakşî, Mustefa Bencama…  Êdî em nikarin bihejmêrin çend rojnamevan hatin şopandin û girtin ji alîyê desthilatîyê ve tenê ji ber ku karê xwe kirine.»

Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên pêşwext re, ku ji alîyê Abdilmecîd Tebûn ve tarîxa wan wekî 12ê hezîrana 2021ê hat destnîşankirin, rojnamevan û xwepêşandêr bi rêkûpêkî dibin hedefên hêzên ewlekarîyê1. Peyam zelal e: «desthilatîya cezayîrî ne guherînê dixwaze ne jî çapemenîya azad, wisa werdigerîne Lounes Guemache, hemavakarê malpera Tout sur l’Algérie-Hertiştê li ser Cezayîrê (TSA), ku herweha hê ji destpêka avabûna xwe ve nûçeyên der barê Hirakê de jî diweşîne. Ew dixwaze medya tiştên ku ew bi xwe vedibêje hertim biweşîne. Ji bo wî, niha êdî “Cezayîreke nû”heye û di navê de her tişt baş dimeşe, lê belê ew rast nabêje. Dînar ji 2020î ve ji sedî 17 nirxa xwe winda kir; em bi krîzeke xedar a aborî û civakî re rû bi rû ne. Karê rojnamevanan tu caran ewçend zehmet nebûbû, qet nebe ji dawîya partîya yekane, ango 1989an û vir ve. Hetta li serdema “deh salên reş” ên terorîzmê jî [1992-2000], wan dikaribû li gel rayedaran gotûbêj bikira û ew rexne bikirana. Desthilatî dixwaze mirovan bitirsîne da ku rûpela Hîrakê bizivirînin. Lê belê di vê yekê de bi ser nakeve.»

Artêşa îftîrayan

Û agahîyên hatine dayîn li hesabên wî nayên, rejîm wan meqes dike. Gelek malper, ên wekî Inter-lignes an jî medîya ciwan Twala, ji ber vê yekê bi awayekî wextî tên rawestandin. TSA, ew jî, ji hezîrana 2019an ve ji şopînerên înternetê yên cezayîrî re girtî ye. Desthilatî wê demê, hewl dide «dij-Hirak»ê saz bike. Sansur vê rojnameya li ser înternetê ku 25 mîlyon kes her meh wê dişopînin û xwe wekî yekemîn medyaya Cezayîrê dihesibîne, rihet nahêle. TSA ku hê di 2017an de bû hedef, bi awayekî fîîlî qedexe ye, bêyî ku tu îzahek jê re were kirin, ne jî were zanîn ka fermana vê qedexeyê ji ku derê tê dayîn. Tu biryareke dadgehê ji raya giştî re nehatîye eşkerekirin. Hikûmet bi xwe her berpirsîyarîyekê red dike. Rêveberîya malperê ji alîyê tu rayedarekî ve nehatîye hişyarkirin. «Ji mirov kirî ku kesek heye xwe li bin sîyê vedişêre, ev kes xwedî hêzeke super e û dikare her tiştê ku dixwaze qedexe bike, li gorî Guemache, ku vê helwesta kêfî şermezar dike. Em vedigerin rewşa berîya Hirak, dema ku biryarên têkildarî medyayan dikaribûn li derveyî her çarçoveya qanûnî werin dayîn

Destûra bingehîn a cezayîrî ku di çirîya paşîn a 2020î de hat qebûlkirin, piştrast dike ku bêyî biryara dadgehê tu malperek nikare were rawestandin. Li gel vê yekê jî, di nîsana 2021ê de, TSA, Casbah Tribune û yên din ji xwegihandinê re hatin asêkirin. Di rapora xwe ya dawî ya der barê rewşa mafên mirovan a cîhanê de(2), Amnesty International bang li hikûmeta cezayîrî dike ku rojnamevanan rihet bihêle da ku karibin bêyî tehdîd û zextan bi awayekî serbixwe karê xwe bimeşînin û jê dixwaze hemû qedexeyên li ser malperên înternetê rake. Di vê navberê de, her êvar, ekîba TSAyê li ser tevnên xwe yên civakî peyameke ku cesaretê dide xwendevanan ku tevna taybet a virtuel (VPN) bikar bînin diweşîne. Û ew çêkirina nûçeyên li ser sîyaseta rojane û meşên Hiraqê didomîne.

Lê belê, piştî zêdetirî du salên sansurê, derfet êdî ne eynî ne. Ji bîst rojnamevanên li destpêka 2019an tam wext kar dikirin, tenê şeş kes mane. Versîyona erebî hat rawestandin. TSA bi  «rezervên» xwe yên diravî û bi saya çend kesên dilsoz ên reklamê didinê hê jî xwe li ser pîyan digire. Malperê ji sedî 90ê hatina xwe ya reklaman, ku çavkanîya wê ya sereke bû, winda kir. Û niha êdî mehê bi qasî 4-5 mîlyon kes wê dişopînin. «Îro, mirov der barê Cezayîrê de bi navgîna medyayên bîyanî hev agahdar dikin, çawa ku bi sîtem dibêje Guemache. An bi navgîna tevnên civakî -ku ev rewşeke dijwar e-, ji ber ku “fake news” li wir gelek in. Mirov dikevin rewşeke ku têde Cezayîr, tevî bi sedan dezgeh û medyayên xwe, dê êdî nebe xwedî çapemenîyeke pêbawer.»

Di vê bihara 2021ê de, deshilatîya cezayîrî ne yekane hikûmet e ku rojnamevanan ji xwe re dike yek ji hedefên sereke. Li Fasê, di konteksta tengezarîyên civakî yên pirbare de(3), Omar Radî divê 27ê nîsanê bihata darizandin, piştî neh mehên girtina bê darizandin, rûniştina doza wî ji nû ve hat paşdexistin. Rojnamevanê lêkolîner, hemavakarê rojnameya înternetê Le Desk, ev du sal in bi muameleyeke bi taybetî dijwar re rû bi rû dimîne. Tacîzkirî ji alîyê rayedaran ve ji ber nivîsarên xwe an jî weşanên li ser tevna civakî, bû hedefa êrişên hovane ji alîyê medyayên nêzî desthilatîyê ve, ew ji 29ê tîrmeha 2020î ve girtî ye. Sûcbarkirî bi «êrişa ne maqûl a şîdetê», ew dibe hedefa gilîyê îdîaya tecawuzê. Eynî wekî hemkar û hembersûcê xwe Îmad Stîtû wî jî sûcbarî red kirin.

«Ev kar dibin zemîn ji bo şikandina piştgirîyên navneteweyî yên li derdora rojnamevanên ku karê wan ji bo gelemperî bi feyde tên dîtin», li gorî nirxandina Mme Amna Guellali, dîrektora herêma Mexrîb û Rojhilatê Navîn a li cem Amnesty International ku, eynî wekî Rojnamevanên Sînornenas, bangî serbestkirina Radî dike. «Divê em der barê Omar Radî de biaxivin!, wisa israr dike ji alîyê xwe ve Drarenî. Pêwist e piştevanîyeke li seranserî Mexrîbê ji bo azadkirina çapemenî û medyayên me were organîzekirin.» Gava em li Kazablankayê rastî wî hatin, di çirîya paşîn a 2019an de, Radî, ku zanibû dikare her kêlî ji ber sebebek ji sebeban were girtin, ji xwe re digot «bi kefalet». Piştî mehekê, vê carê jî ji ber rexnekirina yek ji dadgeran li ser Twîtterê dihate girtîn..

Ji ber ku sûcbarîyên tecawuzê ne tenê yekane derfeta zextê ne ku ji alîyê rayedarên fasî ve tên bikaranîn ji bo qedandina rojnamevanîya serbixwe -ku di bîst salan de-, di pratîkê de li nava qralîyetê ji holê hat rakirin. 29ê kanûna pêşîn a 2020î, Maâti Monjib, avakarê Komeleya Fasî ya Rojnamevanîya Lêkolînî (AMJI) û remza cenga ji bo mafên mirovan li Fasê, li Rabatê hat girtin. Darizandî ji ber «spîkirina peran» di çarçoveya fînansmana perwerdeya rojnamevanîya lêkolînî de, ew hat girtin, dûre di kanûna paşîn a 2021ê de ji ber «sextekarîyê» û «zirardayîna ewlekarîya dewletê» hat mehkûmkirin. 23yê adarê, piştî greva birçîbûnê ya nozdeh rojan, rojnamevanê 60 salî, bi kefalet hat berdan. «Hê zêdetir ji tehdîda cezayekî hepsê, heqaret bû çeka polîs a sîyasî ji bo berterefkirina muxalîfan û tengavkirina wan ji bo ku vegotina xwe biguherînin, li gorî şahidîya wî. Ew rojnamevanên herî navdar digirin da ku yên din bitirsînin. Û ev yek tesîrê dike. Em di nava meslekê de tên îzolekirin. Bi awayekî giştî, pêkhateya ewlekarîyê ya rejîmê di nava lez û bezeke mezin de ye û hertim bi awayekî zilimkartir tevdigere ji bo hewla qîrîna hêrsa gelê fasê bêdeng bike.»

Li Tûnisê, ji şoreşa kanûna paşîn a 2011an ve, kontekst bi temamî cuda ye. «Tiştê niha li Fasê rû dide tiştê ku me li dema rejîma Zeynel Abîdin Ben Elî nas kir, tîne bîra mirovan, li gorî çavdêrîyên Riadh Fejanî, ku li paytext Tûnisê dersên civaknasîya medyayan dide. Bi detayekê tenê: desthilatîyê hingê rojname ji bo xirabnîşandana dijberan bi kar dianîn. Li wir di nûçeyên tvyê de wan xirab nîşan didin.»

Ji şoreşa tûnisî ve, pêkanîn guherîne û avabûna hêdî ya dîmenekî medyatîk a piranîgir gelek qonax li pey xwe hiştin(4). Lê belê rojnamevanîya lêkolînî hê jî pir kêm e. Înkyfada [Kovara dîjîtal ya rojnamevanên tûnisî] ku di sala qebûlkirina destûrnameya nû de, di 2014an de, ava bû, li gel Nawaat, pêşenga çapemenîya sîber a serbixwe ya tûnisî, yek ji medyayên nadîr ên çêkirina rapirsînan e, -bi qasî sî heb di 2020î de-. Ew, bi naverokeke «vekirî», ji alîyê herkesî ve tê xwendin û bi fransî, erebî û ingilîzî tê weşandin. Hybide, modela aborî ya Inkyfadayê jî xwe dispêre gelek çalakîyên perwerde û pêşketina teknolojîya têkildarî medyayan. Ji sî xebatkaran, nîvî xwe didin karûbarên rojnamevanîyê. Bi cîroyeke 500 000 ewro salane, Inkyfada hatinên xwe yên diravî ji nû ve radizîne karûbarên ji bo pêşketina xwe, wekî ku dixwaze ev modela «bêyî armanca qezencê» ya komeleya ku xwe dispêrê. Reqemên beşdarîyê zêde bilind nînin, lê belê têra xwe watedar in: 200 000 rûpel mehane tên dîtin, ji bo 50 000 zîyaretvanan. Nimûneyek e ew bêguman. Lê belê tecrubeyeke zêde hindikahî ye, li qada medyatîk a beyar, bi nirxandina Malek Khadraoui, midûrê Inkyfadayê. «Li Tûnisê, em ji lêkolînên jûrnalîstîk bêpar in. Agahî bi xwe jî pir kêm in: di zêdetirî deh kanalên televîzyonê yên taybet de, tenê yek ji wan bultena rojane ya nûçeyan diweşîne! Wekî radyoyan, wan jî berê xwe daye karûbarên ji bo kêf û şahîyan ku bêhtir tiştên reklamî ne. Em careke din bi pirsgirêkeke sincî re rû bi rû ne: medyayên serdest di serdema desthilatîya Ben Alî de hatine avakirin.» Kanalên televîzyonê yên sereke, yên wekî Nessma, milkê M. Nabil Karouî, namzedê berê yê hilbijartina serokatîyê ya 2019an, bi vî awayî hê jî nêzî desthilatîya sîyasî û endustrîyel in(5).

Di 2013yan de, dezgehek, Otorîteya Bilind a Serbixwe ya Ragihandina Audiovisuel (Haica), ji bo ceribandina sererastkirina sektorê hat sazkirin. Bi serneket. «Li Tûnisê, dezgehên serbixwe, yek ji wan Haica, nekarîn xwe ji cemserbûna-polarîzasyona sîyasî rizgar bikin», bi xemgînî dibêje Ferjani, ku ew jî di destpêka karê xwe de bû yek ji beşdarên vê serpêhatîyê. «Pêvajoya du salan, me karî xwe rizgar bikin ji tesîra du partiyên bingehîn ên serdemê, Nidaa Tounès û Ennahda. Piştî îtîfaqa wan a di 2015an de, rewş guherî. Û îro, Haica ji dezgeheke sererastkirinê bêhtir bûye wekî komeleyeke biçûk a ji hêzeke cidî bêparmayî.»

Ji hev hesab pirsîna li ser Facebookê

Di vê kontekstê de, girîngîya berdewam mezin dibe ya tevnên civakî li nava karên gelemperî, dibe tevkarî ji bo «cemserkirin û sorkirina» gengeşîyeke sîyasî ya «bi taybetî zîyankar», li gorî nirxandina Khadhraouî. Destpêka nîsanê, qeydîyeke qaçax a ku nîşan dide ku şefê kabîneya serokomarê wê manewra kiribe ji bo daxistina serokwezîr careke din raxist pêş çavan ka Facebook xwedî roleke çendî navendî ye ji bo hesab ji hev pirsîna li nava qesrê, û nexasim jî li nava têkoşîna bêdeng a ku serokomarî û hikûmetê tîne pêşberî hev(6). Ev manîpulasyonên fikrî bi navgîna «tevahîya teknîkên nûjen ên ragihandinê» tên kirin, bi gotinên Khadhraouî. Ew balê dikşîne rola «şirketên ku hesabên sexte diafirînin û êrişan bi awayê nedîtî û nebihîstî dibin ser namzedên hilbijartinan». Rewş ev bû li dema seferberîya hilbijartinên serokatîyê yên 2019an. Facebookê biryar dabû gelek hesaban bigire, yên kesên nêzî M. Karouî jî di nav de.

Ev mij û morana sîyasî-medyatîk hê zêdetir endîşedêr e dema ku Tûnis di warê azadîyên gelemperî de ber bi paş ve diçe. «Qanûna cezayê ji bo şopandina aktîvîstan an jî xwepêşandêran tê bikaranîn, li gorî îfadeya bi sîtem a Mme Guellali, nûnera Amnesty internationalê. Tu reformeke dadgerîyê di eslê xwe de nehat kirin. Xala 8(6). ya qanûna ceza ya têkildarî telekomunîkasyona ji bo tevnên civakî, an jî yên têkildarî heqaretkirina li karmendan, dikarin her kêlî ji bo kêmkirina azadîyan bên bikaranîn. Jixwe ne pêwist e were behskirin ji mafê destlênedayînê ya ku hêzên ewlekarîyê jê sûdê werdigirin.» Tûnisî hê jî di bîra xwe de digirin girtina, piranîya wan zarok, bi sedan xwepêşandêran di kanûna paşîn a 2021ê de, di dema pîrozbahîya deh salîya şoreşê de.

Ji alîyekî ve nebûna reforman, ji alîyê din ve nebûna sererastirin û dezgehên lêpirsînê: zevîya medyatîk a tûnisî hê jî pir hesas e li hemberî her cure zext û zorê. Doza dawî ya berbiçav: tayînkirina Kamil Ben Yûnis ji bo rêveberîya Ajansa Afrîkî ya Tûnisê, (TAP) ajansa çapemenîyê ya neteweyî, di destpêka nîsanê de. Yûnis ji alîyê personelê ajansê ve bi têvlîbûna nav karûbarên propaganda û sansurê di serdema rejîma berê de, hat sûcbarkirin. Zilam axirî vekişîya, lê belê ev bûyer bû neynikek ji bo destnîşankirina tênegihîştin, hetta xemsarîya desthilatîya tûnisî ji bo rêzikên herî bingehîn ên deontolojîya rojnamevanîyê.

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1)  Binêre li nivîsara Akram Belkaïd, «Cezayîr, pesindayîn û darê zorê», Horizons arabes, 30 îlon 2020, https://blog.mondediplo.net

2)  «Rapora 2020/21: Rewşa mafên mirovan li cîhanê», Amnesty International, 7 nîsan 2021, www.amnesty.org

3)  Binêrin li nivîsa «Li Fasê, “wekî kêzika bi te re muamele dikin” », Le Monde diplomatique, nîsan 2020.

4)   Binêrin li nivîsa Larbi Chouikha, «Medya, reforma temamnebûyî», di «serêşîya tunisî» de, Manière de voir, n° 160, tebax-îlon 2018.

5) Cf. Thameur Mekki, «Dosya: Nessma, vegera ser pênc salên bêcazbûna medya der-qanûnî », Nawaat, 26 nîsan 2019, https://nawaat.org

6)  «Tunis: Tengezarîya nû li nava nakokîya ku berê serokomar û serokwezîr dide hev», RFI, 23 sibat 2021, www.rfi.fr

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial